Agahî ji dayik û keça ku li herêma operasyonê bûn nayê girtin
Li Licê ji ber ku operasyonên leşkerî berdewam dikin, gundên li herêmê rastî zext û îşkenceyê tên. Parlamentera Amedê Remziye Tosun bang li Saziyên Civaka Sivîl kir ku biçin herêmê.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Operasyona leşkerî ya ku di 14’ê Nîsanê de li gundên Dêrxust, Huseynik û Karahasan û gundikên wan ên li navçeya Licêya Amedê hatiye destpêkirin didome. Hat diyarkirin ku li devera operasyon lê hatiye kirin, dar bi kepçeyê hatine birîn û dayik û keçek li herêma ku hatiye dorpêçkirin di malên xwe de asê mane. Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun ku li ser daxwaza gundiyan çû herêmê, diyar kir ku ji dayik û keça ku li mala durî gundê xwe dimînin agahî nayê girtin.
"Gundî rastî îşkenceya tazî hatin"
Remziye Tosun diyar kir ku di operasyonê de zext û êşkence li gundiyan hatiye kirin, Remziye Tosun diyar kir ku zarokên li gund jî bi lêgerîna tazî re rû bi rû man.
"Sê roj berê, piştî operasyonên li navçeyê, welatiyên gundên Licê yên ku pevçûn lê hebû gihîştin me û gotin ku ew di binê dorpêçê de hatine hiştin. Dûre em bi rêveberên xwe yên li navçeyê re çûn gundan. Dema ku em gihîştin wir me nizanibû ku em ê bi hovîtiyek mezin re rû bi rû bimînin. Dema ku em bi jinên gund re axivîn, wan got ku ji hêla leşkeran ve di bin zextên mezin de ne. Leşkeran zarok li gund tazî kirine û nihêrîn ka li ser milên wan şopa çente heye yan na. Hemû ciwanên li gund rastî vê îşkenceyê hatin. Ji ber ku malbat nerehet bûn, zarokên xwe ji gund derxistin."
“Em nikarin agahî ji dayik û keça ku di bin dorpeçê de ne bigrin”
Remziye Tosun diyar kir ku jina bi navê Remziye Sonsuz û keça wê li gund di dorpêçê de asê mane û diyar kir ku digel hemû hewldanên wan jî leşker nahêlin ew biçin serdana malbatê. Remziye Tosun diyar kir ku ew ji du jinên ku di dorpêçê de ne agahî nagrin û axaftina xwe wiha domand;
"Hemû gundên ku operasyon lê dihatin kirin di bin dorpêçê de bûn û li herêmê du çember avakirîbûn. Di nav dorpêçê de, xaniyek giredayî gund lê ji gund dûr heye. Li vê malê Remziye Sonsuz û keça wê dimînin. Dema ku em diçin wir, ew nahêlin dayik bi keça xwe re derkeve derve. Destûr nedan ku ne ew derkevin derve û ne ji em biçin gel wan. Dema ku me xwest em biçin cem malbatê, wan bertek nîşan da û got ‘Operasyon heye, hûn kî ne tên li vir?’ Her çend me gelek telefona dayikê kir jî me nikaribû li ser rewşa wan agahî bigirta. "
“Pêwîst e Saziyên Civaka Sivîl biçin herêmê”
Parlamentera HDP'ê banga hestiyariyê ji bo daristan û gundên ku dorpêç lê didome kir.
"Gundiyên li wir niha nikarin heywanên xwe jî biçêrînin. Gava ku ew dixwazin wan der ve derxin, leşker destûrê nadin wan. Mirovên ku li wir dijîn bi rojan e di bin siya çekan de dijîn. Ew nahêlin ew dayik û keç berî ku operasyon xilas bibe ji malê derkevin. Îro divê hemî saziyên rêxistinên sivîl li wir bin û dengê xwe derxin. Bi gotina ji vir biçin û malên xwe terk bikin mirovan tehdît dikin. Tê xwestin ku mirov koçber bibin. Pêwîst e mirov li xwezayê, heywanan û mirovên li wê derê xwedî derkeve. Li wir ne tenê dar tên birîn. Ji bo vê divê hemû ekolojîst, heywanparêz û parêzer biçin navçeyê û çavdêriyê bikin."