'Şoreşê min ji malbat û hevaltiya teng xilas kir'

Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên da zanîn ku şoreşê hişt ji malbat û hevaltiya teng xilas bibe û têkoşîneke hevpar bi jin û civakê re bimeşîne.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Hezkirin, daxwaz û hêvî hebe, guhertin herikbar dibe. Jinên ku beşdarî şoreşa jinan bûn, dikaribûn mohra xwe li şoreşê bidin. Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên tecrubeya xwe ya di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de vegot.

Jiyan Hisên bi destpêkirina şoreşê re di saziya kedkaran de cih digre, paşê erka endama Koordînasyona Kongra Star digre û niha jî endama Koordînasyona Mecisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Gava yekê a bi şoreşê re…

Jiyan Hisên got ku rizgarkirina Serêkaniyê ji çeteyan û rûniştandina projeya Netewa Demokratîk ku sîstema hevserokatiyê bingeh digre, serkeftina şoreşê tacîdar kir û wiha domand: "Bêguman, şerê li Serêkaniyê qewimî lehengên ku canê xwe di oxira rizgarkirina vê axê, parastina gelê wê û peydakirina ewlehiyê ji jinan re, hişt ku rastiya şoreşê bêtir were fêmkirin. Şer û şoreşa ku teqiya bandor li kesayeta min jî kir, mînak beriya 19'ê Tîrmeha 2012'an kesayeteke min a wiha hebû têkiliyên min bi derdorê re pir teng bûn, hevaltiyek teng û bêtir girêdayî malê bû. Gava destpêkê ya bi destpêkirina şoreşê re ku min avêt, xilaskirina xwe ji malbata teng û hevaltiya min a teng bû. Şoreşê asoyên hizrê min fireh kir."

Kedkara şoreşê

Jiyan Hisên da zanîn ku ew jî wekî şervanekê berpirsiyarê vê axê ye û wiha pêl da gotina xwe: "Min hezkir karekî bikim, ez jî wekî şervanên welatê xwe xwedî erk û misyon bim. Tecrûbeya min a yekemîn di nav herikîna şoreşê de ji saziya kedkaran dest pêkir. Min xwe wekî kedkareke vê axê dît, bi wê helwest û eşqê beşdarî xebatê bûm û gav bi gav ez hîn dibûm. Piştî ku ez çav vekirî bûm êdî min xwest gelek tiştan fêr bibim û bikim. Ji wir, ez fêrî zimanê dayikê yên ku her ji bo bilêvkirina wê em di hundir dibistanan de dihatin cezakirin û qedexekirin, bûm. Ferq heye mirov hemû wextê xwe di mal de biqedîne, yan jî bi şoreşê re herikbar be."

Ziraviyên veşartî bi kêşeyan re ronî dibû!

Jiyan Hisên da xuyakirin ku bi kêşeyan re êdî nêzî rastiya ku bi hezaran sal hatibû veşartin dibû wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di perwerdeya yekem de min gelek nakokî û kêşe dijiya, min ev pirs ji xwe dikir; ez li ku bûm, min 12 salan çi dixwend, me çi û çawa jiya, hebûna me çawa bû qet em di malê de bi welat nedifikirîn. Me digot hene ên ku xizmeta welat bikin lê min nizanibû ev xizmet ji me jî tê xwestin. Şaşîtiyên me jiya, dîroka me, em çawa tên helandin, êrîşên çawa li ser gelê Kurd hene, ev hemû di mejiyê me de hatin ronîkirin."

'Ji bo heqdestiyek wekhev pir têkoşîn lazim e' 

Jiyan Hisên bi lêv kir ku ji bo wekheviya heqdestê jin û mêr têkoşînek mezin pêwîst dike û wiha bal kişand ser jinên kedkar: "Em her nêzî jinên kedkar bûn, jinên di nava zeviyan de ku bi xwêdana wan tov şîn dihatin, jinên di kargehan û cihên taybet de dixebitîn, me her serdana wan dikir. Pêwîstiya kedkaran heye ku em hîn bêtir xwedî li keda wan derkevin. Bi rastî jî ji bo ku heqdestiya jin û mêr wekhev bikin pir têkoşîn lazim e."

'Naskirina her jinekê asoyan fireh dike û têkoşîn dewlemendtir dike'

Jiyan Hisên wiha ketina cîhana jinan û rêxistinkirina wan pênase û rave dike: "Erka meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xebateke rêxistinî, dîplomasî, siyasî û civakî ye ji min re nû û zor bû, ji ber di meclisê de gelek partî, rêxistinên jin û kesayetên jin ên serbixwe û gelek pêkhate jî di nav de cih digrin. Lê min gotibû daxwaz hebe fêrbûn hêsan dibe. Xebateke ne hêsan bû lê her jinek bi serê xwe çandek û cîhanek bû, her jinek xwedî fikrekî cuda bû hatina cem hev jî hevgirtinek da avakirin û bi min re zengînbûnek da çêkirin. Naskirina her jinê, asoyên fikrandinên min firehtir kirin û têkoşîna me dewlemendtir kir."

