Abdullah Ocalan: Bicîhanîna rola xwe ya çapemeniyê berpirsiyariyek dîrokî ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nameya xwe ya ku ji bo merasîma 32’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad şand de, berpirsyartiya dîrokî ya xebatkarên çapemeniyê bi bîr xist.

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nameyek ji bo 32’emîn Merasîma Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniya Azad şand.
Nameya Abdullah Ocalan wiha ye:
"Divê atmosfera salên 1970’iyan, ji aliyê Kurdan ve baş bê fêmkirin. Înkar di asta bilind de ye. Ji xwe rev, di asta herî bilind de ye. Ji bikaranîna navê Kurd jî rev heye. Înkar serwer e. Heta behskirina navê wan jî tê wê wateyê ku tu her tiştî winda bikî. Di destpêka salên 1970yiyan de, min xwest veguherîneke dîrokî bikim. Min gava xwe ya yekem bi çûna komeleyan li Stenbolê avêt. Min biryar da ku ez navê ‘Kurd’ bikar bînim û min bikar anî. Her wiha li wir min Musa Anter cara yekem dît. Ew cara yekem û ya dawîn bû ku min ew dît.
Apê Mûsa pir biqîmet e, pir nirxdar e. Ew yek ji wan kesan bû ku piştî salên 1940î dengê xwe bilind kir. Dibe ku ew piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yekane welatparêzê cidî bû. Ew bi tena sere xwe wekî partiyekê tevgeriya. Ew nîv sedsalekî bi tena sere xwe wekî partiyekê tevgeriya. Dibe ku wî partî ava nekiribû. Lê wî hewl da ku bi rêya edebiyatê ji bo Kurdan hin tiştan bike. Di wêjeyê de Yaşar Kemal çi be ew jî ew e. Yaşar Kemal di Tirkî de ew di Kurdî de. Ev pir biqîmet bû. Di vê wateyê de, ew xwedî taybetmendiyeke bingehîn e. Û ji ber vê yekê, ew ji hêla kontrayan ve hate kuştin.
Di hevdîtina me ya li Stenbolê de, her çend kurt be jî me derfet dît ku em bi hev re bimeşin. Şîretên wî ji bo me hebûn. Got: “Li xwe miqate bin.” Me hewl da ku vê yekê bikin û em hîn jî dikin. Bi vî awayî em gihîştin roja îro.
Em niha bi armanca aştî û civakeke demokratîk pêvajoyekê dimeşînin. Serkeftina wê hewldaneke dilsoz û hêja dixwaze. Bawerî û hêviyên min ên mezin ji bo serkeftinê hene.
Divê neyê ji bîrkirin, dema ku gotin bi heqîqetê re werin ba hev pir bi bandor, afirîner û karîger dibin. Li gor vê heqîqetê, di pêkanîna berpirsyarî û ked dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne.
Ez şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji hemû endamên çapemeniyê yên ku li ser şopa Musa Anter dimeşin û ji bo pêkanîna îdealên wî têdikoşin re serkeftinê dixwazim.”