Aktivîsteke ji Şamê: Cudakirina zayendan cihêkariyê zêde dike

Dibistan cihên perwerde û zanînê ne lê li Sûriyeyê li cihê ku bernameyên têkiliya di navbera dê, bav û zarokan de baştir bibin werin pêkanîn, hikumeta demkî biryarên wisa dide ku ger tedbîr neyên girtin dê zirarê bidin civakên Sûriyeyê.

RANIM EL-ABID

Şam – Li welatekî ku di nav şer, perçebûyîn û hilweşîna pergala perwerdeyê lê maye, dibistan hem awêneyên civakê ne, hem jî pêşeroja civakê diyar dikin. Biryara ku tê xwestin zarokên keç û kur ên dibistana seretayî ji hev werin veqetandin, bû sedema nîqaşên mezin. Jinên Sûriyeyî diyar dikin ku divê li ser awa feraseta perwerdeyê ji nû ve were fikirîn. Lewre perwerde bingeha avakirina wekheviyê ye ne cudakarî.

Di nava nîqaşên perwerde, olî û civakî de, civakek ku ji rûniştina li ba hev a zarokên keç û kur bitirse, di pêşerojê de nikare têkiliyên li ser esasê rêzgirtin û wekheviyê ava bike.

‘Bi perwerdeyê gelek pirsgirêkên welatekî çareser dibin’

Amîra Hawace ya ku siyasetmedarek e berê ye û niha aktivîsta civaka sivîl e li ser mijarên mafên jin û zarokan dixebite wiha dibêje:
“Bi xebat, tecrube û guhdarkirina gelek mirovan min dît ku perwerde dikare gelek pirsgirêkên welatek çareser bike. Em dizanin li welatê me gelek pirsgirêk hene. Kêmasiya zanîna civakî, carna digihîje asta nefretê, rêjeya kesên xwendin û nivîsandinê nizanin zêde ye, di van salên şer de gelek zarok ji perwerdeyê bêpar mane. Ev hemû berpirsyariya me ya di vî warî de nîşan didin. Her gava ku ji bo perwerdeyê were avêtin divê bi baldarî be lewre ji bo me ya esas ew e ku ji bo welatê me bi ser xwe ve were tiştên divê em bikin.”

Amîra Hawace, got ku xebata bi hev re ya medya, civakê û hikumetê dê sûdê bide civakên Sûriyeyê û diyar kir ku ew hêvî dike reformên ku pêşî li nefret û cudakariyê bigrin werin amadekirin û wiha didomîne: “Mînak mijara cudakirina polên zarokên kur û keç… Gelo dibe ku civak vê yekê bipejirîne? Ger wisa be divê were zanîn ku ev ji bo xwendekaran bi sûd nîn e.”

Em çima ditirsin?

Amîra Hawace gotinên xwe bi van pirsan didomîne: “Van zarokan demên pêş dê li zanîngehan bi hev re bixwînin, bi hev re bixebitin û bi hev re bibin xwedî malbat. Wê demê çima em wan ji temenê biçûk ve dixin rewşeke ku ji hev bitirsin? Di perwerdeyê de veqetandina keç û kuran wan naparêze dijberî wê dibe sedem ku kur xwe di ser xwişka xwe de bibînin lewre dê di temenê biçûk de hîn nebe ku keç jî xwedî heman mafan in, dibe ku ji wan zîrektir û behremendtir bin. Bi vê yekê cudakarî çêdibe. Ev yek jî rasterast zirarê dide malbatê û zarokên keç ên ku dixwazin perwerdeyê bibînin. Pêdiviya me bi kesên ku ji nû ve civakê rakin ser piyan heye û em baş dizanin kesên perwerde dîtibin zêdetir dikarin sûdê bidin welatê xwe. Wê demê çima biryareke wiha hat dayîn?

Divê em ji bo civaka ku ji perwerdeya bi hev re ya zarokên keç û kur ditirse bixebitin û wan zana bikin. Dema zarok bûm li dibistana seretayî em bi hev re rûdiniştin, di ya navîn de keç li aliyekî kur li aliyekî bûn. Hinek civak dibe ku vê bipejirînin lê dema ku gelek kes pêşeroja keçên xwe fikirîn vê biryarê lêpirsîn kirin lewre keçên wan di zanîngehan de dê dîsa bi mêran re bixwînin. Ji ber wê ev biryar bi mantiq nîn e. Jixwe tevî kêmasiya personelên dibistanê, zêdebûna kesên di polan de, kêmasiyên giştî, kêmbûna qadên laboratuar û sporê û pirsgirêkan, vî barê girantir dikin.”

Li gorî Amîra Hawace ev biryar di lehiya keçan de nîn e lê dê nikaribe îsrara wan a têkoşînê tune bike û wiha didomîne: “A girîng ew e ku perwerde hebe. Xetera esasî, ew ku vî mafê ji zarokên keç were girtin. Ger keçek di 14-15 saliya xwe de ji dibistanê were girtin û zewicandin, kesayetiya wê tê tunekirin. Ew kes ne bi xeyalên xwe dijî neçarî rolên kevneşopî dibe.”

‘Parastina rastîn bi perwerdeya rast pêkan e’

Amîra Hawace diyar dike ku mijar hemû têkildarî hev in û wiha didomîne: “Cudakirina zayendan exlaq naparêze; dijberî wê cudahiyê zêdetir dike û dibe sedem ku hestên hêzê bi zarokên kur re çêbibe. Zarok di vê serdemê de ji dibistana seretayî pê ve telefon û  YouTube bi kar tînin, li vîdyoyên ku jin û mêr hene, mîkanên asayî yên jiyanê temaşe dikin. Wê demê em ê çawa li dibistanê bi hinceta parastinê wan ji hev veqetînin? Parastina rast, di perwerdeya rast a li dibistanê tê dayîn e. Divê zarok bizanibin ku mafên wan wekhev in, ne ji bo ji hev bitirsin, ji bo ji hev hîn bibin diçin dibistanê. Divê dibistan cihê zanîn û perwerdeyê bin. Divê bernameyên hayjêbûnê ji bo malbatan werin lidarxistin lewre bêyî xebata bi malbatan re tu perwerde serkeftî nîn e.”

‘Divê em perwerdeyê ji bo rêzdarî maf û zanîna berpirsyariya ji bo parastina ruh û beden bibînin’

Amîra Hawace, xwest dibistan bibin cihên diyalogê, der barê mafên malbat û zarokan û girîngiya  perwerdeya bi hev re de bi rêkûpêk civîn werin lidarxistin û wiha got: “Divê em perwerdeyê riya fikrên azad, rêzdariya ji bo xwe, rêzdariya ji bo kesên din, hişmendiya maf û berpirsyariyê, zanîna ji bo parastina ruh û beden bibînin. Ya ku divê wezareta perwerdeyê bike, ne cudakirina zayendan,  li ser esasê wekheviyê perwerdeya bi hev er ya xwendekarên keç û kur e. Li dibistanan divê ne tirs, ewlehî, ne cudahî, wekhevî, ne tehekum, rêzdarî were hînkirin. Dibistan ne tenê saziyên perwerdeyê ne; di heman demê de cihên ku nirxên welatî û civakî lê tên avakirin in. Reform ne tenê bi zagonan, di rêzên dibistanan de di nêrîna zarokek a ji hevalê xwe re û bi xwebaweriya keçek dest pê dike.”