Ahlam Al-Nusairî: Divê zagona hilbijartinê were guhertin

Seroka Navenda Derya Spî ya Tûnisê Ahlam Al- Nusairî, bal kişand rêjeya jinan a berbijêr û namzed di beşdariya hilbijartinên xwecihî de kêm bûye, da zanîn ku hem zagona hilbijartinê û eşîrî astengiyan li hemberî beşdariya jinan di siyasetê de derdixin.

ZOUHOUR MECHERGUÎ

Tûnis- Li Tûnisê di 4’ê Sibatê de hibijartinên endamtiya konseya neteweyî ya xwecihî hatin lidarxistin, rêjeya beşdariya jinan ji sedî 35 bû. Rêjeya beşdariya ciwanan tenê weke ji sedî 21 hat tesbîtkirin. Seroka Navenda Derya Spî ya Tûnisê Ahlam Al- Nusairî diyar kir ku rêjeya beşdariya jinên li gundewaran ji rêjeya jinên li bajar zêdetir e û sedema wê jî yên ku weke namzed tên nîşandan endamên malbatê ne ji bo piştgiriya wan bikin neçar in deng bidin.

‘Wekheviya zagona hilbijartinê ji holê radibe’

Ahlam Al-Nusairî got: “Tevî propagandayên zêde, der barê berbijêrên jin de di hejmarek girîng de tu fikir nayê dîtin. Li aliyê din bêbaweriya li hemberî namzedan heye. Jinên eşîretan ên ji beşên gundewar mafê bikaranîna dengan dixin bin kontrolê.”

Ahlam Al-Nusairî ev nirxandin kir: “Li vê derê otorîteya mêrsalar jinan neçarî dengdana kesên ku hatine nîşandan dike. Beşdariya jinan di konseyên xwecihî de lawaz e û ji ber ku ev konsey ji mêran pêk tê weke civak newekhevî derdikeve holê. Sedeaê cihnegirtina jinan weke hilbijêr û berendam, zagona nû ya hilbijartinê ku bi awayek berwarî û tîkane wekheviyê ji holê radike, wan ji fînansa civakê bêpar dihêlin. Ji derveyî vê jî li hemberî jinan gelek astengiyan derdixin.”

‘Ji piştgiriya aborî bêpar hatin hiştin’

Ahlam Al-Nusairî destnîşan kir ku di tûra 1 û 2’yem de namzedên jin ji piştgiriya aborî ya civakê bêpar hatine hiştin û  got: “Ev rewş meşandina kampanyayên hilbijartinê yên namzedên jin asteng dike. Ji ber pirsgirêka fînansê jin bernameyên xwe bi riya malperên medyaya dîjîtal parve dikin.  Ev rêbaz li bajaran bi ser ket lê belê li qadên çolwar û herêmên sînor em nikarin heman tiştî bibêjin. Li herêmên sînor û çolwar ji ber hişmendiya mêr serdest e jinên namzed di rewşên ku rastî tundî û gefan tên de namzediya xwe paşve digrin. Li ser hebûna jinan em bixwazin guhertinê çêbikin divê zagona hilbijartinê biguhere.”