Şopên karesata lehiyê ya li Cizîrê tên rakirin

Şaredariyên Partiya DEM’ê ji bo rakirina şopên karesata lehiyê ya li navçeya Cizîrê seferberî ragihandin.

Navenda Nûçeyan-Li navçeya Cizîr a Şirnexê li gel barana ku ji nişka ve li bajêr bariye, kuçe, kolan û tax di bin avê de man. Ji ber lehiya ku piştî barana zêde rabûye, hin jêrzemînên xaniyên li taxên Nûr, Sûr û Cûdî di bin avê de mabûn. Ava ku li mal û kargehan kom bûyî bi midaxeleya tîmên şaredariyê hatin valakirin. 

 Şaredariya Cizîrê ku di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, komîsyonên krîzê ava kir. Ji bo tespîtkirina xanî, rê, kûçe û kolanên di bin avê de man dest bi xebatên paqijkirin û tespîtkirinê kirin. Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed û Mêrdînê û şaredariyên Êlih, Bismil, Gundikêmelê û Silopiyayê jî ji bo alikariyê ekîbên xwe şandin navçeyê. 

Hevşaredarên Cizîrê jî Guler Yarbasan û Abdurrahîm Durmuş jî tevî ekîban derketin kolanan û ji bo alîkarî û piştevaniya bi gel re di nav xebatan de ne. Li navçeyê xebatên şaredariyan didomin.