Abeer Moussa Xelata Jina Ereb a Navbirî dê li parlamentoyê bigre
Di 11'ê Tîrmeha 2021'ê de Bloka parlamentoyê ya Partiya Destûra Azad a Tûnisê ragihand ku cîgira blokê parlamenter Abîr Musî, nameyeke fermî ji jinên Ereb ên navneteweyî re şand da ku ew Xelata Jina Ereb di bin banê parlamentoyê de radestî wê bike.
Tûnis - Bloka parlamentoyê ya Partiya Destûra Azad a Tûnisê ragihand ku Nûner Abeer Moussa ji Sekretera Giştî ya heya Jinên Ereb nameyek fermî girt, ji ber karê wê yê profesyonel di parlamentoyê de ew hat hilbijartin ji bo xelatkirinê.
Li gorî ragihandina heyeta parlamantoyê weşandine ku heyetek bi serokatiya sekretera giştî ya heyeta Jinên Ereb, ber bi Tûnisê ve diçin da ku li navenda parlamentoyê ji bo nûner Abeer Moussa Xelata Jina Ereb a Navbirî bidin.
Ji ber sekna wê ya li dijî tundî û terora li Tûnisê ev xelat tê dayîn
Xelata Jina Ereb a Navbirî ku xelata welatên Ereb a herî bilind e cara yekem di sala 2004’an de di bin banê yekitiya dewletên Ereb de hat destpêkirin. Endamê Parlamentoyê Abeer Moussa di bin banê Parlamentoyê de di 30'ê Hezîrana borî de ji hêla du hevalên xwe ve rastî êrîşekê hatibû.
Sekretera Encûmena Jinên Ereb Deltpra Amira Al-Shanwani şîrove kir û diyar kir ku ev xelat ji ber karê pispor ê Abeer Moussa ji bo sekna wê ya li dijî dozên giştî yên tundî û terora di hindirê Tûnisê de û rola wê ya di nava civakê de û pêkanîna wê ji pergala demokratîk re tê dayîn.