Akademîsyena Îranê du meh in li balafirgeha Stenbolê dimîne

Akademîsyena Îranê D.r Shiva Kavianî ji ber qedexeya siyasî li ser heye, ji bo Îranê vîze negirt û nikare biçe Kanadayê 2 meh in li balafirgehê dijî.

Navenda Nûçeyan- Akademîsyena Îranê D.r Shiva Kavianî berî  demekê ji Kanadaya ku lê dijiya, çû welatê xwe Îranê, dema der barê wê de biryara qedexeya siyasî hat girtin, Shiva Kavianî ji welatê xwe derket, li deriyê sînor ê Gurbalakê derbasî Tirkiyeyê bû.

Di pêvajoya piştre de Shiva Kavianî ji bo biçe Kanadayê li Balafirgeha Stenbolê, jê re hat gotin dema rûniştina li Kanadayê temam bûye û careke din vîze nedan.

Shiva Kavianî ku nikaribû biçe Kanadayê û ne jî dikare biçe welatê xwe, nêzî 2 mehan e li balafirgeha Stenbolê dimîne.