Şîrîn Murad: Li seranserî cîhanê pirsgirêkên jinan hemane
Nûnera Desteya Rêvebera Têkoşîna Demokrat Şîrîn Murad girêdayî nîqaşên du rojên konferansê da zanîn ku ji nirxandinên hatin kirin carek din jî hat dîtin ku li her devera cîhanê jin bi hema pirsgirêkan re ru bi ru dibin, ji bo wê jî pêwîstî bi rêyên çareseriyê yên hevbeş hene.
TEWAR PÊNCEWÎNÎ
Beyrut- Di duyemîn Konfarans Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ku jin ji welat û gelên cûda bejdar bûne de nîqaş li ser pirsgirêk û astengiyên civakê ku jin rastî tên dewam dikin. Nûnera Desteya Rêvebera Têkoşîna Demokrat Şîrîn Murad ku bejdarî konfaransê bû ji ajansa me re qala necamên ji nirxandinên konferansê derketine kir.
Şîrîn Murad girêdayî nîqaşên du rojin tên kirin ev tişt got: “Di konfaransê de me behsa pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî û jinê kir. Em gihan wê encamê ku pirsgirêkên jinan ên her civakekê û welatek cîhanê giştî pirsgirêka ne yeksaniya navbera her du zayendane. Jinên Kurd hertim hewil didin û rolek wê yê giring heye ji bo bi destxistinan yeksanî û pêşxistina civakê di aliyê siyasî û aborî de. Felsefeya Rêberê gelan Rêber Apo li seranserî cîhan û Rojhilata Navîn belav bûye û deng daye. Li Rojava û Bakurê Surye ev fikre ketiye meryetê. Ji ber wê di her alî de tu cudahiya jinan nîne û divê hemû bi hev re di nava hemahengiyekê debin. Hewceye em fikrê yeksana civakê derxîn pêş û bi hemû miravahiyê bidin zanîn.”