Agahî ji Zehra Muhammedvelî nayê girtin

8 roj in ji Zehra Muhammedvelî ya ku hatiye girtin tu agahî tune ye. Li gorî raporan, memûrên ewlehiyê di dema binçavkirinê de tu biryara dadgehê pêşkêş nekirine.

Navenda Nûçeyan – Zehra Muhammedvelî, welatiya Kurd a ji navçeya Abdanan a parêzgeha Îlamê, di 23’ê Gulanê de bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li navçeya Dehloran hate girtin û birin cihekî nediyar. Zêdetirî hefteyek di ser girtina wê re derbas bûye, lê hîn jî rayedarên ewlehî û dadweriyê di derbarê tohmetên muhtemel ên li dijî Zehra Muhammedvelî, cihê wê û rewşa tenduristiya wê de ti daxuyaniyek fermî nedane.

Li gorî raporan, endamên malbatê di rojên dawî de ji bo ku li ser cihê keça xwe agahdar bibin bi gelek saziyan re têkilî danîne, lê hîn bersivek zelal negirtine.

Ji tevahî mafan bêpar hiştine

Li gorî agahiyên hatine weşandin, ev heşt roj in mafê Zehra Muhammedvelî yê telefonkirinê, hevdîtina bi malbata xwe re û wergirtina piştgiriya hiqûqî hatiye astengkirin. Ev rewş di derbarê rewşa fîzîkî û psîkolojîk a welatiya girtî de fikaran çêdike. Her çend nezelaliya di derbarê çarenûsa Zehra Muhammedvelî de berdewam dike jî, binçavkirinên bêyî biryara dadgehê, ragirtina kesan li deverên nenas û bêparhiştina ji mafên bingehîn demek dirêj e ku ji hêla parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên ku di warê mafên girtiyan de dixebitin ve têne rexnekirin.