AKP-MHP’ê di mijara qetilkirina jinan de xwe li nedîtinê daniye

Li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de, bikaranîna çekên bê ruxset 10 qat zêde bûye. Rêziknameya AKP-MHP'ê ya betalkirina destûra çekan a li pêşberî şîdeta li hemberî jinan, di pêşîlêgirtina kuştina jinan de tê çi wateyê? Ev rêbaz di parastina jinan de çiqas rast e? Li Tirkiyeyê bikaranîna çekên bi ruxset/bê ruxset çawa ye? Di neh mehên pêşîn ên 2021’ê de çend cînayetên jinan çêbûn? Çend ji wan çek bi kar anîn? Van pirsan careke din eşkere dikin ku AKP-MHP di mijara qetilkirina jinan de wekî pêknehatiye tevdigere.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Li seranserê cîhanê, jin ji ber ku jin in ji hêla mêran ve tên kuştin. Bi gelek sedemên; wekî li malê, li kolanê, li kar, ji ber daxwaza veqetînê, ji cil û bergan heta kenê wan, ji biryaran der barê jiyana xwe de carna jî bê sedem tên qetilkirin. Jin di pergala baviksalarî de ji bo bikaribin bijîn têdikoşin. Ji ranekirina şîdeta li ser jinan, pêşîlêgirtina cînayetan û bicihanîna polîtîkayên di vî warî de di serî de dewlet û hêzên siyasî yên li tevahiya cîhanê berpirsyar in. Lê belê li cîhana ku kuştina jinan bûye "jenosîd" li Tirkiyeyê kuştina jinan tê paşguhkirin êdî hikûmet li ser kursiya sûcdar e. Di modernîteya kapîtalîst de, jin di vê pergalê de wekî mêtingeha herî kûr tê ditin. Ev pergala ku her mafî dide mêran, şîdetê jî rewa dike û bi mekanîzmayên xwe yên ku jinan sûcdar mêran mafdar dibîne, bingeha domandina şîdetê pêk tîne.
Karên wezaretan ên şênber tune ne
Tirkiye di warê tundiya li dijî jinan û qirkirina zayendî de di nav welatên OECD (Welatên Pêşveçûn û Hevkariya Aboriyê) de di rêza yekem de ye. Li gorî lêkolîna civakî ya ku 2019 OECD ya 2019’an, li ser 36 endamên rêxistinê hatiye kirine, welatê ku herî zêde jin lê, herî kêm carekê ji hevjinê xwe şîdeta fizîkî û giyanî dibînin, ji sedî 38 Tirkiye ye. Li Tirkiyeyê, daneyên şîdetê ku her meh tenê ji aliyê rêxistinên jinan ve tên weşandin, zehmet e ku mirov di vî warî de bigihîje daneyên bi tendurist. Rêxistinên jinan daneyên li ser kuştina jinan ji serlêdanên ku digrin an ji nûçeyên ku di çapameniyê de tên weşandin berhev dikin. Xebata Wezareta Karên Hundir li ser mijara ka çend jin, çima, çawa û ji aliyê kê ve hatine kuştin nîn e; wezaretên din ên pêwendîdar jî nîn in. Ji ber vê yekê, hikûmet nikare kuştina jinan yan jî mirina jinên gumanbar ên ku hejmara wan roj bi roj zêde dibin nabêje û ji bo rawestandina kuştinê çareseriyên şênber pêk nayne.
Sererastkirina çekan
Jixwe hikûmetê bi vekişîna ji Peymana Stenbolê, ragihandibû ku mebesta wan a parastina jinan tune ye. Jin bi mehan e, piştî vekişîna ji peymanê bi xemgînî li gotinên AKP'ê yên di vî warî de temaşe dikin. Piştî vekişîna ji peymanê, ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan plansaziyek çalakiya neteweyî ya nû hat eşkerekirin. Lê belê nava plana çalakiyê jî vala derket. Di demên dawî de, rêziknameyek nû ji bo jinan hat çêkirin. Ev rêzikname ji nûçeyê re wiha hat pêşkêşkirin: "Bi guhertina Serokomar Recep Tayîp Erdogan a di rêziknameya çek, kêr û alavên din de, êdî ruxseta kesê ku şîdet li jinan dike, li hember wî biryara hişyariyê hat girtin bi demkî dê were desteserkirin û çeka wî were emanetgirtin.”
Tiştên ku biryar dide fikrandin...
Bi gotineke din, êdî di çarçoveya Qanûna bi Hejmar 6284 a Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Şîdeta Li Hember Jinan de ruxset êdî ji kesên ku biryara tedbîrê ji wan re hatiye û di pêvajoya biryara tedbîrê de  neyê dayîn. Di vê rewşê de, kesê ku li dijî wî biryara tedbîrê hatiye dayîn hilgirtina çek yan jî xwedîkirina wî dê were sekinandin û çek di pêvajoya tedbirê de, ji aliyê midûriyeta polîsan ve ‘emanet’ were girtin. Baş e ev rêbaz di parastina jinan de çiqas rast in? Li Tirkiyeyê bikaranîna çekên bi ruxset/bê ruxset çawa ye? Di neh mehên pêşîn ên 2021’ê de çend cînayetên jinan çêbûn? Çend ji wan çek bi kar anîn? Der barê çend jinan de biryara parastinê hatibû dayîn?
