Agahî ji şandeya RJAK’ê ya duh ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn binçavkirin nayê girtin
Şandeya ji du rêveber û endamek RJAK’ê pêktê, bi armanca beşdarbûna bîranîna şehîdên fermana 74’an çûbûn Şengalê, di dema vegerê de duh li seytereya ketina Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin binçavkirin hîn jî agahî jê nayên girtin bê ka li kûderê ne.
Hewlêr - Şandeyek ji Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), ji bo ku tevlî merasîma bîranîna salvegera şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê bibin, ji Silêmaniyê berê xwe dan Şengalê. Şandeya ku ji endamên Meclîsa RJAK’ê Xewla Mhemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, piştî merasîmê, duh ber bi Silêmaniyê ve ket rê. Di rê de li Seytereya Kelek a ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, heta îro jî nehatine berdan.
Li gorî agahiyên herî dawî yên rêveberiya RJAK’ê hîn jî endamên wana ne hatine berdan û ti agahî ji wan nayê girtin. Rêveberiya RJAK’ê diyar kir asayîşa Hewlêrê heya niha ne ew, ne jî malbatên wan di derbarê rewşa wan de agahdar nekirine û dazanîn ku malbat gelekî nîgeranin. RJAK’ê bang li PDK’ê kir ku endamên wan demildest berdin.
Hêjayî bibîrxistinêye di nava jinên hatine binçavkirin de dayik jî hene û zarokên wan jî ji ber rewşa dayîkên xwe nîgeranin