Aktîvîsta Yemenî li herêma di bin kontrola Hûsiyan de rastî tacîz û binpêkirinê hat

Aktîvîsta Yemenî Leyla el-Mektarî, diyar kir ku li qereqoleke polîsan li Hudeydayê rastî tacîzê hatiye û xwest binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî jinan li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de bên lêkolînkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Yemenê, fikarên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî sivîlan û bi taybetî li dijî jinan li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ji nû ve hat rojevê. Navên ku di qada mafên mirovan de xebatê dimeşînin, diyar kirin ku jin li yekîneyên ewlehiyê û xalên kontrolê rastî binpêkirinên cuda tên û daxwaza lêpirsînek serbixwe kirin.

Aktîvîsta Yemenî Leyla el-Mektarî, di daxuyaniya bi dîmen a li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, ragihand ku li qereqoleke polîsan a li navçeya Bacil a parêzgeha Hudeydayê rastî tacîzê hatiye. Leyla el-Mektarî, pêkhatina bûyerekî wiha ya li saziyeke ewlehiyê ya berpirsiyarê misogerkirina ewlehiya welatiyan e, şermezar kir.

Giliyên wekhev hene

Aktîvîst, îdia kir bûyera qala wê dike ne ewil e û diyar kir ku wê ji gelek jinên li deverên di bin kontrola Hûsiyan de dijîn heman giliyan girtiye. Leyla el-Mektarî, da zanîn ku jinên pê re têkilî danîne, diyar kirine ku di dema rêwîtî yan jî li hinek xalên kontrolê yên ewlehiyê rastî binpêkirinên mafan hatine.

Leyla el-Mektarî, îdia kir ku gelek rêwiyên jin bi saetan li xalên kontrolê yên ewlehiyê tên rawestandin û bi taybetî jî bal kişand ser xala kontrolê ya "En-Naka" ya li ketina bajara Hudeydayê. Aktîvîst, da zanîn ku karmendên ewlehiyê li wir jinan bi hinceta refeqetvanê mêr nîn e yan jî destûra rêwîtiyê nîn e desteser dikin û destnîşan kir ku van kiryaran azadiya rêwîtiyê bi awayekî dijhiqûqê sînordar dike.

'Divê berpirsiyar hesab bidin'

Leyla el-Mektarî, diyar kir ew giliyên ku jin li hinek navendên ewlehiyê yên navçeya Bacilê ji aliyê kesên girêdayî hêzên ewlehiyê ve rastî êrîş û şantajê hatine wergirtiye û got ku divê ev binpêkirin bi awayekî serbixwe werin lêkolînkirin û berpirsiyar hesab bidin.

Vêgotinên aktîvîst di medyaya dîjîtal de dengek berfireh veda. Gelek aktîvîst û rêxistinên mafên mirovan, banga lêpirsîneke zelal a binpêkirinan, misogerkirina ewlehiya jinan û pêşîgirtina li bûyerên bi vî rengî ya di saziyên ewlehiyê de kirin.