‘Şoreşa Rojavayê Kurdistanê 8'ê Adarê nûjen kir’
Berdevka kordînesyona Kongreya Star ya herêma Firatê Zozan Bekir Têkildarî Roja Jin ya Cîhanî wiha got: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rihê 8'ê Adarê zindî, watedartir kir û ev têkoşîn vegerand tevahî qadên jiyanê. "
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di 8'ê Adara 1857'an de li bajarê New York ê Emerîkayê 40 hezar karkerên jin ku di kargeheke tekstîlê de kar dikirin, dest bi grêva bi rêxistinkirî kirin. Daxwazê wan ew bû ku seatên kar ji 16 seatan dakeve 10 seatan û ji karê wekhev re heqdesta wekhev were dayîn. Polîsan ji bo rawestandina çalakiyên girseyî êrîşî jinan kirin. Bi piştgiriya rêveberiya kargehê polîsan derî li ser hezaran karkerên di kargehê de girtin. Piştî vê yekê di kargehê de şewat derket. Ji ber karker di dema şewatê de nikarîbûn bendên ku li ber kargehê hatibûn danîn derbas bikin, nikarîbûn xwe ji şewatê rizgar bikin. Ji karkerên ku di hundir de asê mabûn 129'an di nav agir de canê xwe dan. Çapameniya Emerîkayê helwesta rêveberiya kargehê û polêsan ji gel veşart û hewl da ku ser bûyerê bigire.
Jinan bi îsarar û daxwaza wekheviyê rojek ji bo xwe veqetandin
Di 8'ê Adara 1908’an de ango di 50'emîn salvegera bîranîna komkujiya New York ê dîsa li New Yorkê di kargeha "Cotton" ya Tekstîlê de karkerên jin ji bo şert û mercên xebatê baştir bibin, dest bi grevê kirin. Piştî 2 salan di 26-27 Tebaxa 1910’an de li bajarê Kopenhagê yê 2'emîn Konferansa Jinan a Navnetewî pêk hat. Di vê konferansê de yek ji pêşengên Partiya Demokrat a Civakî ya Elmanyayê Clara Zetkîn, di wezîfeya sekreteryayê de cîh digirt. Zetkîn, di 8’ê Adara 1857’an de pêşniyar kir ku ji bo bîranîna karkerên jin ku di kargeha tekstîlê de jiyana xwe ji dest dabûn, 8’ê Adarê weke Roja Jinan a Cîhanê were bibîranîn. Pêşniyar, bi yek dengî hate qebûlkirin. Piştî vê yekê di 19’ê Adara 1911’an de cara yekem di asta navnetewî de bi awayekî girseyî ji bo roja jinan pîrozbahî pêk hatin.
Şoreşa 19'ê Tîrmehê destkeftiyeke dîrokî ye ji bo jinan
Pergala mêr-dewlet bi salane hewil dide ku serhildan û daxwazên jin tune bikin û roja 8'ê Adarê weke rojeke ji rêzê bidin rûnişkandin. Li hember vê hişmendiyê jinên Kurd di sedsala 21'emîn de bi zanebûn û berpirsyariya mezinkirin û şopandina mîrasa jinên têkoşer yên cîhanî û Kurdistanê dest bi şoreşê kirin. Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an ku li Rojavayê Kurdistanê destpê kir bû modela guhertin û avakirina jiyaneke nû. Jinên Kurd ku pêşengiya vê şoreşê kirin îro ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bûn çavkaniya têkoşîn û berxwedanê. Ev şoreş weke mezintirîn destkeftiyên jin yên dîrokî jî tê pênasekirin.
Di vê çarçoveyê de berdevka kordînesyona Kongreya Star ya herêma Firatê Zozan Bekir şoreşa Rojava û 8'ê Adarê ji ajansa me re nirxand.
‘Şoreşa Rojava ji bo jinan derfeteke zêrîn e’
Zozan Bekir di destpêka axaftina xwe de şoreşa ku çirsûka wê ji Kobanê destpê kir wiha anî ziman: "Di ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku bi pêşengiya jin birêket, 10 sal borîn. Tevî hemû êrîş, zextên civakê û hişmendiya baviksalar jin di tevahî warên jiyanê de têkoşîna xwe didomînin. Di hundir belavbûna civakê û bi tabyet pergala li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê hilweşîyayî, jinan dest ji rihê têkoşînê, doza azadiyê û baweriya ku wê rojek were û jin bi azadî bijîn bernedan. Em jî weke jinên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet yên Kobanê xwedî şansekî pir mezin in ku me ev roj dît û em jiyan dikin. Di deverek biçûk de weke Kobanê, xewin û xeyalên bi hezaran jin bi cih hatin. Îro doza azadiya jin li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rohilatê Sûriyê dewam dike, her wiha îro bi hezaran jin li ser piyan in û xeta jinên serhildêr dişopînin. Ji lewra ev şoreş derfteke zêrîn e ku em weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bibin hêz û sembola berxwedanê. Ji bo vê bala jinên tevahî cîhanê li ser şoreş, xebat û vîna me ye ku me dikarbû bi pêşengiya şervanên YPJ'ê rêxistina teror ya DAIŞ'ê tune bikin."
