Afsun Najafî di serdegirtina mala wê de hat binçavkirin

Xwişka Hedîs Najafî ku li Îranê di xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Emînî de hatibû qetilkirin, Afsun Najafî ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Sala berê di xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyên ‘polîsên exlaqî’ yê Îranê ve hatibû qetilkirin de Hadis Najafî jî hatibû qetilkirin.

Xwişka Hadis Najafi Afsun Najafî di serdegirtina mala xwe de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin. Afsun Najafî derbarê girtinê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal vê parvekirinê kir: “Bê ku hişyarî an jî îxbarekî hebe ketin malê. Her derê malê lêgerînkirin û hin amûrên min jî li gel xwe birin.”