Farîda Tejalî: Min dest ji zanist û zanînê berneda

Piştî ku Talîbanê Afganistan dagir kir, wekî gelek kesan xwendina zanîngehê ji bo Farîda Tejalî jî hat astengkirin. Farîda got “Ez bêhêvî nebûm, min dest ji zanist û zanînê berneda. Dixwînim, dinivîsînim û xêz dikim.”

BAHARÎN LEHÎB

Gaznî– Di ser dagirkirina Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve du sal derbas bûn. Di du salan de jin di serî de ji xwendin û xebatê, ji her derê jiyanê hatin dûrxistin. Farîda Tejalî jî yek ji wan jinan e ku mafê perwerdeyê jê hatiye girtin. Farîda Tejalî li Afganistanê di zanîngehek de xwendekara pola çaran e, piştî ku Talîbanê welat dagir kir, nikaribû perwerdeya xwe bidomîne.

‘Tenê mêr dikarin biçin zanîngehê’

Farîda Tejalî diyar kir ku tu hincetek bi mantiq a tiştên diqewimin tune ye û got: “Destûr nedan em jin perwerdeya xwe bidomînin. 4 meh in zanîngeh vebûne lê tenê mêr dikarin biçin, nahêlin em perwerdeya xwe bidomînin.”

‘Ez dest ji zanînê bernadim’

Farîda Tejalî da zanîn ku dema çûye zanîngehê Talîbanê li ser wan sergirtin û şeklê cilên li xwe dikin ferz kiriye û wiha domand: “Ez bi riya medyayê hîn bûm ku deriyên zanîngehan ji bo me jinan hatine girtin. Azmûnên min ên demî nû bi dawî bûbûn. Ez li malê tu car vala nasekinim divê mirov armancên xwe bi sînor nekin. Min hedefa xwe bi zanîngehê bi sînor nehişt. Ez bêhêvî nebûm, min dest ji zanist û zanînê berneda. Ez dixwînim, dinivîsînim û xêz dikim.”

Farîda Tejalî ji bo jinên Efgan peyam da û got ku bila armancên xwe bi kesan ve girê nedin û got:  “Ez dixwazim derfetên ku çêbûne binirxînin, hişyarî û asta zanîna xwe zêde bikin, radestî rewş û mercan nebin.”