‘Agirê Newrozê jiyana me ronî dike’

Perîhan Ehmed a ji Hesekê bal kişand ser teqîna Newroza 2015’an li Hesekê rû da û zarokê wê jî jiyana xwe ji dest da û got: “Her çiqas em berdêlên giran bidin jî em ê Newroza xwe pîroz bikin. Agirê Newrozê jiyana me ronî dike.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di şeva Newroza sala 2015’an de, 2 wesayîdên bombebarkirî li taxa Miftî ya bajarê Hesekê ku gel lê Newroza xwe pîroz dikir, teqiyan di encamê de 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Perîhan Ehmed dayika Ciwanê 17 salî ku di wê di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû ji ajansa me re nirxandin kir.

Perîhan Ehmed behsa kurê xwe kir û got: “Em her sal Newroza xwe pîroz dikin. Kurê min jî sal bi sal hezkirina vê rojê di dilê wî de zêdetir dibû. Her sal bi malbat û hevalên xwe re şeva Newrozê pîroz dikir û bi destên xwe agirê Newrozê gur dikir. Di şeva Newroza 2015’an de li cihê şahiyê 2 teqîn rûdan. Tevî kurê min 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Dema teqîn çêbû ez li malê bûm çawa deng hat, min bangî kurê xwe Ciwan kir. Ez derketim derve çi bibînim perçeyên canê mirovan li hewa bûn, hinekan rakiribûn nexweşxaneyê. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Dijmin bi her awayî dixwaze me qir bike lê em ê bêdeng nemînin, li ber xwe bidin û li pey doza xwe bin.”

‘Têkoşîna li hemberî zilmê berdewam dike’

Perîhan Ehmed da zanîn ku li dijî gelê Kurd komployeke qirêj tê meşandin û wiha anî ziman: “Ji dîrokê ve heya roja îro li dijî gelê Kurd komkujî pêk tên, dixwazin Kurdan qir bikin. Ji ber ku Kurdan ji dîrokê ve heya niha li hemberî zilm û dîktatoriyê serî hildane, ji Kawayê Hesinker heya roja me ya îro têkoşîna li hemberî zordarî û zilmê didome. Di şeva Newroza 2015’an de xwestin nehêlin em Newroza xwe pîroz bikin, xwestin me tune bikin û hêrsa Newrozê veguherînin kîn û nefretê lê ev yek pêk nehat. Her çiqas em berdêlên giran bidin jî em ê Newroza xwe pîroz bikin. Ev roj ji bo me rojeke neteweyî ye. Her ku sala kurê min diqede ez diçim serdana gora wî û jê re dibêjim bila dilê te rehet be agirê Newrozê gur dibe.”

‘Newroz ji bo me bersivek e’

Perîhan Ehmed sersaxî ji hemû malbatên kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane re xwest û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kes nikare roja me tarî bike. Agirê Newrozê jiyana me ronî dike. Em ê bi dilekî germ îsal bi destên xwe Agirê Newrozê gur bikin. Ji ber ku Newroz bersivek e ji bo me, tê wateya ku em planan, koletî û zilmê li ser xwe qebûl nakin û li hemberî wê em ê têbikoşin.”