'Ji pîroztirîn nirxê şoreşê nivîsandina prensîbên jin bû'

Jiyan Hisên prensîbên jin ji xebata herî pîroz dibîne û wiha behsa girîngiya wê dike: "Şoreş bi pêşengên jin û zagonên wê deng vedaye. Di rojên herî zor û di nav şerê ku herêm pê re rû bi rû dima, zagonên jin ji hêla rêxistin û malên jinan ve hatin nivîsandin. Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteya ku ji 3 saziyan pêk dihat, berfireh kir û prensîbên jin nivîsandin. Prensîbên jin ji hemû sazî, rêxistin û kesayetên jin ên serbixwe derbasdar e. Armanca me jî parastina mafên jinan e, ji ber em di civakeke wiha de jiyan dikin ku heta niha zewaca zarokan û pirzewaciyê dipejirînin. Daxwaza jinên Ereb ji bo rûniştandina van prensîban li herêmên wan jî hene. Prensîbên jinan wê rê li ber gelek pirsgirêkên jin û civakê bigre û qeyd û bendên li ser jinan hatiye dayin rake."

'Vejîna serdemê û vedîtina enerjiyê bû'

Jiyan Hisên şoreş wekî vejîna serdemê pênase kir û wiha bilêv kir: "Şoreşa Rojava ji nifşên me re vejîn û ronahiyek bû. Ger ne wiha bûya wê çarenûsa me jî zewac bûya, bibûya xwedî zarok û xizmeta hevjînê xwe kiribûya. Ji min re dîtina ewqase jinên pêşeng ku di kesayetên xwe de pêşketin ava kirine, şanaziyeke mezin e. Şoreşa me enerjiya di hundirê jinan de dît û hişt ku ev enerjî bikeve xizmeta milyonan jin û civakan. Ya herî zêde xweş jî jin a ku di warê dengbêjiyê de her dihat bêdengkirin, niha rehet û bi deng û hestên pir zelal dengbêjiya xwe bike."

'Ger êşa jinekê weke êşa xwe nebînim têkoşîna min kesayetî be gerdûnî nabe'

Jiyan Hisên da payin ku 11 sal têrê nake û wiha xebatên lazim anî ziman: "Pêwîste em hîn di xebat, zanist û şoreşê de xwe kûr bikin, asta ku niha em gihiştine têrê nake. Em ji bo jinên Sûriyeyê gelek danûstandinên me hebûn. Gelek jin ji parêzgehên Sûriyê hatin beşdarî konferans û komxebatan bûn. Destpêkê em dixwazin vê yekê bidin fêmkirin û vî navî li ser xwe rakin ku em parçeyek ji Sûriyeyê ne. Ya din jî pirsgirêka jin heman pirsgirêk e û tişta li Ewropayê jê re tê propogandakirin ku jin azad û xwedî maf e tên gotin. Ya ku em dibêjin û dixwazin bibe jî destkeftiyên şoreşa me bibe mal û milkê hemû jin ji hemû çînan. Ger ku îro ez êşa jineke li derve êşa xwe nebînim, wê têkoşîna min kesayetî be û gerdûnî nebe."

'Li Sûriyeyê pêdivî bi karekterê jinên bi hêz û bi nasname heye' 

Jiyan Hisên bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Em hewl didin danûstandinên xwe bi jinên Sûriyeyê re hîn fireh bikin, guhertinên me da çêkirin di wan de jî çêbikin. Bila jin di cihê biryaran de rol bilîzin, di siyasetê de rengê xwe derbixin holê û di komîteya destûrî de jî wekî jinan cih bigre û parastina maf û nasnameya xwe bike. Divê hebûna jinên Sûriyeyê di sazî û dezgehan de şeklî nebin û xwedî karekterê jinên bi hêz, bandor û helwest bin. Ji ber barê me ji berê girantir e û divê li gorî pêvajoya heyî em asta têkoşîna xwe mezintir bikin. Em li vir rexnedayina xwe didin ku heta niha li warê şoreşê jin tên qetilkirin. Em hîn bêtir têkiliyên civakî xurtir bikin û pirsgirêkan çareser bikin. Li hemberî êrîşên em pê re rû bi rû ne, em yekitî û helwesta xwe xurtir bikin, asta têkoşînê bilind bikin."