Şoreşa Rojava ji hebûna dewleta Tirk mezintir e - ANALÎZ

Şoreşa jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hebûna xwe di vê taybetmendiyê de bi mane dike. Têkoşîna jinan a radîkal di serdema niha de rê li ber zayîna zihniyeteke nû vedike. Rê li ber zayîna heyîneke nû ya civakî vedike.

ZEHRA ŞENGALÎ

23’yê Kanûnê roja salvegera yekemîn a komkujiya duyemîn a Parîsê bû. Dewleta Tirk a qirker dest bi êrîşeke nû li dijî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ev êrîşên hovane didomin. Êrîş, parçeyek ji îlana şerê dewleta Tirk a dagirker ku bi salan e berdewam dike ye. Ji roja ku gelê Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de xweseriya xwe îlan kiriye ve heta niha, dewleta Tirk a qirker şerê tunekirina vê hebûnê ji xwe re asas girtiye, bi siyaseta xwe ya dagirkeriyê û heta niha didomîne.

Şerê li dijî Rojava 11 sal in bênavber berdewam dike. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe, bi çete, artêş û hêzên tarî yên dewletên hegemon êrîş dike. Di serî de çeteyên DAIŞ’ê, hemû hêzên paramîlîter ên ku bi zihniyet, şêwaz û kiryarên dewleta Tirk hatibûn perwerdekirin bir ser Şoreşa Rojava. Li ser navê şerê taybet ê qirêj çi were bîra mirov xist meriyetê. Ev xeta Tirkîtiya nijadî, hem li ser hemû gelên herêmê xeterî ye, hem jî di asteke tirsnak de ye. Pêwîst e li hemberî plana ku di ser Tirkiyeyê re dixwazin li herêmê bi cih bînin têkoşîneke radîkaltir û hevgirtî ya jinan û gelan bi pêş bikeve. Ev erk ne tenê dikeve ser gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Gelên herêmê ger wêneyê vê metirsî û xeterê nebînin, ji kûr ve hîs nekin, li dijî wê nebin xwedî sekneke radîkal wê ev plan tevî berxwedana heyî bikeve meriyetê. Dema ku ket meriyetê û şûnde têkoşîn zêhmettir dibe. Ji bo wê ji îro ve rabûn hem erkekî rojane ye, hem dîrokî û hem jî wijdanî ye.     

Li pişt êrîşên li ser Rojava hêzên hegemon hene

Beriya her tiştî divê em plana êrîşên li dijî şoreşa jinan û gelan ne tenê weke plana dewleta Tirk bibînin. Ev dîtin wê me bike xefikê em ê nikaribin wêneyê vê planê yê mezin nebînin. Bi hêz, êrîş û gotina dewleta Tirk a qirker li dijî şoreşa Rojava pelek jî naheje. Li pişt her plana li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hêzên navneteweyî hene. Serkêşiya vê jî DYA-Rusya dikin. Ev êrîş bi gelek armancan tên kirin lê ya niha bi esasî li ser tê sekinandin guhertina demografyaya herêmê ye. Bi taybetî eger vê plana li ser axa Sûriyeyê û di xeta erdnîgarî ya Kurdistanê de pêk bînin wê gav bi gav di herêmê giştî de berbelav bikin.

Tişta ku niha li Efrîn, Serêkanî, Girê Spî û li tevahiya Başûrê Rojava dikin qirkirina çandî, qirkirina dîroka resen û guhertina demografîk e. Dîroka dewleta Tirk bi van kiryaran dagirtî ye. Ger pêşiya vê plana kirêt neyê girtin, berxwedana topyekun a civakî bi pêş nekeve, wê li ser vê erdnîgariyê dîroka serdestan careke din xwe dubare bide jiyîn. Ev proje ji bo gelên herêmê, ger carek metirsîdar be, ji bo Kurdan sê caran metirsîdar e. Ji bo jinan jî di asta qirkirinê de ye. Gelê herêmê baş dizane li pişt van êrîşan ev hêz hene. Piştgiriya van hêzan ji dewleta Tirk re dijminahiya dewleta Tirk, nijadperestî û siyaseta qirkirinê tund û gurtir dike.

Divê her kes êrîşkariya dewleta Tirk a li dijî îrade û hebûna gelan bibîne

Rojava her ku wekî hebûneke azadane, bi rengê jinan û kurdewarî xwe bi cihrengiya pêkhateyan nîşan dide pê re bêtehemuliya dewleta Tirk bi gewde dibe. Ev bêtehemuliya dewleta Tirk êdî di asteke tirsnak de ye û nayê qebûlkirin. Divê her kes êrîşkariya dewleta Tirk a li dijî îrade û hebûna gelan bibîne. Bêguman her kes li dijî van êrîşan bêdeng nîn e, yên bêdeng dewletên dagirker in. Jixwe hêviya gelan ji wan dewletan çênabe û wê tu carî jî çênebe. Ji ber ku Şoreşa Rojava ji hebûna van dewletan û bi taybetî dewleta Tirk mezintir e. Ev heqîqetek hatiye îsbatkirin. Dewlet bi hêza zorê heye, gel bi hêza xwe ya civakî heye. Van herdu tiştan di tu dema dîrokê de li hev nekirine û nayên gel hev.

