Aktivist Anusheh Aref: Dengê jinên Efgan bibihîsin

Aktîvîsta mafê mirovan Anusheh Aref diyar kir ku jinên li welat li hember zilma Talîbanê kare serkeftî bi destxistin û got:” Jinên Efgan bi tene nehêlin û denge wan bibîhîsin.

BAHARİN LEHİB

Kabil – Aktîvîst Anusheh Aref a ku li Efganîstanê di qada jin û mafê mirovan de kar dike destnîşan kir ku beriya Talîbanê reveberiyê desteser bike li  Badakhshan jiyan dikir. Anusheh Aref got ku beriya Talîban Kabîl têxê bin kontrola xwe spartiye û ew roja ku Talîban ketiye Kabulê bi hevalekî xwe re li xwaringehekê hatibû gel hev ji bo gotûbêjkirina rewşê û wiha berdevam kir:”di eynê rojê de Talîban ket Kabîlê, ez jî wek Efganiyên din vegeriyam çûm mal xwe

‘Kabîl bi bêdengiyek mirinê re rûbûrû ye’

Anusheh Aref bi lêv kir ku dema ziviriye malê bi sehnê  “pir xerab” rûbûrû hatiye û bi xemilê leşkere Talîbanê re ketiye Kabîlê û wiha pê de çû:” Roja din şêniyên Kabulê ên bi bêdengiya mirinê re rû bi rû man û xwestin bêdengiyê bişkînin û jinan bi cesaret bikin. Wan israr kirin ku bi rêya malperên tora civakî xwe bi çar dîwarên malên xwe ve nehêlin.”

Jinên Efgan bi tene nehêlin’

Anusheh Aref di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jinên Efgan di nava du salan de serkeftiyên pir mezin bi dest xistine û wiha dirêjî da gotinê xwe:

“ji bo k udi welatê me de jinên qehreman heye ez pir bi kêfxweşim. Ez bawerim ku dê xwesteka edaletê bi cîh were. Ez bang li tevgerên ku li edaletê digerin û piştgirî didin mafê jinan; Jinên Efgan bi tene nehêlin û denge wan bibihîsin. Gehremanê welatê min! Ez di wê baweriyê de me ku rê rast e û roj wê were ku em ê li ser xaka xwe serkeftina jinan pîroz bikin.”