Akademiya Jineolojî ya Şengalê bi nîqaşan Jineolojiyê dide nasîn
Akademiya Jineolojiyê li seranserê Şengalê zanista xwe bi jinan re nîqaş dike. Duh jî li gundê Guhbel nîqaşkirina Jineolojiyê bi heyecan ber dewam kir û jinên beşdar bûn nêrînên xwe anîn ziman.
Şengal – Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê ku di 4’ê Cotmehê de di dûyemîn salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de dest bi kar û xebatên xwe kir, bi nîqaşên bi jinan re Jineolojiyê dide nasîn.
Duh li gundê Guhbel ê girêdayî navçeya Sinûnê, Akademiya Jineolojiyê bi endamên meclisa jin re li ser Jineolojiyê nîqaş kir. Jineolojî tevî ku li Şengalê cara yekem e wisa bi berfirehî tê nîqaşkirin jî nêrîn û pêşniyarên rengîn derketin holê. Di heman demê de qewlên kevnar ên civaka Êzidî weke mînak hatin nîşandan di semînerê de.
‘Jinan riya azadiyê dît’
Endama meclisa gundê Guhbel Yusra Şengalî di semînerê de wiha got: “Em dixwazin ku her dem ji bo jinan karên herî baş bên kirin. Ji ber ku her dem jin çavgirtî bûn. Em her dem di bin desthilatdariya dewlet û zilam de bûn. Desthilatdariya dewletê ji ya zilam xirabtir bû, rê nedida jin bi tena xwe karekî bikin ger bikira jî dibû cihê henekên wan. Berê dema dengê guleyan dihat, min guhên xwe digirt lê piştî derketim derve fêrî gelek tiştan bûm bi xwe jî guleyan bavêjim natirsim. Divê jin ji koletiya zilam rizgar bibin û azad bijîn. Jin di fermanê de pir êşiyan ku heta niha jî zarokên keç û jinên Êzidî di destên çeteyan de ne. Êdî çavên jinan vebûne, xwedî hêzeke mezin in û xwe birêxistin dikin. Bi fikrên Serok Apo jinên Êzidî riya azadiyê dîtin.”
Ji bo xebatên Jineolojî jin pêşniyaran kirin
Di semînerê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Simo axivî û behsa jina ku bi tena xwe jiyaye kir û pêşniyarên xwe ji bo Akademiya Jineolojiyê jî wiha anî ziman: “Em dinêrin jin bi tenê jî bijîn her dem hemû karên xwe dikin. Lê mixabin ên ku mêr bi wan re hebin azadiya wan bi sînor e. Di heman demê de di roja me ya îro de tiştekî xwezayî nemaye. Baqek giya ji goştê niha baştir e. Ji ber ku goşt ne xwezayî ye. Xwarinên berê û karên berê ciwanên niha nizanin divê hemû fêr bibin û bikin, ji ber ku bi tendurist in. Me tenûr çêdikirin ev tiştek çandî û xweş e lê yên niha nizanin çêbikin ji ber ku firin hene. Lê tenûr baş in û çêkirina wan ne zehmet e fêrkirin jî erka me ye. Pêşniyar dikim ku Akademiya Jineolojiyê projeyên fêrkirina tiştên berê bi pêş bixe li Şengalê.”
‘Nîqaş ji bo jinan sûdmend in’
Viyan Guhbel jî da zanîn ku nîqaşên çêdibin ji bo jinan sûdmend in û wiha got: “Cara yekemîn e li mijarên wiha guhdarî dikim û nîqaşên wiha dikin ji bo wê jî ez pir kêfxweş bûm. Divê rê li pêşiya jinan vebe da ku derkevin derve, kar bikin û dinyayê bibînin. Beriya naskirina vî fikrî em ji mal dernediketin me cîranên xwe jî nas nedikirin. Niha em li Şengalê û li derveyî Şengal jî hevaltiyê ava dikin.”