Aktîvîstên Lubnanî: Divê civaka navdewletî ji xewa kûr şiyar bibe

Jinên aktîvîstên mafên mirovan ên Lubnanî diyar kirin ku Îsraîl bi hedefgirtina sivîl û jîngehê li Şerîda Xezayê sûcê qirkirinê pêk aniye û gotin: “Divê civaka navneteweyî ji xewa kûr şiyar bibe û zextê li kiryaran bike ku bên darizandin.”

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd- Piştî operasyona Hamasê ya di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê ya bi navê ‘Tofana Eqsayê’, êrîş û qetlîamên Îsraîlê yên ku wek “qirkirin” tê binavkirin, li dijî sivîlan û jîngehê yên li Şerîda Xezayê ya dorpêçkirî, berdewam dikin.

‘Pêkanînên Îsraîlê sûcên Naziyan tînin bîra me’

Jinên aktîvîstên mafên mirovan ên Lubnanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê weke “sûcê şer” nirxandin. Seroka Tevgera Jinan a Komeleya Mûsawa-Warda Butros Mary El-Debs destnîşan kir ku êrîşên hêzên Îsraîlê sûcê dijî mirovahiyê ye û diyar kir ku Îsraîl bi van sûcan sûcên ku Naziyan di Şerê Cîhanê de kirine bi bîr tîne. Mary El-Debs got ku Îsraîl ji sala 1918’an û weşandina Deklarasyona Balfour û vir ve li Lubnan, Filistîn û gundê Bahr El-Bakar yê Misrê gelek sûc û sûcê qirkirinê kiriye û got: “Lê belê êrîşa qetlîamê ya li dijî Nexweşxaneya El Memedanî ya Xezayê (el-Ehlî Baptîst) êrîşa herî mezin e. Divê kiryarên vê qetlîamê bên cezakirin. Yekane çareserî ji bo bidestxistina aştiyê li Rojhilata Navîn, vegera gelê Filistînê ya li ser axa xwe ye.”

‘Divê em piştgiriya xwe ya ji bo Filistînê bidomînin’

Mary El-Debs bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, Yekitiya Jinên Demokratîk a Navneteweyî, hiqûqnasên navneteweyî, komên ciwanan û xwendekaran kir ku ji bo danîna bingehên pergala nû ya cîhanê bikevin nava liv û tevgerê. Mary El-Debs got: “Divê em piştgiriya xwe ya ji bo mijara Filistînê bidomînin. Ji ber ku mijara bingehîn ev e. Divê gel li welatên ku lê ne, ji bo dersînorkirina balyozên Îsraîlê gavan bavêjin.”

‘Divê civaka navneteweyî bikeve nav tevgerê’

Seroka Komeleya Rêbertiya Jinên Ereb a girêdayî Yekîtiya Dewletên Ereb û Koordînatora Mafên Mirovan a Şaxa Bakur a Baroyê Parêzer Suhaîr Derbas bi bîr xist ku Îsraîlê nexweşxaneya li Şerîda Xezayê hedef girt û got: “Êrîşa li ser nexweşxaneyekê, ku li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî wek herêmeke ewle tê hesibandin, sûcê şer e û ji ber vê yekê divê civaka navneteweyî bikeve nav tevgerê.”

Suhaîr Derbas bal kişand ser wê yekê ku sivîlan bi lez û bez xwe li nexweşxaneyê û derdora wê girtin piştî hişyarî û bangên artêşa Îsraîlî û wiha got: “Hedefgirtina sîstematîk a zarok û jinan li gorî qanûnên mirovî yên navdewletî û girêdayî mafên mirovan hemû peyman û lihevkirinên navdewletî wek sûcê şer tê dîtin. Îsraîl ji 7’ê cotmehê ve di êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezayê de peydakirinên elektrîk, av, derman û xwarinê qut kiriye. Dibe ku karesateke mirovî çêbibe.”

‘Bêdengiya dewletên cîhanê li hemberî nirxên mirovahiyê şermeke mezin e!’

Sekretera Giştî yê Komeleya Xizmetên Mirovî Maî Halîl Murad êrîşên li dijî gelê Şerîda Xezayê wekî “êrîşên terorîstî” pênase kir. Maî Halîl Murad got: “Fîlîstînî ji sala 1948’an û vir ve êş û azarê dikişînin û ji aliyê hêzên Îsraîlê ve rastî komkujiyên bêhêjmar tên. Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî nirxên mirovahiyê şerm e, sivîlên bêparastin bê hesab û kontrol dikin hedef. Ev bêdengiya navneteweyî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, serkêşiya UNIFIL û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ve bi zanebûn tê kirin. Neserketina şermezarkirina wan a Îsraîl delîleke zelal a komkujiyên hovane ye.” Maî Halîl Murad bal kişand ser peymanên navneteweyî û wiha got:

“Di qanûn û peymanên navneteweyî de jin, kal û pîr, nexweş, zarok, personelên tenduristiyê û erkdarên tenduristiyê di dema dagirkirinê de xwedî mafê parastina rewa ne. Lê tevî belgekirina sûcan jî ev peymanên navneteweyî tên paşguhkirin. Bombebarana Nexweşxaneya Baptîst a li Şerîda Xezayê yek ji sûcên herî hovane ye. Jin û zarok jî di nav de bi sedan kesên tên dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Ev qirkirin e.”

‘Divê Îsraîl dawî li dagirkeriya xwe bîne’

Maî Halîl Murad diyar kir ku divê civaka navneteweyî ji bo ku Îsraîl dawî li hedefgirtina navendên tibê, nexweşxane, xebatkarên tenduristiyê, sivîl û rojnamevanan bîne, bikeve nav tevgerê û got: “Divê civaka navneteweyî ji xewa kûr şiyar bibe û zextê li Dîwana Edaletê ya Navnetewî bike da ku kiryar bêne darizandin.  Ji bo ku edalet pêk were divê tedbîrên lezgîn bên girtin. Ji bo azadiya gelê Filistînê, ji bo ku vegerin ser axa xwe û jiyanek bi rûmet bijîn divê em li kêleka gelê Filistînê bin. Divê dagirkerî bi awayekî aştiyane bi dawî bibe.”