Amal Şarîf: Bi hêviyê em dikarin bigihîjin xeyalên xwe

Li Lubnanê kesên astengdar û bi taybetî jî jin, bi gelek zehmetiyên ku bandorê di wer warî de li ser jiyanê dike re rû bi rû ne û hewl didin bi her awayî li dijî zordestî, cudakarî û tacîzên ku rastî wan tên, têbikoşîn.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd– Ji ber ku bajar li gorî mirovên astengdar, nayên dîzaynkirin dibin sedema gelek pirsgirêkan. Li Lubnanê mirovên astengdar û bi taybetî jî jin rastî gelek zehmetiyên wek zordestî, cudakarî û tacîzê tên.

Amal Şarîf jî yek ji wan kesan e lê di gelek waran de dixebite ji bo bigihîjê armancên xwe. Perwerdeya bernamesazkirinê dîtiye û weke şêwirmenda grafîkê kar kiriye. Amal Şarîf ku li derveyî Lubnanê di gelek projeyan de cih girt, wiha got: “Min astengdariya xwe wek astengî nedît. Ez çûm Erebistana Siûdî û demek li wê derê xebitîm. Piştre vegeriyam Lubnanê û di demek nêz de li Qeterê xebitim, piştî çend salan min îstifa kir. Min dev ji vî karê berda û  berê xwe da cihekî din da ku xeyaleke din pêk bînim.”

‘Pirsgirêka esasî bi ferasetê ve girêdayî ye’

Amal Şarîf, da zanîn ku biryar daye di qada teknolojî û înovasyonê de bixebite û wiha got: “Min serî li pêşbirkek da û ez mam fînalê. Der berê gihandin ango mafê gihandinê de bû. Piştre min Komeleya HalTek ku rêvebera wê bûm, ava kir. Damezrînerên wê jinên astengdar bûn. Ez di xebata xwe ya şîrketan de ji ber astengdariya xwe rastî gelek cudakariyan hatim. Min li Erebistana Siûdî mûçeyek baş digirt kê bihîst ku yek ji karkeran gotiye; 'Ma ji min zêdetir distîne?' piştre sêyan yekê mûçeya min birîn, min jî îstifa kir. Li cihên din ên min kar dikir jî ez wek astengdar nehatim dîtin. Min rêwîtî dikir, ji bo projeyên mezin baweriya min bi min çêbû rastî cudakariyê nehatin. Belê dibe ku nêrîna li ser kesên astengdar li gorî welatan biguhere lê pirsgirêka esasî, bi feraseta kesên bi we re dixebitin ve jî girêdayî ye."

Ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet komele hat avakirin

Amal Şarîf, bal kişand ku kesên astengdar, bi taybetî jî kesên astengiyên liv û tevgerê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: "Qetbûna elektrîkê ya zêde bandorê li jiyana wan dike. Mînak kesekî ku li qata dehemîn dijî û ji malê derdikeve dema elektrîk qut dibe, nikare biçe mala xwe. Ev bi serê xwe pirsgirêkek e. Ji ber ku sazî ji bo kesên astengdar nehatine avakirin, ne hêsan e ku mirov xwe bigihîjîne wan. Min jî Komeleya HalTek damezrand. Min destpêke ji bo kesên astengdarên tevgerê ava kir lê piştre kesên astengdar ên cuda jî tevli bûn û em bi riya komeleyê li ser vê mijarê dixebitin. Der barê perwerde, tenduristî û mijarên hişyariyê de dixebitin.”

Bi 47 jinan re çalakî hatin lidarxistin

Amal Şarîf, der barê xebatên komeleyê de jî wiha got: “Me kampanyayeke hişyarkirinê ku ji bo şikandina îmaja qalib a li dijî kesên astengdar û li ser gotinên ku divê bên gotin û neyên gotin radiweste da destpêkirin. Me îsal bi 47 jinên ji Bekaa, Beyrûd, Bakurê Akkar û Dinniyeyê û hemû herêmên Lubnanê re, gelek çalakî, komxebat û perwerde pêk anîn. Zarokên keç ên astengdar jî ji van çalakiyan sûdê girtin. Em di xebatên xwe yên du salan ên di komeleyê de, li ser mijara tundî, tacîz û cudakariyê xebitîn. Bi taybetî şert û mercên aborî û ji ber bandara van tiştan, li ser gihandina xizmetên bijîjkî û pedên hijyenîk xebitîn.”

Kesên astengdar tên tacîzkirin'

Amal Şarîf, der barê amûrên kesên astengdar pêdivî dibînin de axivî û wiha got: "Bidestxistina wan gelek zehmet û biha bûye. Carna komele belgeyên ku hebûna astengdaran piştrast dikin dixwazin. Wezareta Karên Civakî jî van amûran misoger dike.” Amal Şarîf, got ku di meha Nîsanê de çûye, komeleyê û wiha got: “Ez beşdarî çalakiyek aliyê ku Neteweyên Yekbûyî li ser pêşxistina mufredata tenduristiya zayendî û zayînê ya ji bo kesên astengdar li dar xist, bûm. Min wek komele rastiya Lubnanê ragihand. Sedema ku em li ser vê mijarê disekinin, rêjeya zêde ya tacîzkirina mirovan e. kesên astengdar rastî tacîzê tên. Min tiştên di du salên dawî de hatin jiyîn rêz kirin, cureyên tacîzê me matmayî hişt. Ne pêwîst e ku ev zayendî be. Gelek cureyên tundiyê yên wek zordestî, destavêtin, tacîza devkî tên jiyîn.”

'Ez ê bibim dengê astengdaran'

Amal Şarîf, bi bîr xist ku ew di sala 2016'an de ji bo endamtiya Meclisa Şaredariya Beyrûdê bûye namzed û wiha got: "Ez ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînim û girêdayî kesê nemînim, niha bi şîrketên herêmî û li derveyî Lubnanê re dixebitim. Tevî ku qanûna hejmara 220’an hatiye derxistin jî rê û peyarê jî di nav de bînesazî û bi taybetî jî ji bo şopandina rehabilîtasyonê, di hilbijartinên nêz de bibim dengê astengdaran têbikoşim. Em bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne lê ji bo em bigihîjin xeyalên xwe divê xwe bi hêviyê dagirin.”