Aktîvîst Meryem Derîs hate binçavkirin
Aktîvîsta sivîl Meryem Derîs ku di serdegirtina mala xwe ta li Kazerunê de hate binçavkirin, birin cihekî nediyar û derbarê sûcên li dijî wê de tu agahî nehat dayîn.
Navenda Nûçeyan- Girtiya siyasî ya berê û aktîvîsta sivîl Meryem Derî a li bajarê Kazerunê ya parêzgeha Fars a Îranê dijî, carek din hate binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, hêzên girêdayî Wezareta Îstîxbaratê Meryem Derîs di serdegirtina mala wê de binçav kirin û birin cihekî nediyar. Derbarê sedema girtina wê an jî sûcdariyên li dijî wê de tu daxuyaniyek fermî nehat dayîn.
Meryem Derîs, beriya niha di 15’ê Cotmeha 2022’an de hatibû girtin û di 2’ê Mijdara heman salê de bi kefalet hatibû berdan. Piştre di doza ku hate vekirin de 22 meh û 17 roj cezayê girtîgehê lê hatibû kirin.
Meryem Derîs ji ber cezayê ku lê hatiye birîn, di 3’ê Tebaxa 2024’an de kirin girtîgehê. Di Çileya 2025’an de ceza veguherandin “girtîgeha vekirî” û hat berdan. Lê belê, di 1’ê Adara 2025’an de piştî îtîraza dozgeriyê û yekîneya ewlehiyê ya ku dozê birêve dibir, ji bo cezayê xwe yê mayî bikşîne, Meryem şandin Girtîgeha Navendî ya Adilabad a Şîrazê.
Meryem Derîs, piştî ku înfaza cezayê xwe temam kir, di 24’ê Îlona 2025’an de ji Girtîgeha Adilabad hate berdan. Rayedaran hê jî derbarê ji nû ve girtina Meryem Derîs de tu daxuyaniyek nedane.