Afaq Al-Maraa bi berga ‘Jiyana Komînal’ derket
Kovara Afaq Al-Maraa (Asoyên Jin), bi armanca bal kişandina ser rola jinan di komînan de û pêwîstiya avakirina jiyanek demokratîk, hejmara xwe ya 15’yemîn bi berga ‘Jiyana Komînal’ weşand.

Qamişlo – Kovara Afaq Al-Maraa (Asoyên Jin) ku bûye platforemek girîng ku pirsgirêkên jinan dike rojev û beşdariya wan a jiyana siyasî- civakî bi hêz dike, hejmara xwe ya 15’yemîn weşand.
Kovara ku bi zimanê Erebî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê weşandin di vê hejmara xwe de diyar kir ku komîn rêxistinbûna civakî ya îdel ku civakê berbi demokratîkbûn û jiyanek beşdarî ve bibe ye. Di heman demê de destnîşan kir ku ku komîn ne tenê awayek yê rêxistinê ye, di heman demê de modelek pratîk a edaleta civakî û wekheviyê dixwe meryetê ye.
Hejmara 15’yemîn balê dikşîne ser bihêzkirina jiyana komînal
Di vê hejmara kovarê de rola jinan di bihêzirina jiyana komînal de derdikeve pêş. Di heman demê de balê dikşîne ser rola komînan di avakirina aboriya siyasî de.
Mijarên mekaleyên di kovarê de cih girtin
Mekaleyên ku di vê hejmarê de cih girtin, rola jinan di komînan de çawa were aktîfkirin, wê ev maf û azadiya jinan çawa bi hêz bike û civak wê çawa berbi modelek edalene û berfireh ve biçe hate nîqaşkirin. Di heman demê de ceribandinên jinên serkeftî di avakirina komînan de tê ragihandin. Ev mînak hêza jinan di projeya civaka demokratîk de û bandora wê radixwe ber çavan.
Kovara Asoyên Jinan, mîsyona xwe ya destekkirina dengê jinan û bihêzkirina wan di her qadê de didomîne. Hejmara 15’yemîn ji bo pêşeroja komînan û rola jinan di avakirina civakeke demokratîk de bi sûd e.