Akademîsyen Asli Odman behsa xizaniya jinan kir
Li Tirkiyeyê jin di nava xizaniyê de dijîn û di qadên herî hov ên kapîtalîzmê de têkoşîna ji bo kedê didomînin. Akademîsyen Asli Odman, behsa keda jinan kir û got: “Dema ku jin bi pêş bikevin dê ew têkoşîn bidome.”

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bûye roja têkoşînê û her sal jin daxwazên xwe bi dengekî bilind tînin ziman. Beriya 117 salan, dîroka ku bi berxwedan û greva karkerên jin ên tekstîlê li DYA’yê hat nivîsandin hê jî didome. Li Tirkiyeyê jî jin tevî ku li cihên kar rastî muameleya xirab tên, ji aştiyê heta têkoşîna li dijî qetilkirina jinan, li her derê roja 8’ê Adarê li qadan daxwazên xwe tînin ziman.
Di sala 2025’an de jinan krîza aborî bi awayê herî kûr jiyan, ji bo têkoşîna bi xizaniya ku çêbûye re serî li her riyê didin. Li gorî rapora Daîreya Lêkolînê ya Sendîkaya Karên Giştî; li Tirkiyeyê di warê îstîhdamê de cudakariya zayandî ji sedî 34,6 e. Nêzî 10 milyonî jin, ji ber sedemên malbatî û şexsî û ji ber karên xwe yên malên nikarin bixebitin. Ev yek nîşan dide ku ji 10 jinan 3 dixebitin. Ji sedî 20 jinên ku dixebitin, tevahiya rojê dixebitin, ji 10 jinên kar tenê yek endama sendîkayê ye.
Karkerên jin jiyana xwe ji dest didin
Tê diyarkirin ku li Tirkiyeyê bêkariya jinan li gorî Yekitiya Ewropayê duqat e. Di sala 2025’an de ku ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve weke “Sala malbatê” hat îlankirin de her awayê newekheviya li dijî jinan bûye polîtîkayek. Hewl didin di bin navê ‘malbatê’ de jinan mehkûmê hemû awayên şîdetê bikin. Jinên ku ji tendirustî û ewlehiyê bêpar in û bi awayekê bê temînat di mercên giran ên kapîtalîzmê de tên xebitandin, di nava xizaniyê de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Li welat di navbera salên 2013 û 2024’an de hezar û 492 jinan di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan lê kesên di vî warî de xebitîne diyar dikin ku hejmar gelek zêdetir e.
Zarok dimrin
Jinên ku li cihên kar rastî tacîz û tecawizê tên, bi gelek êrîşan re rûbirû dimînin. Di mercên Tirkiyeyê jin nikarin behsa van êrîşan bikin û serî li riyên hiqûqî bidin. Ne tenê jin zarokên keçik jî di karên giran de tên xebitandin û nûçeyên ku ji wan deran tên nîşan didin ku mirina zarokan gelek zêde ye.
Jinên ku dixwazin mercên mirovî çêbibin, ji aliyekî ve jî neçar dimînin bi zextên civakî re têbikoşin. Li ser vê tabloya heyî, em bi akademîsyen Asli Odman re axivîn.
‘Kapîtalîzm pir zêde tê bikaranîn’
Asli Odman diyar kir ku dema Tirkiyeyê bi welatên din re muqayese dikin, tê dîtin ku derfetên îstîhdamê lê pir kêm in û wiha got: “Yek ji sedemên vê rewşê ew e ku tenê ji sedî 36-37 jinên ku di temenê xebatê de ne dikarin bixebitin. Ên din hemû mêr in.”
Asli Odman diyar kir ku divê xizanî bi nêrîna li jiyana xebat were pênasekirin û got ku tevî jin gelek ked didin jî lê ji aliyê aborî ve beramberê keda xwe nagirin û yek ji sedema herî girîng a xizaniyê jî ev e. Asli Odman got: “Di nava pergala baviksalar de kapîtalîzm pir tê bikaranîn. Dema ku hûn beşdarî jiyana xebatê ya vê kapîtalîzmê nabin, hûn neçarî xizaniyê dimînin.”
Her tişt xwedî projeyek e
Asli Odman bal kişand ku ji aliyê desthilatdariyê ve her tişt, her pirsgirêka civakî hatiye projekirin û bi gotinên: “Talana li ser xwezayê ya ku em dikarin bibêjin kapîtalîzma talanker bi lez didome. Ji qadên madenê heta daristanan, bi projeyên mezin, ji veguherîna bajariyî heta polîtîkayên înşaetan, bi lez û bez didome, her tiştî desteser dike û kara wê ji cihên din re diçe” dibêje ku di nava vê pergalê de tiştekî ku layiqê rûmeta mirovan be tune ye. Ji ber wê her tişt projeyek e. Weke ku her tişt tê kirin nîşan didin.
