“Şoreşa jinê vejîna nasnameya hemû civaka ne”

Rêvebera Yekîtiya Jinên Xirîstiyan a Kantona Qamişlo Corcêt Bersûm destkeftiyên jinên xirîstiyan di şoreşa jin a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxand û got: “şoreşa jin ji şoreşên herî bi nirx e di serdema me ya îro de, her wiha vejîn û zindîkirina hebûna hemû civak û netewên di herêmê de dijîn, bû.

 
Roj Hozan
Qamişlo- Di şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jinên xirîstiyan di nava şoreşa jin de xwe dîtin û xwedî rolên pêşeng bûn di pêşveçûna wê de. Her wiha rêxistina xwe avakirin û banga maf, nasname û hebûna civaka xwe kirin. Jina xirîstiyan jî muhra xwe li vê şoreşê xist û têde bû xwedî destkeftiyên mezin. Têkildarî mijrê Rêvebera Yekîtiya Jinên Xirîstiyan a Kantona Qamişlo Corcêt Bersûm nirxandin kir û ji me re parve kir.
Reseniya gelê Xirîstiyan û rola wan di şaristaniyê de
Corcêt behsa reseniya Gelê Xirîstiyan di heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û wiha des bi axaftina xwe kir: “Gelê Xirîstiyan yek ji gelên resen in di heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, em jî gelekî xwedî çand, dîrok, ziman û nasname ne. Şaristaniya me jî dewlemnd e û roleke wê ya girîng di avakirina jiyanê de heye. Jinên xirîstiyan jî xwedî rol bûn di parastina çand û şaristaniyê de, her wiha anîna wê heya roja me ya îro. Em nikarin bêjin berî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi rengekî rehet me dikarîbû tevlî civaka xwe ya Xirîstiyan bibin, tenê hin tişt ji mere hatibûn erêkirin em xwe di nav de bibînin, ew jî di aliyê olî de bû. Di encama pêvajoyên dîrokî de civaka me hin bi hin ber bi helandinê ve diçû û di nava civakên din de dihat bişaftin. Hebûna me weke Sûriyan, Aşûr, Ermen û Kildan li ser rûyê erdê nefesa xwe ya dawî distandin, lê her di mêjiyê me de ew fikirandin hebû em gelekî xwedî reseniyeke bi nirx in. Ji bo wê pêwîstiya me jî bi şoreşeke wiha hebû ku em jî têde mafê xwe yê nasnameyê bigirin û hebûna xwe ji helandinê biparêzin. Sîstema tunekirinê a bi zanebûn ser gelê me dihate meşandin, wekî hemû sîstemên qirêj bû yên ser civakên xwedî resenî dihate kirin.”
Corcêt destnîşan kir ser rola Rêjîma Sûriyeyê di tunekirina nasnameya xirîstiyan de ku bû sedema koçberiya gelek mirovan û wiha domand: “Dema mirov di bin hikûmê sîstemên serwer de bijîn, helbet wê pir tiştên ku naxwazin ser wan bên ferizkirin.  Rêjîma Baas di tunekirina nasnameya xirîstiyanan de xwedî roleke pir girîng bû û hemû cureyên helandinê ser me didan meşandin. Taybetmediyên civaka me jî hene, em jî dixwazin xwedî cihekî girîng bin li kêleka netewên din, lê di nava vê sîstemê de tenê yek alî, yek fikir, yek partî û yek netew didan pêş. Rêjîma Baas li ser hesabê netewên weke Kurd, Aşûr,kildan û Xirîstiyan tenê netewa Ereb dida pêş û ew jî tenê li gor bercewendiyên xwe mirov amadekiribûn vê civakê ber bi koletiyê ve bibin. Di encama vê siyaseta qirêj de hemû civakên me ber bi ji holê rakirinve dibirin. Rêjîma Baas gelê me di qalibekî  teng de hîştin û hemû rêkên azadî û pêşketinê li pêşiya me girtin, vê yekê hîşt ku gelek mirov ji xaka xwe koçber bibin û li welatên derve bicih bibin. “
