Aliya Ebû Şahba: Jinên Îranî dev ji xeyala xwe ya azadiyê bernadin

Aliya Ebû Şahba ya Misrî, anî ziman ku jinên Îran û Rojhilat têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên hatine girtin didomînin û got: “Bi taybetî jinên ciwan ji bo bidestxistina mafên xwe bi biryar in.”

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Jîna Emînî ya ku di 13’ê Îlonê de li paytexta Tehran Îranê di dema binçavkirinê de rastî îşkenceya ‘polîsên exlaq’ hat, di 16’ê Îlona 2022’an de li nexweşxaneya wê rakiribûn jiyana xwe ji dest da. Xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin di demeke kin de li welat belav bûn. Xwepêşandan li Îran û Rojhilat bi pêşengiya jinan veguherîn serhildana “Jin, Jiyan, Azadî.”

Serhildana ku ji aliyê jinên cîhanê ve bi çalakiyên curbecur rastî piştgiriyê hat, ji aliyê rejîma Îranê ve bi gelek rêbazên zextê yên weke darvekirin, îşkence, girtin, jehrîkirin, revandin û girtinê hat xwestin were tepisandin. Jinên Misirê der barê serhildana ku ev salek e didome de nirxandin kirin. Cîgira Berpirsiyarê Weqfa Rose El-Yûsif Aliya Ebû Şahba teqez kir ku şoreşa jinan li Îranê ji dema ku Ayetullah Xumeynî hatiye ser desthilatdariyê ve li Îranê berdewam dike.

‘Jin sînoran qebûl nakin’

Aliya Ebû Şahba, anî ziman ku jin ji ber sînorên wan zincîr dikin red dikin rastî zextan tên û wiha got: “Nifşê niha ji ber ku dibistan xwedine ji yên din cuda ne. Berê dibe ku li hemberî hinek rewşan dengê xwe nekirin lê îro jin tu rewşek ku wan sînordar dike qebûl nakin. Ji ber vê yekê encam wê cuda be. Nifşê nû xwedî şiyana kûrewîkirina meseleyê ye.”

‘Ji bo mafên xwe yên hatine girtin paşve bigrin têdikoşin’

Aliya Ebû Şahba da zanîn ku li welatên cîran ên weke Iraqê yên ku ji ber şer û zehmetiyên aborî dijîn jî têkoşîna jinan tê meşandin û destnîşan kir ku jinan bi têkoşîna xwe destkeftiyên li pey hev bi dest xistine. Aliya Ebû Şahba destnîşan kir ku bi destkeftiyan motîvasyonek çêbûye û wiha got:

“Jin ji bo mafên ku bi darê zorê ji wan hatine girtin paşve bigrin têdikoşin. Kiryarên pûç ên ‘polîsên exlaq’ li Îranê, bi taybetî jî riyên cezakirina kesên ku li gorî qanûnên wan tevnagerin, agirê hêrsa gel û jinan geş dike. Tevahîbûna tevgera jinan a li Îranê yek ji nîşaneyên herî girîng e. Rêgezên neçarî yên hîcabê û pê ve girêdayî di encamê de rêjeyên bilind ên îşkence û qetilkirinê, jinan ber bi îradeyeke mezin a bidestxistina mafên xwe ve dibe. Jin li hemberî vê rastiyê di nava hêrs û serhildanê de ne.

‘Jinên ciwan peyamên bi hêz belav kirin’

Aliya Ebû Şahba anî ziman ku jinên ciwan yek ji hêzên herî girîng ên şoreşa Îranê ne û wiha got: “Ew xwedî çoşeke mezin û cesaretê ne. Ji bo bidestxistina mafên xwe bi biryar in. Mexdûrbûn jî wan ji xeyala wan a azadiyê dûr naxe. Jinên ciwan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê têdikoşin, bi riya platformên cihêreng ên medyaya dîjîtal peyamên bi hêz û hêja belav kirin. Di warê mafên jinan de hêzeke mezin da Îranê. Li ser esasê ku haya wan ji mafên wan heye û bi awayên cuda wan îfade dikin û her wiha nêzîkatiya xwe ya li hemberî bûyeran esas digre.”

Aliya Ebû Şahba diyar kir ku piştgiriya civaka navneteweyî kêm û têrker nîn e û got: “Ger piştgiriyeke bi hêztir bihata dayîn, wê pêvajoya şoreşê serkeftîtir bûya.”

‘Divê mafên jinan di her warî de piştgiriyê bibînin’

Parêzera temyîzê Zeyneb Ebû Talib destnîşan kir ku li Îranê bi binpêkirina mafên jinan tê xwestin jiyana jinan bi temamî were kontrolkirin. Zeyneb Ebû Talib diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku tevgera jinan li Îran û Rojhilat wê di pêşerojê de bigihîje armancên xwe û got: “Lê belê girîng e civaka sivîl hem li hundir û hem jî li derve bi jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re piştevaniyê bike. Divê mafên jinan ên li wir di her warî de bên piştgirîkirin.”

‘Hebûna polîsên exlaq binpêkirina hiqûqê ye’

Zeyneb Ebû Talib da zanîn ku rejîma Îranê azadiya jinan red dike û got: “Ji bo doza jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêdivî bi piştgirya zêde heye. Lê civaka navneteweyî pişta xwe da mijara Îranê. Mînak hebûna ‘polîsên exlaq’ bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqê ye. Gotina ‘exlaq’ bi serê xwe nerm e û dikare hiqûqê binpê bike. Ev mijar pêwîstî bi destwerdana navneteweyî heye.”

Zeyneb Ebû Talib bal kişand ku divê tevgera jinan a li Îran û Rojhilat bê xurtkirin û wiha got: “Di heman demê de, bêyî ferqkirina jin û  mêran divê der barê mafên şexsî û mirovî de hişyarî bê kirin. Rola medyayê jî pir girîng e. Divê medya vê mijarê ronî bike û rêxistinên femînîst ên li derveyî sînor jî di vê mijarê de bikevin nava tevgerê. Divê ew zextê li desthilatdariya Îranê bike ku tedbîrên bêtir rêzê li mafên mirovan digrin û binpêkirina pîvan û zagonên navdewletî rawestîne.”