Ji sedî 85’ê çekan bê ruxset in
Li gorî daneyên sûcên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ya Tirkiyeyê, di van 10 salên dawîn de li Tirkiyeyê hejmara çekên bê ruhset 10 qat zêde bûye. Bi tevahî 22.5 milyon çek li welat hene ku 2.5 milyon ji wan bi ruxset û 20 milyon jî bê ruxset in. Di destên 25 milyon mirovan de çek hene û nêzîkî ji sedî 85’ê ji wan bê ruxset in. Yanî tê texmînkirin ku bi ji her du zilamên li kolanê di nava civakê de ye re çek heye. Di 10 cînayetan de, 7 ji wan bi çekê tên kirin.
Di daneyên dawî yên ku Wezareta Karên Navxweyî parve kir de, tê diyarkirin ku 106 hezar û 740 çek winda ne. Wezareta Karên Hundir jî bi parvekirinên xwe balê dikşîne ser zêdebûna çekên bê ruxset. Li gorî Wezaretê, di salên 2014-2019'an de di 188,425 bûyeran de çek hatine bikaranîn. Bûyerên çekan bi piranî bi çekên bê ruxset pêk hatin.
Li gorî lêkolîna Weqfa Umut, mînak di 9 mehên ewil ên 2020’an de, bi tevahî ji 2 hezar û 455 bûyeran, 2 hezar û 61 bi çekê pêk hatine, di çapameniyê de hat xuyakirin. Di pêvajoya pandemiyê de jî dema ku ji her kesê dihat xwestin li malê bimînin, bûyerên şîdetê kêm nebûn.
Li aliyê din, mafê bikaranîna gulêyan a sivîlan di salê de 200 bû, bi giştînameya ku di 14 Adara 2018’an de Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu îmze kir bû 1000. Bi madeya ku di Qanûna Gumrikê de di 7’ê Mijdara 2019’an de li Rêziknameya Guheztinê hat zêdekirin, şert û mercên hilgirtin û hilanîna çekan hatin guhertin. Rê li ber kesên ku ji ber sûcên bi çekan hatine cezakirin re vebû ku di bin hin mercan de karibin ji nû ve bibin xwedî çek.
181 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên mehane yên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, li Tirkiyeyê di heşt mehên pêşîn ên 2021’ê de 181 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 132 jinan jî bi guman hat tomarkirin. Di nava qetilkirina 181 jinan de 86 jin bi çekan hatin kuştin. 95 jin bi amûrên birîn (kêr û hwd.) xeniqandin an jî lêdanê hatin kuştin. Bi fikara betalkirina ruxsetên çekan jin dê çawa werin parastin. Di heman demê de, ma çekên kujerên 86 cînayetan bi ruxset bûn? Ma qeyda berê ya gilî li ser kujeran hebû? Ma ev gilî hatin nirxandin û kirin? Mînak dema ku jin bi xwe vedigerin navenda şîdetê dê hikûmet qetilkirina jinan a bi kêran çawa eşkere bike? Divê ev pirs werin bersivandin.
Daneyan çi nîşan dabû?
Werin em bi wêneyek mezin li pêvajoya 12 mehan binêrin. Dema ku me daneyên 2020’an lêkolîn kir, agahdariya ku 300 jin ji hêla mêran ve hatine kuştin ji hêla platformê ve hat parvekirin. 170 ji van jinan bi çekan, 83 bi amûrên birînê, 26 bi xeniqandinê, 10 bi lêdanê, 2 bi şewitandinê, 1 bi madeya kîmyewî û 1 jî bi ketina ji bilindahiyê hatin kuştin. Nayê zanîn ka biryara parastinê ji bo 263 jinên ku di 2020’an de hatine kuştin heye. Tê diyarkirin ku tenê ji bo 23 jinan biryara dûrxistinê heye û 45 jin di pêvajoya gilînameya polîsan yan jî berdanê de ne. Bi gotinek din, pergala ku jinan naparêze îsal Peymana Stenbolê betal kir û berpirsyariyên xwe avêt, betalkirina destûrên çekan di vê deryaya mezin de nayê wateya tiştek.
Jin Peymana Stenbolê dixwazin
Jin li malên xwe yên bi navê "ewle", li nîvê kolanê, li ber çavên her kesê bi kirina alîkariyê, ji hêla mêrên herî nêzî wan ve tên kuştin. Jin mecbûr in ku ji hezar û yek kesê re qala serpêhatiyên xwe bikin ku biryara parastinê li deriyê emniyetê werbigirin. Jinên ku ji bo xwe îfade bikin, tiştên jiyane îsbat dikin, ji bo biryara parastinê bigrin, li ber xwe didin lê destvala vedigerin û ji bo ku xwe li jiyane bigrin alîkarî ji hemcinsên xwe dixwazin. Jin dixwazin mafên wan bi Peymana Stenbolê werin parastin. Îro, pratîka betalkirina destûra çekan ji bo parastina jinan wekî nûçeyek xweş tê pêşkêşkirin lê li hember xetereya ku jin pê re rû bi rû dimînin, tu wateya wê tune ye. Dema ku ev ji hêla daneyên jinan an jî rayedarên fermî ve tê piştrastkirin, AKP li hember kuştina jinan bêdeng dimîne, paşguh dike û xwe li nedîtinê datîne.