Amadekariyên ji bo festîvala jinan a Morîtanyayê dest pê kir

Li Morîtanyayê ji bo 5’emîn festîvala jinan amadekariyên dest pê kirin. Koordînatora festîvalê Hawa Ba diyar kir ku ji derveyî planên ji bo bihêzkirina jinan di aliyê aborî de dê gelek çalakiyên ku bala jinan dikşînin li dar bixin.

HATÎCE ŞEXNA

Morîtanya – Li Morîtanyayê festîvala serxwebûna jinan cara yekem di sala 2019’an de hat lidarxistin, wê îsal 5’emîn festîval di roja 1-8’ê Adarê de bê lidarxistin. Armanca festîvala ku bi dirûşma “Jin sedeqet e, ji bo jinên Efrîqayê yên têkoşer bi hev re ber bi pêşerojek ronî ve” were lidarxistin, ew e ku rola jinan di qada civakê de zêde bike.

Jinên xwedî proje dê tevli festîvalê bibin

Wê festîval li Stada Olimpiyatê ya li peytext  Nouakchott, li zanîngeha Nouakchott û Enstutuya Fransî ya girêdayî sefretxaneya Fransa di navde wê li 7 cihan were lidarxistin. Wê ji bo jinên ku beşdar bûne di mijarên bazarkirin, grafîk, çandinî û zanistî de perwerde were dayîn. 

Koordînatora festîvalê Hawa Ba, got: “Ji Rossayê 20, ji Nouakchottê 58, ji Kaediyê 74 jin hene. Ev jin xwedî projeyên aborî ne. Mînak beşdarên ji Kaedê ji derveyî hişkkirina hinek berheman, projeyên wan ên çandiniyê jî hene. Beşdarên ji Rossayê her yek ji wan maliyeya xwe kom kiriye û veguherandiye veberhênanê û toreke aborî ava kirine. Bi heman awayî jinên li eyaletên din di qadên cuda de hewl didin projeyên bihêzkirina aboriyê ava bikin.”

‘Wê hemû jin ji hev sûdê bigrin’  

Hawa Ba der barê bernameya festîvala îsal de wiha got: “Ji bo ew tiştên em dixwazin bi dest bixin, me hejmara beşdarên xwe kêm kir û me bi 300 beşdaran sînordar kir. Wê bernameyên perwerdeyê gelek zêde bin, di festîvalê de jinên peyamner ji bo berhemên xwe wê pêşangehek taybet li dar bixin û ev pêşangeh endamên ji 10 welatên Efrîqayê (Malî, Senegal, Benîn, Codevar, Burkîna Faso, Gambiya, Nijer, Çad û Tûnus) beşdar bibin. Jinên ji Ewropayê  yên girêdayî dewletên hundirîn wê hemû ji hev sûdê bigrin û ji bo çareseriyê ji pirsgirêkên xwe re bibînin pêşkêşiyan bikin. Wê gelek jinên ji qadên tendirustî û peyaner werin teqdîrkirin.” 

Hawa Ba, bang kir ku divê jin dema xwe baş binirxînin, projeyên ku bi wan hedefên xwe dizanin û di aliyê aborî de xwe bi hêz bikin ava bikin û got: “Ez ji hemû dayik û keçên wan daxwaza perwerdeyê dikim, ji ber ku perwerde bingeha hemû serkeftin û destpêkan e. Pêşxistina şexsî di heman demê de riya ber bi pêşerojê ve ye.”