Amal Belhaj Mûsa pêşinyar dike ku lêkolînek li ser rewşa jinên cotkar wer kirin

Amal Mûsa bang kir ku divê li ser amadekirina lêkolînek sosyolojîk were fikirandin ji bo rewşa jinên cotkar bi taybetî yên ku peymangehên çandiniyê yên bilind bi dawî kirine.

Tûnis- Wezîra malbat, jin, zarok, kesên temenê wan mezin Amal Mûsa 1'ê Mijdarê di hevdîtineke bi navenda lêkolîn, dirasatan, ragihandin û belgekirinê re li ser jinan (CREDÎF) kir de daxwaza ku pêwîst e li ser amadekirina lêkolînek sosyolojîk, tekildarî rewşa jinên di warê çandiniyê de dixebitin û bi taybetî yên ku peymangeha çandiniyê bidawî kirine were kirin.
Pêşxistina projeyê ji bo bidestxistina mafê jinan e
Çarçoveya projeya aboriya navendî ya sala 2022'an û bernameyên pêşerojê ku bi giranî girêdayî avakirina kovarek zanistî ye. Ji bo navendê, her wiha beşdarbûna di pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a ku di vê mehê de ye û pêkanîna lêkolînekê der barê kar û barên ragihandinê li ser mijara şîdeta li ser jinan li Tûnisê, girt ser milên xwe.
Der barê Xelata Zubeyda Beşîr a ji bo nivîsandinên jinan de wezîra malbat, jin, zarok, kesên temenê wan mezin Amal Mûsa teqez dike ku pêwîst e nirxê xelatên ku tên dayîn ji bo beşên afrîneriya wêjeyî û beşa lêkolîna zanistî di dewreya sala 2022'an de wekhev be û der barê vê mijarê de xebat werin kirin.