Agirê Newrozê wê li Girê Goyzha ya Silêmanî bê pêxistin
Li bajarê Silêmanî ya Kurdistana Federal wê îsal di 20'ê Adarê de li Girê Goyzayê agirê Newrozê bê pêxistin û piştre li Girê Mamayara şahiyek bê lidarxistin.
SIRIN SALIH
Silêmanî – Newroz a ku ji bo gelê Kurd sembola berxwedana li dijî zilmê ye, tevî hemû zilmê di bin her şert û mercî de hat pîrozkirin. Cil û bergên herêmî yên ji bo Cejna Newrozê ku ji 7 heta 70 salî her kes dest bi amadekariyan dike, ji aniha ve hatiye hilbijartin. Li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federal agirê Newroza 2023’an wê di 20’ê Adarê de li Girê Goyzayê bê pêxistin û piştre li Girê Mamayara şahiyek bê lidarxistin.
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Çand û Folklora Kurdî Xanim Mihemed têkildarî amadekariyên Newrozê li Silêmanî agahî da û got, "Ez cejna Newrozê li hemû gelê Kurd û bi taybetî yên ku ji ber zilma dagirkeran li wan hatiye çewisandin, pîroz dikim. Newroz cejna neteweyî ye. Divê gelê Kurd bi vê serbilind be, em jî îsal bi dirûşmeya 'Agirê Newrozê sembola yekitiya gelê Kurd e' Newrozê pîroz bikin, piştre wê pîrozbahî li Girê Mamayara pêk were.”
Jiyana Hapsa Xanî Neqîb wê bê gotin
Xatûn Mihemed destnîşan kir ku yek ji berxwedêrên jin ên dîrokî ku di salên 1891-1953’an de ji bo serxwebûna gelê Kurd têkoşiyaye, Hapsa Xanî Neqîb jî di çarçoveya Newrozê de wê were pêşkêşkirin û got, “Me ji derve gazî mêvanan kir. Ji bo nîşandana yekitiya gelê Kurd wê li navenda bajêr merasîmek bê lidarxistin. Her wiha bi navê 'Newroz Meşale' kovareke me heye û ji 8 rûpelan pêk tê. Hejmara 23’an wê derkeve. Di kovarê de dema ku dîroka Newrozê vedibêje, nivîsên li ser vê mijarê jî cih digirin.”
Xanim Mihemed diyar kir ku Newroz di 20’ê Adarê de tê pîrozkirin û çalakî saet di 15.00’an de dest pê dikin û diyar kir ku jinên Kurd her sal bi coş beşdarî Newrozê dibin û îsal jî wê tevlîbûn xurt be.