Agirê têkoşîna xwişkên Mîrabel bi berxwedanê geş dibe

Têkoşîna ku piştî xwişkên Mîrabel bi pêş ket, jin ji wê rojê ve heta niha dest ji têkoşîn û berxwedanê bernadin. Piştî 63 salan jinên cîhanê dîroka berxwedanê dinivîsînin.

Navenda Nûçeyan – Ji 25’ê Mijdara 1960’an heta roja me, ji bo hemû jinên cîhanê banga têkoşîn û berxwedanê tê kirin. Xwişkên Mîrabel li dijî dîktatoriyê, di têkoşîna azadiya jinan û civakê de bûn mînakên jinên pêşeng.

Xwişkên Mîrabel li Komara Domînîk ji ber ku bi têkoşîna li dîjî dîktatorê faşîst navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsandin, roja 25’ê Mijdarê piştî tecawizê hatin qetilkirin. Patria, Mînerva û Marîa Teresa li dijî rêveberiya Trujîllo, ji ber ku têkoşîna mafên mirovan û damokrasiyê didomandin, gelek caran hatin girtin û îşkence dîtin. Ji ber ku navê kod ê yek ji xwişkan ‘perperok’ bû xwişkên Mîrabel di heman demê de bi navê “Perperokan” hatin nasîn û bibîranîn. Ji ber ku piştî dihatin girtin jî dest ji têkoşîna xwe bernedidan, dawiya dîktatoriyê zû hat. Tevahiya jiyana xwe di her warê jiyanê her sê xwişk rastî zextan hatin, bûn hedef.  

Bûn sembol

Piştî ku her sê xwişk ji hevdîtina girtîgehê vedigeriyan, hatin girtin, piştî tecawizê hatin qetilkirin. Cenazeyên wan ji zinarek ve avêtibûn xwarê. Çapemeniya ku alîgiriya dîktatoriyê dikir ji qetliamê  re got “qezaya trafîkê.” Lê tu kesê ji wan nûçeyan bawer nekir. Piştî wê rojê bandora perperokan li hemû welat zêde bû. Berxwedana jinan û civakê bi têkoşîna xwişkên Mîrabel bihêz bû, dîktatorî hilweşiya. Xwişkên Mîrabel ku di hilweşîna dîktatoriyê de xwedî roleke mezin bûn û hatin qetilkirin, bûn sembolên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Jinan.

Ji sala 1999’an ve heta niha jin li kolanan in

Jinên Amerîkaya Başûr û Karayîpî cara yekem xwedî li navê xwişkên Mîrabel derketin di kongreya xwe de îlan kirin. 25’ê Mijdarê piştî wê weke roja têkoşîna bi şîdetê re hat bibîranîn. Li her derê cîhanê vê rojê tê pêşwazîkirin. Di vê rojê de bal tê kişandin ku şîdet bi şîdeta dewletê re bûye yek û çendî pêdivî bi têkoşîna jinan heye. Di vê rojê de jin bi daxwazên xwe li dijî şîdetê derdikevin kolanan. Neteweyên Yekbûyî jî 25’ê Mijdarê di sala 1999’an de bi fermî nas kir û ji wê demê ve heta niha jin li her derê cîhanê li dijî şîdetê derdikevin kolanan.

‘Hincet tune ye!’

UNWOMEN, kampanyaya xwe ya ku roja 25’ê Mijdarê dest pê bike û heta 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan bidome îsal li dar dixe. Îsal rengê çalakiyên jinan pirteqalî ne û jin bi gotina “Bibin yek” bang dikin. Rêxistinê, ji bo dawî li şîdeta li ser jin û zarokên keç were bang kir û ji welatan re got: “Ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jin û zarokên keç razemeniyê bikin.” Îsal di heman demê de bang li hikumetan tê kirin ku xebatên xwe yên têkildarî ji nû zarokên keç bi hev re parve bikin. Dirûşma îsal a UNWOMEN’ê jî “#Hincet tune ye!” ye

‘Şîdet nayê raporkirin’

UNWOMEN, balê dikşîne ku şîdeta li ser jin û zarokên keç gelek caran nayê raporkirin û wiha behsa şîdeta ku bi awayê fizîkî, zayendî û derûnî çêdibe dike:

“*Şîdeta ji kesê nêz-hevjîn çêdibe (lêdan îstîsmara derûnî, tecawiza nava zewacê, qetilkirin);

*Şîdeta zayendî û tacîz (tecawiz, bi zorê têkiliya zayendî ya ku nayê xwestin, îstîsmara zayendî ya li ser zarokan, zewicandina bi zorê, tacîza li kolanan, şopandina bi awayê zorê, tacîza sîber);

*Bazirganiya mirovan (koletî, mêtinkariya zayendî);

*Sinetkirina jinan û zewicandina zarokan

*Zarokên ku bi zorê tên zewicandin”

Sedema şîdeta li ser jinan desthilatdarî ye

Şîdeta li ser jinan li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe. Jinên ku dixwazin di warê jiyana xwe de biryarê bidin, li malên xwe, li kolanan, li cihên kar, ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Îsal li Tirkiyeyê di nava 10 mehan de 264 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin; mirina 164 jin û 24 zarokan jî weke mirina bi guman hatin qeydkirin. AKP’a ku jinan di nava têgeha ‘malbat’ de hepis dike û hewl dide qada giştî li wan teng bike, bi taybetî bi tifaqên piştî hilbijartinê re destkeftiyên jinan kir hedef. Desthilatdariya ku jinan tune dihesibîne li dijî jinên ku dibêje ‘guncaw’ an jî ‘meqbûl’ nîn in şîdetê pêk tîne.