Dewleta Tirk a nijedperest ji bo êrîşkarî û dagirkeriya xwe rewa nîşan bide, ji bo ji bêdengiya raya giştî ya navneteweyî feydeyê bigre careke din bi çavsorî êrîşên xwe yên hovane xistiye meriyetê. Di dawiya salê de hewl dide binkeftina xwe ya li hemberî têkoşîna gelê Kurd û berxwedana gerîlayên azadiyê di aliyê siyasî û leşkerî de veşêre. Di rewşa heyî de dewleta Tirk di sala 2023’an de di siyaseta xwe ya hundir, herêmî û cîhanî de winda kiriye. Dewleta Tirk bi vê derûniya xwe ya xirab, bê moralî û aciziyê di dawiya salê de derbeke mezin ji gelê Kurd û hevgirtina gelan xwar. Ev derba giran a ku dewleta Tirk xwar, berhema îsrara di siyaseta şer de ye.  

Dewleta tirk hewl dide êrîşên li ser Rojava rewa nîşan bide

Di demeke ku çavên hemû cîhanê li ser şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de ne dewleta Tirk ev êrîşa nemerdane pêk anî. Jixwe gefxwarinên êrîşên bi vê rengî her dem li ser Rojava tên kirin. Her dem anîna ziman di encama konsptê de tê kirin. Di rewşa êrîşê de jî hicetên derewîn ji raya giştî re vedibêje, her dem gefan li Rojava dixwe. Ev bi armanca şerê taybet û derûnî tên kirin. Bi vê yekê dixwaze ji gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re peyameke wiha bide: “Divê tu bizanibî darê min ê zorê her dem li ser serê te ye. Ez kengî bixwazim dikarim li te bidim.” Dewleta Tirk a dagirker û qirker li ser hîmê vê karekterî dijminahiya gelan dike. Ev karekterê faşîzane yê dewleta Tirk ji aliyê gelên herêmê ve pir baş tê zanîn. Civakek dema ku dijminê hebûna xwe baş darivand hundirê xwe, wê demê dikare bi awayekî xurt li ber bisekine. Sekinandina li hemberî dijmin hêz, îrade û baweriya civakî dixwaze.

Di rojên ku hevpeymana civakî hat nîqaşkirin û pejirandin de ev êrîş çêbûn

Em dikarin vê êrîşa nemerdane ya dewleta Tirk a qirker li hemberî projeya hevpeymana civakî bigrin dest û binirxînin. Di rojên ku ev hevpeymana civakî ji aliyê jinan, gelan û pêkhateyan ve dihat nîqaşkirin de ev êrîş hatin pêşxistin ne rasthatinek jixweber bû. Hevpeymana civakî ger di nava gelan de bi beden bibe û şêwe bigre wê bi demê re bandora xwe li tevahî gelên herêmê jî bike. Hevpeymana civakî modeleke nû ya zagonî ye. Bi temamî xwe dispêre rengê jinan û vîna civakî. Di hundirê xwe de bi tu awayî rê nade aqilê mêr ê serdest û desthiladariya dewletê. Di serdemeke ku cîhana me di dorpêça serdestiya mêr de ketiye rewşeke ku neyê jiyîn de pêşxistina hevpeymana civakî ya bi fikra netewewa demokratîk ne projeyekî bi rehetî were pejirandin e. Ev proje ji bo dewlet û aqilê wê yê xwe bi desthilatdariya mêr pêçaye, dînamîtek e. Di civakê de ev proje bi awayekî xurt tê hembêzkirin. Bi xwezaya civakê re yek e ji lewre zû tê pejirandin.

Têkoşîna jinan rê li ber zayîna zihniyeteke nû vedike

Di roja îro de jin ji vê projeya ku di hundirê xwe de jiyana azad û wekhev dihûne bi ruhê jin, jiyan, azadî pêşengiyê dikin. Şoreşa jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hebûna xwe di vê taybetmendiyê de bi mane dike. Têkoşîna jinan a radîkal di serdema niha de rê li ber zayîna zihniyeteke nû vedike. Rê li ber zayîna heyîneke nû ya civakî vedike. Paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo bi pêş xistiye her ku diçe zêdetir şênber dibe. Di karekterê vê paradîgmayê de gerdûnîbûn heye, dewleta Tirk a qirker ji vê pir zêde ditirse. Êdî cîhaneke ku hatibe rewşa fikrên Rêber Apo bike hêmana bingehîn a çareseriya hemû pirsgirêkan û şoreşek gelan a bi vê fikrê weke çekek herî bi bandor li pergalê bixe ew şoreş ji hemû dewletan mezintir e. Ji ber wê ez careke din dibêjim: Şoreşa Rojava ji dewleta Tirk a mêtinger û ji pergala serdest a mêr mezintir e! Ji ber ku şoreşa jinan û civakê ye.