Aktîvîsta Aştiyê: Em ji bo bihêzkirina wekheviya zayendiya civakî xebata xwe bidomînin
Aktîvîsta aştiyê Marina Hamid, anî ziman ku ji bo Wekheviya Zayendiya Civakî pêk bê anîn û haydarbûna civakî ya li hember girîngiya rêzdariya ji bo mafên jinan bê zêdekirin, pêwîst e ku têkoşîn bidome.

NOOR SAREEB
Yemen – Li Yemenê jin, tevî tengasiyên ku dijîn jî, ji bo ku di qadên cuda yên civakê de hebûna xwe bidomînin, têkoşîna xwe berdewam dikin. Raporên navnetewî yên ku bandorên şer ên li Yemenê lêkolîn kirine, nîşan didin ku pevçûnan bandorek neyînî ya bê rêje li ser jinan kirine. Li gor Endeksa Newekheviya Civakî ya Global a Sala 2021’an, Yemen di nav 156 welatan de di rêza 155’an de cîh digre. Bi vî awayî jî bûye yek ji welatên ku newekheviya zayendiya çivakî di asta herî bilind de ye.
Li ser vê bingehê jin ji bo ku hebûna xwe û mafên xwe biparêzin, hewl didin ku însiyatîfan û toran ava bikin. Ajansa me, bi Seroka Tora Avakirina Aştiya Ji bo Mezûnên Xebatên Jinan Marîna Kamal Hamid re hevpeyvînek çêkir. Marîna di heman demê de li Dozgeriya Çapemenî, Weşan û Medyaya Elektronîk a Yemenê de Seroka Beşa Ceza ye jî. Marîna, karûbarên torê, armancên wan û pirsgirêkên ku li Yemenê jin dijîn, bi me re parve kir.
Damezrandina Tora Avabûna Aştiyê
Marîna ya ku awayê damezrandina tora xwe vegot, anî ziman ku her kes jî dizane ku pevçûna li Yemenê bandorek çawa bi taybetî li jinan dike. Marîna wiha got: "Kes nikare barê giran ê ku van pevçûnan dane ser milê gelê Yemenê û bi taybetî jî ser milê jinan, ji nedîtî ve bê. Lewma jî me got ku kesên di qada xebatên jinan de perwerde dîtine, dikarin bandorek mezin li ser civakê bikin û me dît ku avakirina torek pêwîst e. Di 1’ê Îlona 2022’yan de li Adenê, me bi hevkariya Navenda Lêkolînên Jinan a Zanîngeha Adenê û Bernama Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), Tora Avakirina Aştiyê damezrand. Tor ji 100 kesên ku beşa bernameya lîsansa bilind a Xebatên Jinan qedandine, pêk tê. 75 ji wan jin in û 25 jî mêr hene. Armanca me ye bingehîn, xurtkirina edaletê, rojeva aştî û ewlehiya jinan e."
Marîna diyar kir ku niha hemû endamên torê li ser avakirina aştiyê, çareserkirina pevçûnan û parazvaniya mafên li ser bingeha zayendparêziya civakî didin. Marîna, karûbarên torê jî bi van gotinan anîn ziman: "Xebat û daxwazên me, li ser bingehek hiqûqî dimeşin. Yemen, yek ji welatên ku Hevpeymana Bidawîkirina Tundiya Bi Her Awayî ya li Hember Jinan (CEDAW) erê kirî ye. Di pêşerojê de em hewl didin ku ji bo destekdayîna mafên jinan ên siyasî, hiqûqî û sivîl, di qadên avakirina aştiyê, çareserkirina pevçûnan û parazvaniyê de projeyên cur be cur pêk bînin."
Bandorên şer ên li ser jinan
Li gor Marîna, tu kes ji bandorên pevçûnên li Yemenê bêpar namîne, lê jin û zarok barê herî giran hildigirin. Marîna li ser vê xalê wiha got: "Piştî ku mekanîzmayên dewletê lawaz bûn û gelek bajar ji aliyê Hûsiyan ve hatin dagirkirin û pîvanên kevneşopî hatin serdestkirin, tundiya li ser jinan zêdetir bû. Her wiha, têkçûna aborî ya ku sedema wê şer e û zirarên ku dane pergala perwerdê, şertên jiyana jinan dijwartir kirin. Li gor lêkolînên ku Ajansa Perwerda Rewşa Lezgîn kirine, piştî ku şer destpê kiriye hejmara keçikên ku diçin dibistana seretayî, ji sedî 97'an daketiye ji sedî 36’an. Ji 2 milyonan zêdetir zarok (keç û kur), ji ber sedemên wekî xizanî, pevçûn û kêmbûna derfetên perwerdê, nikarin herin dibistanê. Her wiha şer, bû sedema zêdebûna rêjeya zewicandina zarokan, zewacên bi darê zorê. Jin jî êdî nikarin wek berê bighên xizmetên tenduristiyê. Jin hîn jî di pevçûnan de û di encama teqînên mayînan de jiyana xwe ji dest didin."
