Akademîsyen Nazan Ustundag: Kobanê bi berxwedanê cîhanek afirand
Akademîsyen Nazan Ustundag bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi Kobanê re ji ajansa me re axivî û bal kişand şoreşa ku bi berxwedanê pêş ket û got: "Kobanê ji bo jinan cihê ku wek ronahiya çavê xwe biparêzin e.”
Z. PINAR EROL
Navenda Nûçeyan – Li dijî Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de êrişek mezin pêk hat. Ev êriş bi berxwedana şervanên YPJ, YPG, enternasyonalîst û gelan ve hat pêşwazîkirin.
Ji bo xwedî derketina Kobanê piştî bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran jin û ciwan berê xwe dan Kobanê. Ev berxwedan bû sembol ku ger gelê di Rojhilata Navîn di nav hevgirtinê de be çi biserbixîne derxist holê. Piştî berxwedaniya 134 rojan 26’ê Çileya 2025’an serkeftina Kobanê hat ragihandin. Ev serkeftin diyarî hemû gelên cîhanê hat kirin û 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi Kobanê re hat ragihandin.
Di 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Cîhanê ya bi Kobanê re em bi Civaknas û Akademîsyena Aştiyê Nazan Ustundag re axivîn ku 8 sal in neçar ma ji Tirkiyeyê dûr bikeve.
*Di sala 2016’an de ji bo perwerdê hûn çûn Emerîkayê û ji vê rojê şûn ve hûn nikarin bizivirin Tirkiyeyê. Me we li Srî Lankayê dît. Gelo hûn li vir ji bo xebatê dimînin?
Erê ez ji bo 8 mehan li vir dimînim. Ji xwe ez xebatên xwe yên asayî berdevam dikim. Min xwest ev pêvajoya ku ji Tirkiyeyê dûr ketim di serî de li welatên başûr - Efrîqa û Asyayê baş fem bikim min xwest ez bikar bînim. Hatina vir bi bernameyek lêkolînê çêbû. Li van deran bi taybet tevgerên jin û grubên muxalîf re têkilî danîn, şopandina dîrok û berxwedana wan, ji bo min cihê pêşketinê ye. Ji ber vê yekê ez serdanên bi vî rengî ne tenê li ser mijarek taybet ji her alî ve, wekî ezmûnek dewlemendkirina derûnî û pratîkî dibînim.
* Kobanê li Tirkiyeyê hem mijarek pir tê nîqaşkirin e hem jî ji aliyê gelek kesan ve baş nehatiye naskirin. We behsa Kobanê kir, we nivîsand, nirxand, bi cîhanê da naskirin û hûn li vir bûn. Hûn dikarin bi kurtasî behsa Kobanê bikin, bi taybet ji kesên ku Kobanê nas nakin re hûn çawa dikarin pênaseya Kobanê bikin?
Kobanê welat e. Û min dixwest ji hemû cîhanê re behsa welatek bikim. Dema ku em dibêjin welat, welatek ji hemû muxalîfan re hembêza xwe vekiriye, şer kiriye, cîhek ku hemû şertên heyî qebûl nekiriye û bi berxwedanê cîhanek avakiriye. Bajarekî pir biçûk û dibe ku wê demê ji bo cîhanê ji çav hatibe derxistin bi gotina "na" tunebûna ji dîrokê nepejirand. Wî bajarî taşrabûyînê nepejirand û dijberî wê ji xwe dest bi berxwedana cîhanî kir. Cîhek ku DAIŞ’ê dagirker da sekinandin û bi vê re di erdnigariya Rojhilata Navîn de qedera xwe bi xwe tayîn kir û ji nû ve birîqî.
*Di destpêka sala 201’an de Kobanê ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Lê piştî ku li Tirkiyeyê pêvajoya aşitiyê hat bi dawî kirin, ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Rojava, Kobanê êriş her berdewam kir. Di nava Tirkiyeyê de doza Kobanê veguherî dozeke siyasî ku siyasetmedarên Kurd bi salan hatin binçavkirin û di dawiyê de bi tundî hatin “cezakirin”. Em dikarin bibêjin Kobanê ji bo pênasekirina pirskirêka Kurd û çareseriya wê mifteyek e?
Her çepera ku di erdniqariya Kurdistanê de cîh digre alegoriyek ji dîroka Kurd e. Kobanê, Amed, Cîzre, Wan, Silemanî jî wisa ye. Dagirkerî û metîngerî ya rast her bajarekî vediguherîne cihê ku çîroka gelekî lê tê neqişandin. Dîroka hevpar a wî gelî di mekanê de krîstal dike. Di vê wateyê de her bajar mifteyek e. Pirsgirêka bajarek çareserkirin tê wateya ji bo pirsgirêka Kurd avêtina gavek mezin. Heger em bizanibin Kobanê bajarek Kurdan e, qedera vî bajarî hemû Kurdan eleqeder dike, dema ku Kobanê dişewite di sînor de temaşekirin çiqas êşê dide Kurdan û dema ku serkeftin hat bidest xistin ev kêfxweşî bê naskirin wê demê dê rastiya Kurd li Tirkiyeyê bê naskirin. Dê were naskirin ku Kurd gelek cûda ye, dê were fêmkirin ku wekheviya bi gelê Kurd re tê wateya wekheviya bi xem û daxwazên Kurdan re. Lê ji dema ku ev pergal hat avakirin, ev tiştan ji bo hinek kesan derbasdar e. Lê ji bo ku ev mesele bibe polîtîkaya dewletê di serî de pêngavek avakirinê pêwîst dike.
