Aktîvîsta femînîst û dijberê şer Nastya li Tirkiyeyê hat qetilkirin

Tê payîn ku femînîsta Rûs û aktîvîsta dijberê şer Anastasia Yemelyanova (Nastya) ku piştî şer hat Tirkiyeyê ji aliyê dergistiyê xwe Nîzar A. ve hat qetilkirin, wê sewqî welatê xwe bê kirin.

Navenda Nûçeyan- Femînîsta Rûs û aktîvîsta dijberê şer Anastasia Yemelyanova (Nastya) a  32 salî piştî erîşa Rusya li ser Ûkraynayê di meha Gulana 2022’an hatibû Tirkiyeyê li Erzîromê ji aliyê dergistiyê xwe Nîzar A. di 25’ê Îlonê hat qetilkirin.

Nîzar A. ku ji qetilkirinê tê sucdarkirin hat girtin. Tê payîn ku Nastya a ku kampanyayên der barê Li dijî şîdeta nav malê lidardixist cenazeye wê sewqî welatê xwe bê kirin

Di gelek projeyên femînîst de cîh digirt

Hat zanîn  Nastya di gelek projeyên femînîst û aktîvîst de cîh girtiye û yek ji nivîskarên kanala ya YouTube "Feministki pojasnyajut" (Femînîst Vebêjin) bû. Nastya  a ku vîdyoyên li ser mijarên femînîzm, şîdeta nav malê parve dikirin di tevgerên koma hunermendên aktîvîst "Rodina" û "Vesna" de bi çalak cîh digirt. Nastya di projeya "Skazki dlya devochek" ( ji bo keçan çîrok ) de wek edîtor dixebitî di eynê wextê de ji bo girtiyên siyasî ên li Rusyayê li Stenbolê di amadekariya çalakiyên name nîvîsandinê de projeyên xwe amade dikir.

Piştî şer vegeriya lêkolîna xwe

Nastya a ku berî şer start-upek  bi navê "VegCode" hebû û serîlêdanek xebitî ku bi barkodê xwe diyar dikir ka hilber vegan e an na, piştî şer vegeriya lêkolînê. Nastya tevlî Navenda Lêkolînê ya Hannah Arendt bû ku torên civakî analîz bike da ku bandora şer li ser zarokan li Rûsyayê vekolîne, Nastya bu avakerê şîrîkê projeya  "Shpargalka" (kopiya Kaxezê), a ku mafên mirovan ji bo xwendekar, dêûbav û mamosteyan.

'Em li vir li benda wê bûn'

Li gor nûçeya Bianetê; Hevalên wê diyar kirin ku Nastya piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê ewil çû Stenbolê û got: “Ji ber ku em hevalên wê berê xwe didin vê derê. Li hemberî vî şerê hovane, her tiştê ku hat serê hezkiriyên me û bajarên me yên jidayîkbûyî, xeleka xûşk û hevdû piştevaniya me ya li vir ji bo me bû çavkaniya hêzê. Û Nastya beşek ji vê hêz û hezkirinê bû. Em ji salekê zêdetir li vir dijîn"

'Di 21'ê Îlonê de me têkiliya xwe winda kir piştre em hîn bûn ku ew miriye'

Hevalên wê diyar kirin ku beriya mehekê biryara koçkirina Erziromê daye û wiha gotin:

"Nastya dema ku Nizar nas kir, pir kêfxweş xuya dikir. Tenê mehek bû ku biryar da ku here Erziromê, me bawerî pê anî; Nastya jinek jîr û gihîştî ye û her gav dizane ku çi dike. Her tim di nava têkiliyê de bû û ne peyamên wî û ne jî yên ji Erziromê ti nîşaneyên xetereyê derdixistin. Di 21ê Îlonê de, me ji nişka têkiliya xwe Nastya winda kir. Em di destpêkê de ne netirsiyan, ji ber ku me yekser fêm nekir ku ew ne bi me re ne jî bi diya xwe re di têkiliyê de ye. Me di 22’ê Îlonê de dest bi xebatên lêgerînê kir. Lê belê me di 24’ê Îlonê de agahiya mirina wê girt.”

Ji girtiyên siyasî re kinc amade kir

Hevala Nastya diyar kir ku Nastya beriya biçe Erziromê çend çenteyên ku wê dirûtine ji wan re hiştine û wiha got: “Nastya ji me xwest ku em van çenteyan ji bo girtiyên siyasî yên Rûs û Belarûs bifroşin. Ji bo hevala xwe ya li Erziromê kirasekî diyarî çêdikir. Wê plan dikir li ser kirasê 'Воля или смерть/an Azadî an Mirin' bixemilîne..."