‘Dilop bi dilop hûn avê didin’
Asli Odman bal kişand ser mirina di qezayên kar de û got ku navê jinên di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin kêm tên dayîn lê hejmara wan pir zêde ye û wiha didomîne:
“Jinên ciwan, zarok kesên di van qezayan de jiyana xwe ji dest didin pir zêde ye. Li ser tendirustiya karker, ewlehiya kar ango li ser ewlehiyê, tu razemenî tune ye. Dijberî wê bûye qada komkirin û talanê. Dibêjin çi dibe bila bibe bila jin bi rûyê ken karê xwe bikin, keda xwe bidomînin, li mala xwe rûnên. Di civakê de di warê giştî de li ser jinan rolên pir giran hene ji ber wê îstîhdama jinan a em niha behs dikin tu zemîna wê tune ye.”
‘Terbiyeya keda bi heqdest’
Asli Odman bi gotinên; “Gelo bi xebatê, mijara karkerî mijara zayendê çareser dike? Di xebatê de wekhevî çêdibe? Çênabe” diyar dike ku jin di mekanên bê qeyd de tên xebitandin, di wan mekanan de tendirustiya karker û binpêkirin çêdibin wiha didomîne: “Di terbiyekirina keda bi heqdest de bêguman weke di her warî de, di cudakariya zayenda civakî de jî ji zayendperestî û baviksalalriyê pir xwedî dibin.
Jin dimrin
Yek ji mînakên bi êş ên vê xebatê herî dawî li fabrîkaya muhîmatê ya Balikesîrê çêbû. Zêdetirî kesên li wê derê dixebitîn jin bûn û bi argumana ‘destên zirav û nazik’ berê jinan dan mirinê. Asli Odman, li ser wê bûyerê got: “Çawa ku tedbîra ji bo ewlehiya kar û tendirustiyê nayê girtin, ji bo wê qadê razemenî jî çênabe. Di cihê herî hesaz û bi îtîna de, di bandên hilberînê de jin cih digrin û di encamê de dimrin.”
‘Bedenên ciwan tên bikaranîn’
Asli Odman li ser mijara xebitandina zarokan bal kişand ku hejmara zarokên keç ên di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin, li gorî ya jinan zêdetir e û wiha domand:
“Em dibînin ku jin bi taybetî têkildarî xwedîkirina zarokan berpirsyariyê digrin ser xwe lê di vî warî de dibin hedefa êrîşên dewlet û şîrketan.”
‘Em di xala êdî bes e de ne’
Asli Odman diyar kir ku di têkoşîna ji bo kedê, ekolojiyê û têkoşîna jiyanî de di warê hilberînê de jin li pêş in û wiha domand: “Li têkoşîna ji bo ekolojiyê binêrin, li parastina ax û daristanan binêrin. Li têkoşîna li dijî HES’ê binêrin. Em dikarin gelek mînakan bidin. Dema em bi xwe jî dikevin nava têkoşînê em dibînin ku jin bi awayê jêneger, ji destpêkê ve bêyî hiyerarşiyê çêbikin dixebitin. Ji ber wê li cihê ku em bibêjin jin li ber xwe didin, pêdivî heye em bizanibin ku terzê desthilatdariya mêr a di hemû têkoşînan de heye dijberî ya jinan e. Metodên têkoşînê yên ku jin bi jiyanê dihûnin divê gelek tişt ji wan werin hînbûn. Ji ber wê mijar ne di hejmarê de, di kalîteyê de ye. Metodên têkoşîna qedîm a herî girîng hene, dema bikevin tevgere dê tu kes nikaribe li pêşiya wan bisekine.”
‘Hêvî xuya dike’
Asli Odman li ser pêvajoya dawî ya li welat wiha dibêje:
“Em di pêvajoyeke ku naveroka hemû têgehan hatibû valakirin, wan têgehan veguherîbûn çekan de civakî bûn. Gotin aştiya xebatê, di rastiyê de komkujiya karkeran hat asayîkirin. Rojê 20-30 mirov mirin. Gotin aştiya îmarê, mirov di avahiyan de mirin. Di vê pêvajoya ku behsa aştiyê tê kirin de jî bi rastî jî ji bo ku naveroka wê bi têgeha aştiyê were dagirtin; ango terzê hilberîna kapîtalîzmê ya ku sedema hemû cureyên mirinê ye nedome, hêviyek xuya dibe. Vê carê ji bo tijekirina naveroka têgeha aştiyê jî divê ne tenê ji aliyê teşeyî ve, rehekî femînîst ê ku naveroka jiyanî diparêze hebe û ez bawer im heye.”