Alîkariyên li Helebce hatin komkirin ber bi herêmên erehejê ve bi rê ket

Li Helebçe kampanya alîkariyê ya ya bi nav ‘Piştevaniyê’ ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ev sê roj bû berdewam dikir bi dawî bû û alikariyên hatine komkirin ber bi heremên erdhejê ve bi rê ket.

Helepçe - Beriya sê rojan ji bo mexdûrên erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê kampanya komkirina alikariyê ya bi navê piştevaniyê li Helepçe hate destpêkirin îro bo dawî bû. Di kampanyayê de hersê şaredariyên Xurmal, biyare û tewalek beşdar bûn. Bi giştî nêzî 16 milyon dinarê Îraqî û 4 hezar betenî, gelek xurek û pêdawîstiyên tenduristiyê hatin komkirin û ji bajarê Silêmanî ber bi herêmên erdhejê ve hatin rêkirin.

Li herêma Xurmal jî karîn 2 milyon û 500 hezar dinarê Îraqê di nava sê rojan de kombikin, ji derveyî bateniye û pêdawistiyên sereke yên zarok û jinan.