Tevlîbûna siyasî ya jinan diqede
Marîna di mijara tevlîbûna jinan a li nav qada siyasî de jî destnîşan kir ku hebûna jinan a di rêveberiyan de bi tevahî ji holê rabûye. Marîna di vê mijarê de wiha got: "Berê, herî kêm du an jî sê wezîrên jin di hikûmeta Yemenê de hebûn. Lê niha di nav hikûmetên Yemenê yên li dû hev tên de, jinek jî tuneye. Lewma divê jin ji bo mafên xwe yên siyasî dîsa têbikoşin."
Marîna têkildarî yasayan jî çend tişt anîn ziman û diyar kir ku çarçoveya hiqûqî ya li Yemenê, di nav xwe de cudakariya li hember jinan dihewîne. Marîna wiha got: "Berê, di Destûra Yemenê de di nav mafên welatîbûnê de cudaxwaziya zayendî tunebû. Lê piştî şerê navxweyî yê sala 1994’an, di Destûrê de guhertin hatin çêkirin û madeyên ku wekheviya jin û mêr sînordar dikin, anîn. Ev guhertin bi taybetî di Hiqûqa Malbatî û Yasaya Ceza de bû sedema sererastkirinên li dijî jinan.”
Marîna, diyar kir ku pêwîs e guhertinên yasayî bên kirin û ev tişt gotin: "Pêwîst e em sererastkirinên ji bo misogerkirina wekheviya bi temamî ya jin û mêran, di Destûra xwe de bicîh bikin. Bi taybetî jî divê mafê milkî yê jinan, mafên medenî, diyarkirina emrê zewacê û azadiyên ferdî, di yasayan de bên nûjenkirin."
Tevlîbûna jinan a li pêvajoya aştiyê şert e
Marîna, da zanîn ku jin li Yemenê tevlî pêvajoya aştiyêne nayên kirin û got ku ev jî xeletiyek mezin e. Marîna ev mijar jî wiha nirxand: "Jin, beşek mezin ji nifûsa Yemenê pêk tînin û encamên herî girîng ên şer jî ew dijîn. Lewma pêwîst e ku di pêvajoya aştiyê de dengê jinan bê bihîstin. Herî zêde jin dizanin ku çi pirsgirêkan dijîn û divê bikaribin vana bînin ziman. Jin ji pevçûnan berpirsyar nînin lê neçar mane encamên wê bijîn. Ger ku rêveberiyên herêmî yên li Yemenê jinan tevlî pêvajoya aştiyê nekin, pêwîst e civaka navnetewî vê yekê misoger bike. Di sala 2013’yan de Konferansa Diyaloga Netewî hat lidarxistin û tê de jin jî hebûn. Ev gavek erênî bû, lê piştî ku di sala 2015’an de şer destpê kir, ev pêvajo bi tevahî têk çû."
‘Em di têkoşîna mafên jinan de bi biryar in’
Di dawiya hevpeyvînê de Marîna diyar kir ku aktîvîstên di mijara mafên jinan de dixebitin her tim dibin hedef û wiha got; "Hemû kesên ku derbarê mafên jinan de diaxivin, rastî bêbextiyan tên. Hinek kom hene ku hesasiyeta civakê ya li hember mafên jinan şaş bikar tînin û hewl didin agahiyên şaş belav bikin. Lewma divê em bi rewşembîrên herêmî re hevkarî bikin û di mijara mafên jinan de şanaziya civakî zêde bikin. Ji ber ku jin dayîk e, xwişk e, keçik e. Perwerdekirin, bihêzkirin û destekkirina jinan, tê wateya destekkirina hemû avabûna malbatê. Guherîna civakî ji avabûna malbatê destpê dike û bi xurtbûna jinan pêkan e. Emê jî li ser vê bingehê xebatên xwe bidomînin. Emê tu car dev ji têkoşîna Wekheviya Zayendiya Civakî bernedin."