Al-Urwa Al-Wuthqa ev 57 sal in ji bo jin û zarokan dixebite

Komeleya Al-Urwa Al-Wuthqa ku ev 57 sal in li Misirê xebat dimeşîne, bi bernameyên perwerde yên cûr be cûr jin û zarokan xurt dike, li dijî tundiyê jî hişyarbûyina civakî ava dike.

ASMAA FATHİ

Qahîre- Komeleya Al-Urwa Al-Wuthqa ya ku di sala 1966’an de li Misirê hat avakirin û xwedî pêwira yekemîn komeleya welat e, ji bo jin û zarokan xebat dimeşîn e. Komela ku beşên wê yên wekî navenda parastina jinan, malbatên berhemdar, kreşa zarokan, komeleya jinan heye, li dijî tundiya li ser jinê xebatên hişyariyê jî pêk tîne. Endama desteya rêveber û hejmarvana komeleyê Mona Ahmed Hassan Al-Alqamî têkildarî xebatên komeleyê pirsên ajansa bersivand.

Hûn dikarin ji me re behsa armanc û xebatên damezrandina komeleyê ku xwedî raboriyek dewlemend ku ji 1966’an heta roja me ya îro digihîje bikin?

Hejmarek ji sembolên Misrê ku stranbêj Umm Kulthum jî di nav de, avakirina Komeleya Al-Urwa Al-Wuthqa qebûl kir. Li Îskenderiyeyê ji bo komkirina pereyên ya ji malbatên feqîr re bên xerckirin avakirina organîzasyonek û avakirina qadên stargeh ên ji bo keç û xortan bal kişand. Her wiha di komeleyê de beşên wekî navenda parastina jinan, beşa malbatên berhemdar, navenda zarokan û klûba jinan jî heye. Bi taybet zarokên malbatên xwe winda kirine, ji bo xizmeta hemû beşên civakê hat avakirin. Xebat ji bo zarokên ji aliyê malbatên xwe ve hatine terikandin û jinên ku di nava komên şikestiyên civakê de ne û gelek barê giran hildigirin jî tên kirin. Piştî şoreşa 25'ê Çileyê, nifşek pir mezin ên ji zanîngehê mezûn ên û piştî peydakirina kar temenê lênêrînê temam kirin, ji komeleyê mezûn bûn. Hin zarok jî heta ku rewşa wan hin zêdetir aramtir bû li komeleyê man.

Komela ku di demên dawîn de bi taybetî hewil dide li ser pêşxistina şarezayên zarokên bêkes dixebite, ji bo bidestxistina gelek şarezayên wekî perwerdehiya kompîturê, tîpên Erebî û wêneyan xebat dimeşîn e. Komele di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo avakirina malbatên berhemdar, ji bilî hûnerên destan ên curbecur ên wek dirûtin û neqîş, di sektorên wek hilberîna malzemeyên hîjyenê de ji bo jinan gelek kursên perwerdeyê dide û her wiha ji zarokên xwedî pêdiviyên taybet beşek vekir û dersên xwendin-nivîsandinê dide. Ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet entegreyê civakê bibin, pêwistiya wan bi alîkarî û piştgiriyê heye.

Ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinê ya ku gihiştiye heta asta qetilkirine, çi dikarin werin kirin?

Divê ji ber ku di guhertina hişmendiya civakê de, baştirkirina rêbazên perwerdeyê û mezinkirina nifşekî asayî ku di tu astê de binpêkirinên li dijî jinan qebûl nake, alîkariyek mezin dide vegerin ser xebatên geşepêdanê. Ji bilî zarokan divê ji bo komên cuda yên malbatê jî dewreyên perwerdeyê bên organîzekirin. Divê li dijî tundiya li ser jinê çalakiyên hişyariyê bên pêkanîn. Ji bo guherandina çanda komên hedef xebat pêkan e û dema ku rê û rêbazên rast werin bikar anîn û bi taybetî jî di zemînê de xwesta guhertin û bandorkirina rast hebe, avakirina çanda giştî hêsan e.

Li Îskenderiyeyê pirsgirêkên herî mezin ên jin rû bi rû dimînin çi ne?

Mixabin, li Îskenderiyeyê qeyran belavê şaxan dibin. Di pêşiya wan de jî, rûbirûbûna jinan a tundiya nava malê, tevgera jinê û jêhatibûnên wan ên pêşketinê felc dike. Gelek jin berpirsyartiya malbatê digirin li ser xwe. Li aliyê din bi taybetî li kolîtan bikaranîna madeyên hişber belav dibe. Ev jî di avabûna malbatê de dibe sedema bêhevsengiyek vekirî û bandor pêşeroja ferdên malbatê dike. Gelek jin ji bo xwedîkirina malbatên xwe dixebitin, lê eger hevjînê wan bi tiryakê madeya hişbîr be, pereyê ku jin dixebitî jî ji aliyê mêrê tiryakê madeya hişbir ve tê desteser kirin. Di vê rewşê de jin nikaribin debara xwe bikin, hem rastî tundiyê tên û hem jî zarok jî ji tundiyê zirar dibînin.

Li Îskenderiyeyê ji bo derbaskirina qeyranan têkildarî çareseriyên muhtemel, nirxandinên we çi ye?

Ez bawerdikim ku bi cîbicîhanîna hemû zagonan re di başkirina rewşa endamên malbatê de roleke wê ya bihêz heye. Ji bo ku jin aboriya xwe ya serbixwe bidest bixin, perwerdehiya pîşeyî didin û ji bo bihêzkirina wan xebat dimeşînin. Li aliyekê jêhatibûnên wan a di jiyana xwe de girtina biryarên rast zêde dikin, ji aliyê din li dijî binpêkirinên rastî tên, wan xurt dikin. Di parastina jinan û çareserkirina gelek qeyranan de rola hişyarkirinê pir mezin e. Ji ber ku ew ê karibin mafên xwe, prosedurên pêdivî dibînin û her wiha amûrên dê wan diparêze fam bikin. Van hemûyan ji bo zêdekirina jêhatibûna wan a xwebawerî û bilindbûn û serkeftîbûnê alîkarî dide.