Ahmet Marhanê ku hewlda Gulcanê qetil bike hat berdan

Li ruxmê biryara dûrxistinê, Gulcan Marhan a ku di pêvajoya hevberdana de bû ji aliyê Ahmet Marhan ve rastî êrîşê hatibû. Kiryarê ku hewl da Gulcanê qetil bike, hat berdan.

Amed- Gulcan Marhan a li navçeya Yenîşehîra Amedê dijî, di 25’ê Mijdara 2022’an de ji aliyê hevjînê xwe yê ku li ber hevberdanê de bûn rastî êrîşê hat. Gulcan Merhana ku rastî tundiya sîstematîk dihat, gelek caran bi daxwaza parastinê serdana qereqolê kiribû. Piştî bûyera di 25’ê Mijdarê de qewimî, Ahmet Merhan hat girtin, bi hinceta ku dema girtinê 6 meh derbas bûye hat berdan. Hat zanîn ku der barê Ahmed Marhan de ne bi sedema “Bi zanabûn kuştina hevjîn”  bi sedema “Bi zanebûn birîndarkirin” lêkolîn hatibû destpêkirin.

Kiryar hat berdan!

Dozgerê lêkolînê xwest kiryarê ku bi sûcê “bi zanabûn birindarkirin” tê darizandin girtina wî berdewam bike. Daxwaza meqamên îddiayê ku girtî bimîne, parêzerê bersûc îtîraz kir. Dadgeha ceza ya Sulhê pêvajoya girtinê li ber çavan girt û bersûc berda.

Çi bûbû?

Di sala 2016’an de Gulcan Marhan ku bi Ahmet Marhan re zewicîbû rastî tundiya sîstematîk hatibû. Gelek caran gefa mirinê li Gulcan Marhan hat xwarin, çû qereqolê, daxwaza parastinê kir. Gulcan Marhan piştî li stargehê ma dest bi xebatê kir. Di wê pêvajoya ku biryara parastinê berdewam dikir de, Ahmet Marhan hewl da wê qetil bike. Gulcan Marhana a ku di êrîşê de bi giranî birîndar bû, tedawiya wê bi mehan berdewam kir. Der barê mijarê de me bi Gulcan Marhan re hevdîtin kiribû. Gulcanê dabû zanîn ku navnîşan û agahiyên der barê wê de Ahmet Marhan ji birayê xwe yê polîs Mahmut Marhan girtiye û daxwaza piştgiriyê kiribû. Gulcan Marhan destnîşan kir ku dixwaze dest bi jiyana nû bike û got: “Ez naxwazim bibim yek ji wan jinên ku hatin qetilkirin” û bang kir ku bersûc bê ceza nemîne lê kiryarê ku roja bûyerê hat girtin îro serbest hat berdan.