Aktivist a Misrî Mona Seif serbest hat berdan
Aktivist a Misrî Mona Seif a bi xebatên xwe tê nasîn ku ji hezîrana 2020’an ve girtîbû serbest hat berdan.
Navenda Nûçeyan – Aktivist a Misrî Mona Seif a parkirinên wê yên medyaya civakî weke hincet hat nîşandan û hat girtin ji hezîrana 2020’an ve girtîbû serbest hat berdan.
Mona Seif li ser hedabê xwe yê medya civakî diyar kir ku ji girtîgehê derketiye. Ji bo ku aktîvîsta 28 salî bê berdan Rêxistina Efoyê ya Navnetewî û rêxistinên mafê mirovan ên Misrê xebat dan meşandin. Mona bi sucdariya “nûçeyên derewîn belva dike û medyaya civakî di aliyê nebaş de kar tîne” hatibû girtin.