‘Belavbûna bîrdoziya Rêber Apo serkeftina şoreşê teqez dike’
Şoreşa Rojava û pirojeya Netewa Demokratîk xwe dispêrin bîrdoziya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan ku di vê der barê de bi sedan perspektîf ji bo jinan û gelên Rojihlata Navîn pêşkêş kir. Zozan Bekir di domandina axaftina xwe de wiha behsa vê mijarê kir: "Bê guman divê em bîrdoziya Rêber Apo ku ji bo jinên Kurd û tevahî jinên azadîxwaz pêşkêş kir, ji bîr nekin. Rêber Apo dibêje; heta ku jin koleye divê em behsa azadiya civakê nekin. Ji ber vê Rêber Apo di asta yekemîn de bi azadiya jin re mijûl bû û gelek xebat ji bo vê mijarê nîşan dan. Bîrdoziya Rêber Apo ji bo me jinan dibistana azadiyê ye ku bi hezaran jin perwerde lê dîtin û xwebirêxistin kirin. Berhemên ked û xebata Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet di Kobanê de derketin holê. Heger îroj jinên cîhanê silgoana "Jin, jiyan, azadî" berz dikin û xwedî lê derdikevin, ev careke din xwe dispêre bîrdoziya Rêber Apo û têkoşîna jinên Kurd. Ev mijar ji bo me gelek watedar û binirx e ku serkeftina şoreş û têkoşîna me teqez dike."
‘Doza jin vegeriyaye riya rast’
Zozan Bekir dirêjî da nirxandinên xwe de bal kişand ser êrîşên ku jin pêre rû bi rû dimînin û got: "Di dîroka têkoşîna jin de bi hezaran jinên pêşeng û bi bandor hene. Mixabin ku jinên li hember pergal û hişmendiya mêr-dewlet serî hildidin her tim bi êrîşên vê pergalê re rû bi rû dimînin. Pergala serdest her tim hewil daye ku têkoşîna jinan bê encam bikin, ji naveroka wê derxin û jinan mehkûmî koletiyê bihêlin. Ji ber vê em dikarin êrîşên li hember jinan weke qirkirinê pênase bikin. Tevî vê jî em dibêjin, heta ku em li ser vê axê dijîn wê têkoşîna me jî dewam bike û bighêjê encamê. Li gor vê yekê jî îsal li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilatê Kurdistanê û tevahî welatên cîhanê, dê jin li qadan bin û peyamên gelek cuda û bi wate werin dayîn. Her wisa di salên borî de komxebatên jinan yên di asta cîhanî de hatin li darixistin. Ev yek jî kombûn, yekîtî û hevbeşiya têkoşîna jinan nîşan dide, her wiha tê wateya doza jin vegerandina riya wê ya rast û xebatên wê komserhevkirin e. Pirsgirêka jin ne tenê ya netew ango welatekî ye, azadiya jin mijareke cîhanî ye û divê ku ji bo vê yekê gavên cîhanî werin avêtin."
‘Şoreşa Rojava rihê 8'ê Adarê vegerand tevahî qadan’
Berdevka kordînesyona Kongreya Star ya herêma Firatê Zozan Bekir di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şoreşa Rojava rihê 8'ê Adarî zindî kir û wiha got: "Heger mirov hevrûkirinekê di navbera wateya 8'ê Adarê beriya şoreşê û di roja me ya îro de çêbike, bê guman me gelek pêvajo li pey xwe hîştin. Ji ber ku li herêmên heta astekê naskiririna ji pirojeya Rêber Apo ya azadiya jin re hatibû çêkirin, 8'ê Adarê bi rengekî lewaz dihat pêşwazî kirin. Ev yek jî xwe dispart pergala zayendperest û baviksalar ya li Sûriyê û di nava civakê de. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rihê 8'ê Adarê zindî kir, çawa ku di salên 80'î de bi sed hezaran jin daketin qadan û behsa mafê xwe kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî jinan ev têkoşîn geş kirin, watedartir kirin û vegerandin tevahî qadên jiyanê. Pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya jinan hatiye bi cih kirin, ji bo jinên cîhanê bûye qada berxwedan û têkoşînê ku jin bikarbin careke din li derdora doza xwe kom bibin, nûnertiya xwe ya siyasî, leşkerî, aborî û hwd bikin."