*Bandora rol û mîsyona jinan a ji bo Rêveberiya Xweser a li Kobanê û tevahiya Rojava hate avakirin çawa bû?
Di Rojava da tiştek çênebûbe jî Şoreşa Jinan pêk hat. Ev rastiyek e ku nayê înkarkirin. Bi rastî jî li tu deverên cîhanê (Chiapas’ê min nedîtiye ez ji bo vê tiştek nabêjim) ev tişt çênebûye. Ez binê wê xêz dikim ku yekane ye. Ji bo jinan cihê ku divê em weke rondikên çavê xwe biparêzin, jê hîn bibin û xwedî lê derkevin e. Cihek ku hemû destkeftiyên jinan hatiye ceribandin e. Cihek wiha ye ku şoreşa jinan li wir bû gelekî. Li her cihê wê, sazî, tax û malên wê bi keda jinan hat afirandin û ev ked cara yekem bi rêya medyayê, siyasetê di astek herî jor de hat xuyakirin.
We di sala 2015’an de di nivîsek xwe de têgeha ‘şerê nû’ vekir. Ji ber vê jî di şerê nû de du şêvazên pevçûnan derdikeve holê. Ya yekem şerên bêdawî yên dewletan û bi razîbûna hinek aliyên civakê ye ku hûn Îsraîl û Tirkiyeyê wek mînakên vê nîşan didin. Ya duyem jî hûn behsa şerê qirkirinê yê komên paramîlîter ên ku piştî hilweşîna dewletan derketiye holê dikin û li hemberî van hemûyan rola jinan a di xweparastinê de nîqaş dikin.
*Hûn bandora emperyalîzmê di şerê giştî yê cîhanê de çawa dibînin? Gelo welatên emperyalîst û dewletên ku ew piştgiriya wan dikin jî hildiweşin, an dewletên ku ew dikin hedef, ji hev dikevin û hildiweşin? “Dewletên ku dibin çete an çeteyên ku dibin dewlet” çawa tê jiyîn? Li hemberî van hemûyan gel, mirov û jin çawa dikarin aştî û jiyanê bi dest bixin?
Ger em bi kurtasî qal bikin bi rastî jî em aniha di nav rejîmek şer de dijîn. Ev serdemek e ku hêzên emperyalîst ên cîhanî û herêmî, ji Çînê bigire heta Rûsyayê, ji Hindistanê bigre heya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Îsraîlê bigre heya Erebîstana Siûdî, êrişên xwe zêde kirin û bi rêya hêzên çekdar ên xwecihî re li herêmê îtîfaq çêkirin. Di van şeran de ti wateya birdozî nîne. Ji ber vê yekê tifaq her tim şematok e; armanca ku ax, maden, rêya bazirganiyê bi dest bixe heye. Bi taybet em dibînin ku çeteyên li Efrîqa û Latîn Emarîkayê bi vî şeklî tevlî şer dibin. Haîtî çete bi rê ve dibin, El Salvator çeteyan hincet nîşan dide û li dijî gelê xwe şer dike. Şerên navxweyî yên ku li Sûdan û Kongoyê tên binavkirin-mînak li Sûdanê, em dizanin ku Emîrtiya Ereban vî şerî ji bo zêr vî şerî çekdar dike û dibe sedemê komkujiyan. Em li Filistinê dibînin ku hêzên emperyalîst komkujiyan erê dike.
‘Dem hatiye ku jin Enternasyonala Jinan ya li dijî mîlîtarîst ava bikin’
Li aliyê din, tevî hemû şert û mercên neyînî jî, li Bangladeş, Kenya, Uganda û hwd. gel daketina kolanan û lêgerîna şoreşê didomîne.
Li gorî min dem hatiye ku jin di wateya kurevî de Enternasyonala Jinan ya li dijî mîlîtarîst ava bikin. Enternasyonalîzma jinan a di heremî de lingên wê bihêz e û bi heman awayê enternasyonalîzma gelên bê dewlet. Rêxistinên azadiyê û hwd. Faşîzm bûyerekê enternasyonal e. Divê berxwedan jî wiha be. Divê ji bo gelan heqîqet û wateyê ava bike.
Cîhan ji ber guherîna avhewayê ber bi dawiyê ve diçe. Tu deman di navbera parastina gelan, ciwanan û jinan û parastina cîhanê de bi awayekê rasterast û şênber têkiliyekê çênebûbû. Ez êdî vê yekê difikrim ku bê ku hevkarbûnekê hebe ji bo tiştekî bi tena xwe têkoşînkirin dê serkeftinê nênye. Pê difikrim ku divê em torên giştî yên faşîzmê, bi yekîtiyan re pêşwazî bikin. Di vê mijarê de gelek tiştên ku ez bibêjim jî heye lê belê niha bidawî bikim.
[album=8459 type=full]