Aktîvîsta Îranî Narges Mohammadî hat girtin

Aktîvîst Narges Mohammadî ku li Îranê ji ber beşdarî bîranînên meha Mijdarê bibû hatibû binçavkirin, hat girtin û şandin Girtîgeha Evînê.

Navenda Nûçeyan - Dema ku li gelek bajaran ji bo salvegera xwepêşandanên Mijdara 2019’an ên li Îranê ku tê de hejmareke zêde ya mirov hatin qetilkirin, xwepêşandan, çalakî û bîranîn tên lidarxistin, gelek ji wan çalakiyan rastî zextan tên. Li Qarajê, li ser gora Îbrahîm Ketabdar ê ku di çalakiyan de jiyana xwe ji dest da, merasîmek  bîranîne hat lidarxistin. Parêzvana mafên mirovan Narges Mohammadî ya ku di dema bîranînê de li goristanê hatibû binçavkirin, piştî îfade da hat girtin.
Hate tomarkirin ku Narges Mohammadî piştî karên binçavkirinê û lêpirsînê, bi tawana “Li dijî rejîmê propaganda kirin” hatiye girtin û sewqî girtîgeha Evînê hatiye kirin.