Akademîsyena aştiyê ya hatibû ser erka xwe cardin ji erka xwe hate dûrxistin

Ji akademisyenên aştiyê Dr. Muhdan Saglam, bi biryara dadgeha îstînafê carek din ji erka xwe hate dûrxistin.

Navenda Nûçeyan – Ji akademîsyenên aştiyê Dr. Muhdan Saglam bi KHK ji erka xwe hatibû dûrxistin û di 8’ê Mijdara 2023’an de bi biryara dadgehê vegeriyabû ser erka xwe, cardin bi biryara dadgeha Îstinafê ji erka xwe ya li zanîngehê hate dûrxistin. 

Muhdan Saglam bi hinceta ji zanîngeha Enqere 1128 akademîsyen, di 11 Çileya 2016’a de ji ber belavoka bi sernavê ‘Em nabin hevkarê vî sûcî’ îmze kirine di sala 2017’an de ji erka xwe hatibû dûrxistin. Muhdan Saglam biryara dawî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bi parvekirinekê eşkere kir:

“Di sala 2017’an de ji ber ez akademîsyena aştiyê me, ez ji erka xw ehatim dûrxistin, di meha mijdarê de bi biryara dadgehê cardin vegeram ser erka xwe. Îro bi biryara îstinafê ez cardin ji erka xwe hatim dûrxistin. Ez çi bejim, wê edalet helbet were û helbet emê vegerin. Hûn bi tiştên we dayî jiyankirin ezmûn bibin…”