Şoreşa Rojava bi pêşengiya jin bi rêket, hedefgirtina vê şoreşê êrîşa li ser destkeftiyên jin e
Berdevka Meclîsa Edaleta Jin ya herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Felek Yusif behsa şoreşa Rojava û êrîşên li ser destkeftiyên wê kir. Felekê wiha got: "Ji ber ku şoreşa Rojava xwedî gelek taybetmendiyên cuda ye, ewê bi pêşengiya jin bibe hêza têkbirina desthilatdariya hêzên hegomînk e."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Di 2010`an de li gelek welatên Ereban weke Lîbya, Tunus, Cezayîr û Yemenê pêngavên serhildan û şoreşê yên bi navê Bihara Ereban destpê kir. Li Rojavayê Kurdistanê jî di sala 2011`an de çirûska şoreşê ji bajarê Kobanê destpê dike. Di 19'ê Tîrmeha 2012`an de cara yekemîn gelê Kobanê radibe serhildanê û pergala Rêjîma Baas têk dibin. Piştre ev serhildan pêl bi pêl derbasî bajarên din yên Rojava dibe û di navbera 19, 20, 21, 22 û 23`ê Tîrmeha 2012`an de Rojavayê Kurdistanê ji serdestiya Rêjîma Baas`ê rizgar dibe. 10 sal li ser şoreşa 19`ê Tîrmehê re derbas bûn, pêkhateyên Rojava pergala xwe ya Rêveberiya Xweser ava kirin û li ser vê bingehê dijîn. Ji 2012`an û heta vê kêliyê jî ev şoreş bi êrîşên cur be cur ji komkujî, koçberî, dagirkerî û hwd. ve rû bi rû dimîne.Di vê çarçoveyê de berdevka Meclîsa Edaleta Jin a herêma Firatê Felek Yusif bi riya gotûbêjekê bersiv da pirsên ajansa me.
-Li Rojava şoreşek çêbû, cudabûna vê şoreşê ji yên din çi ye û bi taybet ya Sûriyê?
Şoreşa Rojava xwedî gelek taybetmendiyên ku mirov dikare cudatirî raperînên din binrxîne. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jin bi rê ket. Ev şoreş parastin bû ne ku êrîşî tu kesî kir. Gelê wê li ser axa xwe û di bajarên xwe de rastî gelek êrîşan hatin, ji ber vê xwe birêxistin kirin. Li Sûriyê jî şoreşek hat dest pê kirin, lê weke ku em dibînin ev şoreş veguherî alozî û ji rê derket. Lê li beşa Rojava û partiyên wê yên siyasî, bi taybet jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) berjewendiyên wê parastina gel, maf û axa Rojava ye xeta sêyemîn hilbijartin. Li rex şoreşa me, raperîna li Sûriyê berjewendî û armancê xwe yên cuda weke bi destxistin û mezinkirina metîngerî û desthilatdariyê, hebû. Şoreşa Rojava di nava xwe de gelek şoreş hembêz kir, weke şoreşa jin, ziman, çand, exlaq û demokrasiyê bû. Bi giştî mirov dikare bêje, tevahî gel, netew, reng, ol û nijad hembêz kir û mafê wan parast. Her wiha bi şoreşa Rojava re teroroa DAIŞ`ê di berxwedaniya Kobanê de hatin tune kirin.
-Girîngtirîn destkeftiyên ku jinên Rojava bi dest xistine hûn dikarin binirxînin?
Destkeftiyên gelek giranbûha hatin bi destxistin. Mirov dikare di destpêkê de pergala hevserokatiyê ku di bin sîwana pergala Rêveberiya Xweser de tê meşandin, bîne ziman. Li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin û mêr bi awayekî wekhev di komîn, meclîs, sazî û di asta biryarê de jî hevserokatiyê dikin. Her wiha di qada parastina dê avabûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di qadên bîrdozî, aborî, tenduristî û diblomasî. Di roja îro de jin xwedî li çand, ziman û nasnameyê derdikeve. Jin di giştî qadên jiyanê de xwedî destkeftiyên ber bi çavin û ev yekî bi bedelên giran hatin bi dest xistin. Her wisa jinan pêşengiya parastina şoreşê jî kirin, mînakên vê yekê yên Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr, Barîn Kobanê û bi hezaran jinên xwe canê xwe feda kirin. Jinan bi riya van destkeftiyan teqez kirin ku dema werin perwerde kirin ew dikarin têkoşîneke mezin bikin û her wiha ew hişmendiya ku jinan biçûk dike sererast kirin. Bê gûman berxwedaniya ku jinên Rojavayê Kurdistanê kirin derbasî qadên navneteweyî jî bû. Fermandarên YPJ`ê bi cilên xwe yên leşkerî derbasî welatên mezin weke Firansa bûn. Ev hemû jî berhem û destkeftiyên vê şoreşê ne.
