Şîma Xefûr a ji Afganistanê: Bêdengî tê wateya qebûlkirina mirina me
Endama Yekitiya Jinên Şoreşger a Afganistanê (RAWA) Şîma Xefûr diyar kir ku Talîbanê Afganistan veguherandiye girtîgeha jinan û got; "Yekane riya xilasbûna ji bindestiyê, hevgirtin, têkoşîn û wêrekiyê ye."
BIHARAN LEHÎB
Kabûl – Komeleya Jinên Şoreşger a Afganistanê (RAWA) ku yekemîn rêxistina jinên Afgan e, zêdetirî 40 sal in li dijî bingehparêziyê têdikoşe. Jinên Afganî bi riya RAWA’yê dengê xwe li dijî têkbirina nasnameya xwe bilind dikin.
Endama RAWA’yê Şîma Xefûr ji ajansa me re behsa zext û zordariya li ser jinan a ji aliyê Talîbanê ve hat kirin ku Efxanistan xist bin kontrola xwe.
'Gelê Afganistanê radestî Talîbanê kirin'
Şîma Xefûr bi bîr xist ku 5’emîn serokomarê Efxanistanê û serokomarê 2’yemîn û dawî yê Komara Îslamî ya Efxanistanê Mihemed Eşref Xenî Ehmedzeyî di navbera Îlona 2014 û Tebaxa 2021ê de wezîfedar bû. Şîma Xefûr bal kişand ser wê yekê ku Mihemed Eşref Xenî Ehmedzayî piştî hilweşandina hikûmetê ji aliyê Talîbanê ve welatê xwe terikand û got: "Piştî reva Eşref Xenî Ehmedzeyî, destê hêzên dagirker ên Amerîkayê û hevalbendên wan ên li Efxanistanê, ji Îstîxbarata Amerîkayê CIA û îstîxbarata nav-xizmetkar ISI ya di bin kontrola wê de, gelê Afganistanê ye û jinên wê radestî dijminê azadiyê Talîban kirin.”
'Efganistan ji bo jinan bûye girtîgeh'
Şîma Xefûr anî ziman ku Talîbana ku li Afganistanê rê û kevneşopiya 'Birayên Misliman' didomîne welat di nava tariyê de kişand û wiha got: "Heta ku Talîban welat dagir kir, jin û keçan ji dibistanan qedexe kirin û zanîngehan. Jinên ku di saziyên dewletê de dixebitîn şandin malên wan û piştî demekê mafên jinan ê ku di saziyên nevdewletî û yên xêrxwaziyê de dixebitin hat girtin. Ger saziyek van fermanan binpê bike dê çalakiya wê were rawestandin. Êdî destûr nayê dayîn ku jin biçin cihên şahiyê û Afganîstan tenê bûye girtîgehek jinan."
'Di Remezanê de destûr nayê dayîn ku jin ji malê derkevin'
Şîma Xefûr destnîşan kir ku "Wezareta Karûbarên Jinan" a Talîbanê navê xwe guhertiye û bûye "Destûra Dadwerî û Navenda Teşwîq û Qedexekirina Neqenciyê" û got:
“Lê belê Wezareta Karûbarên Jinan a ku ji aliyê rejîma Karzaî-Ganî-Abdullah ve hat avakirin, tenê wezareteke sembolîk bû ku dilê cîhanê xweş bike. Di van 20 salên dawî de ji bo baştirkirina rewşa jinan tiştekî nekir. Dema ku Talîbana mêtinger li hemû bajarên welat qadên jiyanê yên jinan sînordar kirin, ji bo jinan jî şarjê ferz kirin. Ger jin û mêr di rê de bi hev re bimeşin, têkiliya di navbera wan de tê lêkolînkirin. Talîbanê bi nivîsandina grafîtiyan li ser dîwarên bajêr nefreta xwe ya hîsterîk ji jinan re nîşan da. Mînak di hin grafîtiyan de biwêjên weke 'Şerefa jinên kepçe', 'Civaka ku emrê qenciyê neke û ji xerabiyê re qedexe bike wê bikşîne nava fesadiyê.' Li parêzgehên rojavayî yên wekî Ghor û Ferah, di meha Remezanê de jî destûr nehat dayîn ku jin ji mal derkevin.”
'Bêdengî tê wateya qebûlkirina mirina me'
Şîma Xefûr diyar kir ku wan ji destpêka desthilatdariya Talîbanê ya li Afganistanê heta niha dîtiye ku ji hemû pêkhateyan jinan dengê xwe bilind kirine. Ew bi girtina soz û ravekirina pirsgirêkên xwe ji çapemeniyê re hatin berdan."
Şîma Xefûr ku rexne li hin jinên xwepêşander ên ku çûne welatên rojava rexne kir û got: “Hin jinên xwepêşander ji Afganistanê ber bi welatên rojavayî ve li wir jiyana luks dijîn û xelatan distînin lê hin jinên wek Elaha Delavarzî ku ji Pakistanê radestî Talîbanan hatine kirin, haya wan ji çarenûsa xwe ya trajîk tune ye. Divê em bêdeng nemînin. Bêdengî tê wateya qebûlkirina mirina me. Yekane riya ji holê rakirina bingehîn, hevgirtin, têkoşîn û cesaret e.”