Adalet Kaya: Em ê bi rêxistinbûnê têkoşînê mezin bikin

Parlamentera Partiya Çepên Keskan a Amedê Adalet Kaya pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê nirxand û got, “Bê ku bikevin bê hêvîtiyê em ê bi rêxistinbûnê têkoşînê mezin bikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Pêvajoya hilbijartinê ya ku di 14'ê Gulanê de li Tirkiyeyê dest pê kiribû, bi dawî bû. Li Kurdistanê eleqeyek mezin ji hilbijartinê re hat nîşandan, di hilbijartinê de bajarên herêmê bûn xwedî dengên herî zêde. Di encamên hilbijartinên ku di nav de binpêkirin, guman û nîşaneyên pirsê hebûn de ferqeke mezin di navbera dijberan de tunebû, gelê Kurd ku bi daxwaza demokrasî û guhertinê çû ser sindoqan, di vê hilbijartinê de jî biryardariya xwe nîşan da. Em bi Parlamentera Amedê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya re li ser atmosfera piştî hilbijartinê, rola ku Hûda-Par dixwaze di siyasetê de bigire û pêşbîniyên wê yên derbarê siberoja jinan de axivîn.

Edalet Kaya, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna herêmî, siyaseta Hûda-Parê weke durûtiyê şîrove kir. Adalet Kaya, anî ziman ku siyaseta Kemal Kiliçdaroglû piştî 14'ê Gulanê tundtir bûye û bûye xwediyê nasnameya nîjadperest û bal kişand ser vê yekê ku ev rewş bi taybetî ji aliyê gelê Kurd ve provokasyoneke cidî çêkiriye.

'Muxalefet bi nasnameya xwe ya nijadperest baweriya xwe winda kiriye'

Adalet Kaya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polarbûna civakî û ev nirxandin kir; “Tiştek heye ku encamên hilbijartinê pir zelal nîşanî me dide. Civak bûye du qûtib. Bi rastî em hilbijartinek bê serketî dibînin. Ji ber ku me polên ku ji muxalefet û bloka AKP-MHP’ê pêk tên pir tûj dîtin. Sîstema AKP-MHP’ê hem di pêvajoya propagandaya hilbijartinê de hem jî di serdema 21 salan de hemû çavkanî û organên dewletê bi kar anî. Dema em di vê mijarê de muxalefetê dinirxînin, em dibînin ku siyaseteke cidî nameşîne. Me dît ku propagandaya ku wî di hilbijartinan de kir têrê nake, bi taybetî jî siyasetek wî tunebû ku dest bavêje xizanan, kesên ku li gundan di rewşên dijwar de dijîn. Zehmetkirina siyaseta Kiliçdaroglû ya piştî 14’ê Gulanê û nasnameya wî ya nîjadperest di nava gel de baweriya xwe winda kiriye. Ev  yek li ser civakê reaksiyonek cidî ava kir.”

'Divê em ji vê pêvajoya hilbijartinê ders bistînin'

Adalet Kaya anî ziman ku gelê kurd di her du qonaxan de jî nerazîbûnên xwe yên li dijî pergala faşîst bi awayekî zelal nîşan da û destnîşan kir ku rengê dengên gel ne ji bo mirov e, ji bo şandina tiştên ku divê biçin e. Adalet Kaya anî ziman ku divê di vê pêvajoya hilbijartinê de gelek mijarên ku ji wan dersê bigirin û xwe rexne bikin hene û got, “Em jî ji vê hilbijartinê gelek tişt fêr bûn. Divê em jî ji xwe re hin dersan hîn bibin. Dixwazim bibêjim ku rêxistina herêmî bi taybetî di warê rêxistinî de pir girîng e. Divê ev yek ji bo hemû aliyên mûxalîf bê gotin, ji ber ku ji bo zemîna ku bi manîpulasyona rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hatiye afirandin bihejîne, divê bi modeleke nû ya rêxistinî pêş bikevin.”

'Ji bo gelê Kurd û jinan tiştek neguheriye'

Adalet Kaya diyar kir ku ew ê bi pîvan û girankirina hemû rexne û kêmasiyan têkoşînê mezin bikin û destnîşan kir ku divê gel bêhêvî nebe. Adalet Kaya da zanîn ku bi hilbijartinê re di serî de ji bo gelê Kurd û jinan tiştek neguheriye û got, “Me di vê pêvajoyê de polîtîkaya windakirinê şopand. Rêya me rêya 3’yemîn e û em dizanin ku ev stratejî di nav gel de hevtayê xwe heye. Lewma divê em di vê xalê de bêhêvî nebin. Me berê jî li dijî rejîma faşîst a heyî şer dikir, niha jî em ê vê têkoşînê hîn zêdetir bidomînin. Ji bo vê jî divê em hîn zêdetir bi rêxistin bin û zêdetir li hev bibihîzin û guhdarî bikin.”

'HUDA-PAR siyaseteke durû dimeşîne'

Di dawiyê de Adalet Kaya diyar kir ku zimanê nerm ku Huda-Parê di ketina Meclîsê de bi kar tîne, ji tu kesî re samîmî xuya nake û partiya ku bi tundî û kuştinên kiryar nediyar hatiye vê astê, siyaseteke durû nîşan daye. Adalet Kaya derbarê mijarê de ev nirxandin kir; “Niha li Meclîsê bûyîna HUDA-PAR nayê wê wateyê ku hêzekî siyasî bidest xistiye. Ji ber ku di nav civakê de tu bersiva wan nîne. Têgihiştina ku ji salên 90'î û vir ve xwe bi şîdetê afirandiye, bûye sedema kuştinên kiryar nediyar û şîdeta li ser jinê, îro li Meclîsê dengê xwe dide, bandoreke qanîkirinê li ser kesî çê nake. Gelê Kurd bi şahidiya vê tundiyê mezin bû. Kesên ku ev têkoşîn anîn vir, bi polîtîkaya vê ferasetê hatin qetilkirin. Loma jî siyaseta HUDA-PARê ya îro li Meclisê siyaseteke pir durû ye. Ji bo vê jî ti hevtayên wan ên siyasî ji bo civaka Kurd nîne.”