Agir bi Nexweşxaneya Zehra ya Zarokan a li Necefê ket

Li bajarê Necef ya Iraqê agir bi Nexweşxaneya Zehra ya Zarokan ket. Di şewata derketî de 41 zarok hatin rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan – Di Nexweşxaneya Zehra ya Zarokan ya li bajarê Necef ya Iraqê de şewat derket.

Di daxuyaniya Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Necefê dayî de ragihand ku di saetên sibehê de li parêzgeha Necef ya Iraqê agir bi Nexweşxaneya Zehra ya Zarokan ket û agir di demek kurt de belavî hem» nexweşxaneyê bûye.

Di daxuyaniyê de zanyariyê ku tîmên îtifaye karin 41 zarokan ji şewatê rizgar bikin û parve kir û diyarkir ku sedemê derketiana şewatê hê nehatiye tesbît kirin.