ALCREDIF tevli Kampanyaya Navneteweyî ya li Dijî Tundûtûjiyê dibe
Rêvebera Giştî ya Navenda Lêkolîn û Belgekirinê "ALCREDIF" Necla El-Alanî ji ajansa me re encamên kampanyaya ku zêdetirî mehek berdewam kir eşkere kir û diyar kir ku 3 hezar û 375 kesan bi kampanyayê re li ser rûpela fermî ya "CREDIF" têkilî danîne. Di heman demê de hejmara komentên înteraktîf ên di navbera zayendan de li ser girîngiya kampanyayê gihîşt 261’an.
ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis-Di bin dirûşma "16 roj û her roj" de Navenda Lêkolîn û Belgekirinê" ALCREDIF" li Tûnisê roja 26’ê Mijdarê roja kampanyaya navneteweyî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku Tûnisê jî tê de cihê xwe girtiye dest pê kir. Bi beşdariya Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî û Pêşkêşkirina encamên kampanyaya "Navê xwe cudakarî ye" ku tê xwestin hişyariya li ser metirsiya tundiya sembolîk û ne diyarkirî ya li ser jin û keçan bilind bike. Wê bal kişand ser şahidiyên mêrên ku bi girîngiya beşdariya hêmana baviksalar bawer dikin û prensîba "mêrbûna erênî" di têkoşîna li dijî tundûtûjiyê de bi celebên wê çalak dikin.
Rêvebera Giştî ya Navenda Lêkolîn û Belgekirinê "ALCREDIF" Necla El-Alanî ji ajansa me re encamên kampanyaya ku dê zêdetirî mehek berdewam kir eşkere kir û diyar kir ku 3 hezar û 375 kesan bi kampanyayê re li ser rûpela fermî ya "CREDIF" têkilî danîne. Di heman demê de hejmara komentên înteraktîf ên di navbera zayendan de li ser girîngiya kampanyayê gihîşt 261’an, ji bilî beşdarbûna 621’an.
Gelek sazî beşdar bûn
Parêzgehên herî zêde ku beşdar bûn, Tûnisa Mezin, Sfqas, Monastir, Nabul, Sousse û Medenine bûn. Di heman demê de 31 saziyên medyayê li ser platformên cihêreng, ji radyo, televîzyon û malperan, kampanya şopandin. Ji bilî tevlibûna hin sazî û dezgehên civaka sîvîl di kampanyayê de, wekî beşdariya Çavdêriya Niştimanî ya li ser Tundûtûjiya li Dijî Jinan, Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kal û Pîran, Komeleya Hemwelatiyên Tûnisî "Ez hemwelatî me" û Rêxistina Tûnisê ya Perwerde û Malbatê.
Bi kampanyayê nîqaş di navbera şopîneran de çêbûn
Necla El-Alanî diyar kir ku kampanya di afrandina nîqaşan de di navbera şopînerên rûpelê de û serpêhatiyên kesane de bi ser ketiye. Zêdebarî beşdarbûna gelek aktorên civakê di kampanyaya hişyarkirinê de bi riya daliqandina wêneyên taybet ên bi vê boneyê li ser 15 otobusan da ku li paytextê û hin taxên wê bigere heya ku bigihîje kom û beşên cuda. Wê bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya sembolîk a li ser jin û keçan.
Têkildarî bandora kampanyaya 16 rojan a tevahiya salê jî diyar kir ku kampanyaya li dijî tundiyê ji Cotmeha par ve hatiye destpêkirin û ev dewre riyek e ji bo danasîna çalakiyên curbecur û pêşkêşkirina encamên kampanyayên ku weqfê li seranserê salê pêk anîne. Her wiha wê behsa bernameya amadekirina kaxezên rêberiyê li ser rastiya qanûnî ya şîdeta dîjîtal û bandorên derûnî û civakî li ser mexdûran û jîngehê bi tevahî kir.
