Aktîvîst Ferîba Enamî cara duyemîn ji kar hat dûrxistin

Dadgeha Îdarî biryara ji kar derxistina mamoste û aktîvîsta sendîkayê ya ji Gîlanê Ferîba Enamî, cara duyemîn xira kir.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Îdarî, biryara ji kar derxistina mamoste û aktîvîsta sendîkayê ya ji Gîlanê Ferîba Enamî, xira kir. Ferîba Enamî, beriya niha di pêvajoya hikûmeta 13’emîn de ji kar hate derxistin, lê dadgehê biryar hilweşand û vegeriya ser kar. Lêbelê, di 31’ê Cotmeha 2023’an de ji nû ve biryara ji kar derxistinê hate dayîn. Li gorî raporan, Dadgeha Îdarî di 19’ê Cotmeha 2025’an de ji bo vegera kar a mamoste biryarek din.

Li beramberê vê yekê, Lijneya Disîplînê ya Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgeha Gîlanê di 24’ê Îlona 2025’an de li dijî Farîba Enamî dozek nû vekir. Konseya Koordînasyona Sendikayên Perwerdekarên Îranê, biryara dadgehê bi keyfxweşî pêşwazî kir û daxwaza bidawîanîna dozên îdarî yên li dijî aktîvîstên sendîkayan kir.

Di salên dawî de rêjeya binçavkirin û girtina aktîvîstên sendîka û karkeran li Îranê, bi awayekî cidî zêde bû. Di sala 2012’an de zêdetirê 60 aktîvîstên karkeran hatin girtin, bi giştî mehkûmê nêzî 650 mehan cezayê girtîgehê hatin û di çarçoveya azadiya raman û civînê de jî 3 hezar û 130 kes hatin girtin. Ev hejmaran, nîşan didin ku zexta bipergalî ya li ser çalakvanên sendîka û civaka sivîl zêdetir bûye.