"Alf Ba" Projeya Tevlibûna Ciwanan dide destpêkirin
Saziya "Alf Ba Civilian and Coexistence" Projeyek ji bo tevlikirina ciwanan di jiyana sivîl de da destpêkirin.
NOOR SIRÎB
Yemen- Saziya "Alf Ba Civilian and Coexistence" di 11'ê Kanûnê de li paytext Adenê bi hevkariya rêxistina Civakên Cîhanî Global Communities û bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Dewletên Yekbûyî USAID projeyek ji bo tevlikirina ciwanan di jiyana sivîl de da destpêkirin. 50 xort û jinên ciwan beşdarî vî projeyî bûn û hilbijartin bi awayekî wekhev di navbera xort û jinên ciwan de hat dabeşkirin.
Saziyê her wiha bi boneya bidawîkirina Kampanyay Cîhanî ya 16 rojan a li dijî şîdeta li ser jinê bi semînera hişyariyê ya ku ji aliyê parêzer, parêzvana mafên mirovan û parêzvana pirsgirêkên jinan Efra El-Herîrî ve hat lidarxistin û tê de behsa kampanyaya 16 rojan, cureyên şîdetê yên ku jin rastê wan tên û girîngiya parastina pirsgirêkên jinan ji ber rewşa dijwar a ku Yemen tê re derbas dibe, çalakiyek li dar xist.
“Em hewl didin bi projeyê ciwanan bi hêz bikin”
Rêvebera saziya "Alf Ba Civilian and Coexistence" Behiya El-Seqaf ji ajansa me re wiha axivî: "Bi projeya ku me daye destpêkirin, em hewl didin ciwanan bi hêz bikin da ku biryarên xwe yên navneteweyî bigrin û daxwazên herî girîng ên ku wan di warê avakirina aştiyê de li navçeyê çalak dike, ji parêzgarî û welat bi giştî dest pê dike, destnîşan bikin."
Behiya wiha lê zêde kir: "Bi boneya bi dawîkirina Kampanyaya 16 rojan a tekoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, hevkarî bi şêwirmenda ofîsa nûnerê Neteweyên Yekbûyî ku parêzvana jinan û mafên mirovan dike Efra El-Herîrî, hat kirin û xebatek pêşkêş kir û kaxezek xebatê li ser kampanyaya li dijî tundiyê û çawaniya aktîfkirina rola ciwan û jinan ji bo beşdarbûna di vê kampanyayê de her wiha kaxezek xebatê jî bi boneya roja cîhanî ya mafên mirovan hat pêşkêşkirin."