“Kampanyaya navdewletî derfeteke girîng e”
Her wiha bal kişand ser girîngiya kampanyaya navneteweyî ya ku Tûnis tê de cih digre û aliyên cur be cur bi beşdariya aktorên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl, zêdebarî aktorên navneteweyî ji bo xurtkirina çalakiyan ji bo danîna bingehên têkoşîna li dijî tundûtûjiyê bi hemû awayên wê. Wê teqez kir ku kampanyaya navdewletî derfeteke girîng e ji bo pêşkêşkirina çareseriyên realîst ji bo rûbirûbûna karesatê ji her alî re.
Rêvebera Beşa Ragihandin û Pêwendiyê li "ALCREDIF" Huda Al-Duraidi ku ew jî tevli nêrîna Necla El-Alanî dibe û bal dikşîne ser girîngiya xebata li seranserê salê ji bo rûbirûbûna cudaxwaziya li dijî jinan ji bo avakirina zemînek zexm ji bo berxwedana her cure tundiyê. Wê teqez kir ku 16 roj ne bes e lê girîng e ku bêtir ronahiyek were rijandin û li lêgerîna sedem û riyên pêşîlêgirtin û dermankirinê bi hevkarên curbecur re werin şopandin
“Divê xebatên ji bo rûbirûbûna tûndîtiyê bi belgekirin, perwerde û lêkolînê pêk werin”
Huda Al-Duraidi diyar kir ku divê xebatên ji bo rûbirûbûna tundiyê bi şêwazên curbecur pêk bên. Ji belgekirin, perwerde û lêkolînê, heta aliyê hestiyarkirin û hişyarkirinê û wiha domand: "16 roj guncav in ku em bi bîr bînin û divê xebat di vê kapasîteyê de li seranserê salê hebe da ku bigihîje armanca sereke. Wê hêvî kir ku têkoşîna li dijî vê nexweşiyê bibe navenda xebatên gelek saziyên pêwendîdar ên têkildarî mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî.
Der barê hevahengiya ligel "ALCREDIF" û rêxistinên civaka sivîl di dema kampanyayê de û beriya wê jî Huda Al-Duraidi diyar kir ku ev yek ji karên sereke yên karê hemahengiya Weqfê ye û got ku pirsgirêka mafên mirovan ne yekdestdariya aliyek taybet e, belkî mijarek horizontî ye ku saziyên ragihandinê û civaka sivîl li dora wê yek in. Ji bilî hevkariya bi saziyên giştî re, ji ber ku şîdet diyardeyeke cîhanî ye û bandorê li ast û beşên cuda dike.
Girîngiya rola medyayê
Her wiha teqezî li ser girîngiya rola medyayê di şerê li dijî vê diyardeyê de kir bi riya belavkirina naverokeke medyayî ya baş ku şerê tundûtûjiya li ser jinan dike û çandeke tolerans û pêwendiya civakî di wekheviyê de ava dike. Ev jî tişta ku Rêvebera Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî li Tûnisê Reem Fayala tevli dibe ku teqez li ser rola medyayê di rûbirûbûna diyardeya tundûtûjiya li dijî jinan de kir. Di riya çavdêriya derbasbûna bernameyên ku têgihîştinên tundûtûjiyê bi her rengî rewa dikin, belav dikin.
Reem Fayala banga seferberiyê ji bo rûbirûbûna tundiyê kir ku rê nede axaftinên cihêkariyê derbas bibin, ew jî armanceke hevpar a saziyên cuda ye ku piştî avakirina Zagona Têkoşîna Dijî Tundiyê ya jimare 58 a sala 2017’an ku weke şoreşa rast tê dîtin. Wê banga temînata cîbicîkirina zagonê û dîtina mekanîzmayên pêwîst ji bo rêgirtin, parastin û hişyarkirina destdirêjiyan bi danîna budçeyên pêwîst ji bo hêsankirina karê pêkhateyên cihêreng jinavbirina nexweşiyê kir. Wê bal kişand ser girîngiya tevlikirina mêran di kampanyayên cihêreng de ji bo bilindkirina hişyariyê.