-Guhertinên herî balkêş ku di tevahî qadan de pêk hatin çiye?
Beriya şoreşê qadên berferh tinebûn, yên heyî jî ji aliyê mêran ve bi hişmendiya Rêjîma Baas`ê dihatin bi rê ve birin. Tek hikûmet, ziman, çand, reng û al bû. Bi şoreşê re ev hişmendî hatin guhertin. Niha her pêkhateyek bi reng, ziman û çanda xwe cihê xwe di tevahî qadan de digre. Bi taybet jî hebûn û rengê jinan yê di qadan de bala mirov dikşîne. Mînak hişemendiya netew-dewlet dibêje ku jin û siyasetê li hev nayên. Lê siyasetmedarên jin diyar kirin ku afirînera siyasetê jin e. Ji ber vê mirov dikare bêje ku 180 derece guhertin çêbûne û hîna jî çêdibin.
-Şoreşa Rojava bi ya jinan tê bi nav kirin, jinên di vê şoreşê de bi êrîşên bi çi rengî re rû bi rû dimînin?
Me anî ziman ku ev şoreş bi pêşengiya jinan tê bi rê ve birin. Hêzên hegomonîk ku bi hezaran sal e jin biçûk xistibûn, rola wê ya di jiyanê de tunekiribûn û kiribûn amûra bi cih anîna kêf û xwestekên wan. Ji ber vê têkoşîna jinan a li hember vê hişmendiyê, li dijî berjewendiya wan hêzan e. Ji lewra rastî êrîşên hewayî weke komkujiya Helincê, êrîşên çeteyan weke siyasetmedar Hevrîn Xelef, şerê taybet tê bi kar anîn, jin li ser medyayên civakî tên teşhîr kirin. Ji aliyê çeteyan ve tên revandin, qetilkirin û tecawiz kirin. Kîjan jina ku xwe pêş dixe, kar dike, rêveberiyê û pêşengiyê dike, ew dibe armanca van hêzên li dijî azadî û pêşengiya jin, wekhevî, edalet û mirovahiyê ne. Raste li pêş perdeyê dewleta tirk tên xuya kirin, lê belê erêkirin û pilankirina van êrîşan ji aliyê tevahî dewletên komploger ve tên kirin. Em her tim dibêjin û em ê dîsa jî bêjin, pêşengî û şorea jin, tê wateya bi dawîkirina desthilatdarî û serweriya hêzên hegomonîk.
-Di vê dema ku her cure êrîş tên kirin, hûn xwe li ser çi bingehî birêxistin dikin û têkoşîneke çawa didin meşandin?
Em weke jin ji destpêka şoreşê, niha û heta pêşerojê jî perwerde û rêxistinbûna me li ser felsefeya azadî, edalet, wekhevî, azadî, hevjiyana azad, demokrasî û netewa demokratîk e. Ev yek jî felsefeya ku Rêber Apo ye ku ji me re pêşkêş kir û di encama wê de jî heta niha di Gireva Îmraliyê de ye û bêdengiya navneteweyî li hember vê tecrîdê heye. Em niha têkoşîneke wiha didin meşandin ku em jiyaneke paqij, azad, demokratîk, wekhev û edalet bijîn. Her wiha desthilatdarî, zayendperestî, zordarî, tundî, fitine û qetilkirin tune be. Li ser vê bingehê weke ku em di her munasebetê de jî soza xwe nû dikin. Em weke jin gihîştin e astekê û me gavên gelek mezin avêtine. Ji ber vê li dijî tevahî cûreyên êrîşan em soz didin ku em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Çawa ku di Kobanê de, Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber tevahî mirovahiyê berxwedanî hat kirin, em ê jî xebata xwe ji bo tevahî mirovahiyê bidin meşandin.