Ahed Tamîmî di lîsteya rehîneyên ku dê bên berdan de ye

Hat diyarkirin ku aktivîsta Filistînî Ahed Tamîmî ya 22 salî ku bi dîmenên xwe yên li dijî leşkerên Îsraîlê li ber xwe da tê naskirin jî di lîsteya rehîneyên bên berdan de ye.

Navenda Nûçeyan- Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de 2 rojên din hat dirêjkirin, pevguhertina rehîneyan jî berdewam dike. Hat diyarkirin ku Ahed Tamîmî ya "keça leheng a Filistînî" ya ku berê bi dîmenên xwe yên li dijî leşkerên Îsraîlê li ber xwe da hat naskirin, di lîsteya rehîneyên ji aliyê Îsraîlê ve bên berdan de cih digre.

Li gorî nûçeya di The Guardianê de cih digre; Ahed Tamîmî, di lîsteya 50 rehîneyên Filistînî ku ji aliyê Wezareta Edaletê ya Îsraîlê ve 2 rojên pêşiya di berdêla rehîneyên Îsraîlî de bên berdan de cih digre.

Di 6’ê Mijdarê de hatibû girtin

Ahed Tamîmî ya 22 salî, di 6’ê Mijdarê de bi sûcdariya "teşwîqkirina tundiyê" û "banga xebatên terorîstî" di serdegirtina mala xwe ya li Şerîaya Rojava ya di bin dorpêça artêşa Îsraîlê de, hatibû girtin.

Aktîvîsta Filistînî Ahed Tamîmî ku 3 caran bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bû, di sala 2016'an de hewl da birayê xwe ji leşkerên bi hinceta avêtina keviran binçav dikin rizgar bike, di sala 2017'an de jî di xwepeşandanên ku piştî serokê Amerîkayê Donald Trump Qudusê wek paytexta Îsraîlê pênase kir pêk hatin de dema ji du leşkerên çekdar re qîr kir û pihîn avet dîmên wê hat girtin. Ahed Tamîmî, ji ber ku di sala 2017’an de li dijî leşkerên Îsraîlî li ber xwe da, 8 mehan di girtîgehê de hat girtin.