Şîdet qat bi qat zêde bû

Desthilatdariyê bi hedefên di sala 2023’yan û beriya wê jî sozên ku ji bo jinan dabû tu carî bi cih neanî, ji bo jinan tu tişt nekir. Di 25’ê Mijdara sala 2023’yan de her tişt wekî berê ma. Di sala 2023’yan de ku weke sedsaliya komarê tê binavkirin şîdet qat bi qat zêde bû. Di sala 2023’yan de 100 hedefên ku dabû pêşiya xwe li ser kaxiz man. Jin di nava pencên bêkariyê de çûn û hatin, bi krîza aborî re jî mehkûmê birçîbûnê hatin kirin. Bêkariya jinan her çû zêde bû. Jin û zarok ji pêdiviyên xurekê jî bêpar man, gelek zarok neçar man dest ji dibistanan berdin bixebitin. Ên dest ji dibistanê berdan, ên di temenê biçûk de hatin zewicandin, ên neçar man bixebitin û rastî her cure îstîsmarê hatin, nehatin parastin tenê di tabloyên ku daneyên şîdetê didin de man.

 Jinên siyasetmedar hatin astengkirin û rastî şîdetê hatin

HDP rastî zexta ku di dîroka welat de mînaka wê tune ye hat. Bi hinceta "Xirakirina yekitiya dewlet û gel û ji holêrakirina yekitiyê” li HDP’ê doza girtinê hat vekirin û hevserokên wê Mîthat Sancar û  Pervîn Buldan jî di nav de ji bo 687 endaman daxwaza qedexeya siyasî hat kirin. Gelek endamên HDP’ê ahtin binçavkirin û girtin. Zêdetirê wan jin bûn. Nehiştin jin bi zimanê xwe yê dayikê parastinê bikin. Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan di danişîna 20’emîn de destûr nedan bi zimanê dayikê parastina xwe bike. Di danişîna doza ku li komîteya tertîbê ya Newrozê ku di 21’ê Adara 2010’an de li Nisêbîna Mêrdînê hatibû pîrozkirin hatibû vekirin; destûra parastina bi Kurdî nehat dayîn. Daxwaza parastina bi Kurdî ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hevseroka HDP’a Amedê Hulya Akokmen, bi hinceta ku bi Tirkî dizanin hat redkirin.

Tirkiye di şopa dîktator de ye

Desthilatdariya ku jinên dijberî xwe dijmin dibîne tiştê ku 63 sal berê dîktator Trûjîlo dixwest bike hewl dide bixe meriyetê. Jinên ku di şopa xwişkên Mîrabel de diçin, rastî êrîşên hovane yên dewleta Tirk tên. Jinên ku pêşengiyê ji şoreşa Rojava re kirine, destkeftiyên vê şoreşê diparêzin, diaxivin, tên qetilkirin. Li rojhilatê Tirkiyeyê bi qeyûman jiyan hatiye tengkirin, ji bo pêşî li rêxistinbûna jinan were girtin her tişt tê kirin. Polîtîkayên zextê yên li ser jinan tên pêkanîn, ji aliyê kesên bi unîforma ve bi şîdet û tecawizê bi encam dibe. Hema bibêje her kolan bûye cihê şîdetê, kiryar bi negirtina ceza tên parastin.

Jin agir geş dikin

Jinên ku ji têkoşîna xwişkên Mîrabel îlham girtine, bi biryar in sedsala 21’ê bikin a jinan. Jinên ku pergala baviksalar a tê ferzkirin red dikin, ji bo jiyana azad û pêşerojê têdikoşin. Ji ber vê ye ku li herêmên Tirkiye û Kurdistanê jin tên hedefgirtin û qetilkirin. Îro serhildana hemû jinan bi dirûşma “jin jiyan azadî” li gelek derên cîhanê olan dide. 63 sal piştî qetilkirina xwişkên Mîrabel, bi heman rengî jin ji aliyê dîktatoran ve tên hedefgirtin lê dest ji serhildanên gel û geşkirina agir bernadin. Ji ber vê têkoşîna domdar e ku Hevrîn Xelef, Nûjiyan, Rojîn, Viyan, Nagîhan, Sêvê, Sara û Denîz hatin qetilkirin.

 Hêza jinan ji ya çekan mezintir e!

Çawa ku piştî xwişkên Mîrabel têkoşîn bi pêş ket; îro jin, piştî rêhevalên xwe yên ku hatine qetilkirin, dest ji têkoşîn û berxwedanê bernadin. Îro yên ji qada Galatasarayê bang dikin, ên li girtîgehan in, ên ji bo aştiyê li qadan in, ên li Rojava pêşengiya şoreşa jinan dikin, ên li Filistînê ji axa xwe tên derxistin nîşan didin ku jinên her dem li ber xwe dane; nîşan didin ku hêza jinan ji ya hemû çekan mezintir e!