Aktîvîstên jin: Ol mafên jinan diparêze ne li dijî wan şer dike

Aktîvîstên jin ên beşdarî kongreya Hevgirtina NADA bûn tekez kirin ku ol mafên jinan diparêzin, ne ku li dijî wan şer dikin û gotin: "Tevgerên tundrew li gor berjewendiyên xwe ji bo sînordarkirina azadiya jinan, olê şirove dikin."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Silêmanî – Ji dema vegera Îslama siyasî ya li desthilatiya li Bakurê Afrîkayê û herêmê, bi serhildanên ku rê li ber Birayên Misilman, rêxistinên tundrew û fraksiyonên çekdar vekirin, jinan herî zêde êş kişandine û bi tundiyê re rûbirû mane. Şerek li dijî bedena wan hatiye kirin, mafên wan hatine çewsandin û destkeftiyên ku tevgerên jinan di dehsalan de bi dest xistine, hatine têkbirin.

Guhertinên li herêmê îspat kirine ku Îslama siyasî di lêgerîna xwe ya desthilatdariyê de mafên jinan xera kiriye. Bi armanca ferzkirina pergalek civakî li gor pêdiviyên xwe ku jinan û mafên wan nas nake. Aktîvîstên jin ên beşdarî kongreya Hevgirtina NADA bûne, derbarê Îslama siyasî de ji ajansa me re axivîn.

'Tevgerên tundrew li gor xwe olê bikar tînin'

Aktîvîsta mafên jinan Esmaa Keftero bal kişand ser rastiya îslamî û wiha got: “Îslamê zilm li jinan nekiriye. Jin koma herî bê parastin a û ji aliyê her kesî ve wek şerm û xelekek qels tên dîtin. Lê di rastiyê de, ew xelekek bihêz in ku her kesê hewceyî hêz û piştgiriyê ye, dikare xwe bispêre wê. Dîroka olî jinan ji holê nerakiriye û ne jî dûrxistina wan a ji biryardanê nas kiriye, wek ku niha tê pênasekirin. Tevgerên tundrew dixwazin jinan paşde bixin. Ji ber ku hişmendiya jinan û pozîsyona wan di jiyana giştî û siyasî de ne li gor wan in. Di şerê hebûn û pozîsyonê de jin bê guman dê bi ser bikevin."

'Îslama siyasî li Tunisê yek ji bûyerên siyasî û civakî ye'

Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê Recaa El-Dehmanî qala Îslama Siyasî li Tûnisê kir û wiha axivî: “Îslama siyasî li Tunisê yek ji bûyerên siyasî û civakî yên herî berbiçav e ku bandor li ser rêça dewleta Tunisê kiriye. Bi taybetî piştî serhildana ku di Kanûna 2010'an de dest pê kir û rejîma Zîne El Abîdîn Ben Elî di Çileya 2011'an de hilweşand. Rihên Îslama siyasî li Tunisê vedigerin salên 1970'an. Îslama siyasî li Tunisê di qonaxên bilind û nizim re derbas bûye û di navbera bangawaziya nasnameyek îslamî û beşdarbûna di çalakiya siyasî ya demokratîk de lerzok bûye. Piştî serhildanê wê rolek girîng lîstiye, lê îro ew bi pirsgirêkên mezin re rûbirû ye ku dibe di pêşerojek nêzîk de rola wê ji nû ve teşe bide an jî bandora wê kêm bike."

'Jinên Sûdanê tevî şerê li ser bedena wan xwedî rol in'

Çalakvana Sûdanî Omeyma.... li ser êşa ku jinên Sûdanê ji ber Îslama siyasî dikişînin, wiha got: “Di serdema Omer El-Beşîr a sala 1983'an de, rêjîma berê mafên jinan binpê kir û destkeftiyên tevgera femînîst ku di salên 1950'an û berê de dest pêkir, ji bo jinan qels kir. Rêjîmên paşverû yên ku ji Sûdanê derbas bûn, azadiyên takekesî û kolektîf hedef girtin û ji bo bindestkirina dengê jinan û rêgirtina li xebatên wan dest bi sepandina sansurê li ser bedena jinan kirin. Tevî vê jî, jinan karîn li hember wan rejîman û zordariya siyasî li ber xwe bidin û tevî şerê ku li ser bedenê wan hatiye kirin jî, ew hê jî roleke xurt dilîzin.”

'Îslama siyasî jinên ciwan bi binpêkirinan re rûbirû hişt'

Omeyma di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku pêşengiya jinan di serhildana 2019'an de wek bersivek ji qirkirina wan re bû û wiha axivî: “Di encama Îslama siyasî ya ku bi dehan salan li Sûdanê hukim kir de, jinên ciwan bûn mexdûrên sunetkirinê, zewaca di temenê biçûk de û dev ji dibistanê berdan. Her wiha jin bûn mexdûrên şert û mercên aborî yên dijwar ên di bin desthiladariya Birayên Misliman de. Îslama siyasî di paşguhkirin û dûrxistina jinan de rolek lîst da ku li ser hesabê bedena wan ku bi zordarî û kontrola baviksalar û civakî tijî bûn, xizmeta ajendayên jehrîn bike.”