Tevlîbûna jinên xirîstiyan ji şoreşa jin re 
Şoreşa jin li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pencereya vejîn û zindîkirina hebûna hemû civak û netewên di herêmê de dijîn, bû. Corcêt tevlîbûna jinên xirîstiyan ji vê yekê re nirxand û wiha pêde çû: “şoreşa jin li Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şoreşên herî bi nirx e di serdema me ya îro de. Her wiha pencereya vejîn û zindîkirina hebûna hemû civak û netewên di herêmê de dijîn, bû. Bi şoreşa jin re me jî barê koletiyê ser civaka xwe avêt û bi rihekî gerim tevlî wê bûn. Jinên xirîstiyan bi taybet xwe di nava şoreşa jin de dîtin û xwedî rolên pêşeng bûn di pêşveçûna wê de.  Li kêleka jinên Kurd û Ereb, me jî rêxistina xwe avakir û banga maf,nasname û hebûna civaka xwe kir. Jina xirîstiyan jî muhra xwe li vê şoreşê xist û têde bû xwedî destkeftiyên mezin. Jinên xwedî îrade ji civaka me derketin, van jinan dikarîbûn sazî û dezgehên xwe bi nasnameya netewa xwe ava bikin û bibn deng û rengê jinên civaka xwe. Êdî di bin navê Yekîtiya Jinên Xirîstiyan de me xweseriya xwe avakir û pêre jî me hemû taybetmendiyên civaka xwe ji dîrokê de heya roja îro, parast. Di nava vê dezgehê de komîteyên siyasî, çandî, civakî û fikirî hatin avakirin û hemû jinên xirîstiyan ên civakê tevalî kar û xebatên wê bûn. Ji bo pêşketinên mayinde şoreşa jin derfeteke pir girîng û bi wate bû da ku hemû netew şaristanî û fikirê xwe bi rengekî azad pêk bînin.”
“Beşdarbûna jinên xirîstiyan di cihên biryardayinê de”
Bi şoreşa jin re di qada siyasî de jinên xirîstiyan di meclisên rêveber, zagonsaz û gelek meclisên din ên kanton û bajaran de cih girtin û pêre jî mafê xwe yê biryardayinên bi dest xistin. Corcêt Bersûm wiha ev mijar ji mere parve kir: “Bi şoreşê re aliyê wê yê rêxistinî Rêveberiya xweseriya Demokratîk hate avakirin. Li kêleka netewên din di herêmê de weke jinên xirîstiyan me jî cihê xwe di meclisên rêveber, zagonsaz û gelek meclisên din ên bajar û kantonan de girt. Rola me jî ew bû em kesên xwedî nêrînên erênî, mêjiyên fireh û xwedî zanist hilbijêrin, da ku bi rastî jî temsîla gelê me bikin û mafê wan biparêzin.  Êdî jinên xirîstiyan jî di cihê biryardayinê de pêşeroja civaka xwe pêş dixin û mafê hemû jinan jî diparêzin, ev yek jî bi hevgirtin û hevkariya jinên tevahî netewan pêk hat. Doza me jinan hemûyan yek e û tu ferq û cudahî di navbera me de tune ye.”
Pêwîst e hemû jin ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin
Corcêt banga bilindkirina têkoşîna azadiyê li jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hebûna me weke jinên xirîstiyan di qada siyaset û diblomasiyê de, me ji gelek qalibên civakî û kevneşopî rizgar kirin. Êdî em bi xwe biryara xweserbûn û civaka xwe didin û her kes jî dizane siyaseta jin siyaseteke edaletî ye û tu bê mafî têde nîne.  Jin esasê vê civakê ye û pêwîst e hemû jin erke wê rakin û ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin.”