Şilêr Cemîl: Dê karê min ê herî girîng di parlamentoyê de jin û ciwan bin

Namzeda lîsteya 129 a bajarê Helebceyê Şilêr Cemîl der barê kar û projeyên xwe ji bo parlamentoyê wiha got: “Ez namzeda hejmara 6’an im. Dê karê min ê herî girîng di parlamentoyê de jin û ciwan bin.”

Helebce- Di hilbijartina sala 2005’an a başûrê Kurdistanê de sîstema kotaya jinan li gorî zagona hejmara 1 a sala 1992’an hat derxistin, rêjeya ku ji bo jinan hatiye diyarkirin divê ji sedî 30 kêmtir nebe. Beşdariya jinan di pênc demên parlamentoyê bi vî awayî ye.

Di dema 1’emîn a parlamentoyê de 6 jin û 99 mêr, di dema 2’yemîn de 27 jin û 84 mêr, di dema 3’emîn de 39 jin û 72 mêr, di dema 4’emîn de 34 jin û 77 mêr, di dema 5’emîn de 34 jin û 77 mêr parlamenter bûn.

Biryar heye ku di 18’ê Cotmehê de dengdana taybet û piştî du rojan di 20’ê Cotmehê de hilbijartina giştî ya dema 6’emîn a parlamentoya Kurdistanê were kirin. Ji 136 lîsteyan hezar û 191 namzed pêşbaziya bidestxistina 100 kursiyan dikin. Her wiha 2 milyon û 893 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne.

Ji hezar û 191 nazmedan, 823 namzedên mêrên û tenê 368 nazmedên jin in ku li gorî bazneyan bi vî awayî ye.

Hewlêr 118 jin (ji sedî 29,9)

Silêmanî, 162 jin (ji sedî 31,4)

Dihok, 66 jin (ji sedî 29,2)

Helebce, 22 jin (ji sedî 7,40)

Namzeda hejmara 6’an a lîsteya 129 ji bazneya Helebceyê Şilêr Cemal jina yekem e ku li Helebceyê piştî koça dawî ya bavê xwe dibe keyaya yekem li taxeke bajarê xwe û wiha got: “Çar salan xwebexş bê cudahî karên ku bavê min nikaribû bike, min temam dikir. Ger ez baweriya hemwelatiyan bi dest bixim ez ê xizmetê ji civakê re bikim û beriya her tiştî ciwan û jin ji bo min esas in. Ez ê ji bo rêxistina karên bazirganiyê li Helebceyê û afirandina derfetên kar ji bo Helebceyê xebatê bidim meşandin.”

‘Jinên Helebceyê di aliyê rêvebirinê de serkeftî ne’

Şilêr Cemal wiha behsa serkeftina jinên Helebceyê kir: “Jinên Helebceyê di qadên aborî, civakî û siyasî de her dem pêşeng in. Qeymeqam û rêveberên giştî yên şaredariyê jin in û di heman demê de kayeyê taxan jî jin in. Jinan hemû qalib şikandine, piştî min gelek jinên din li bajarê me bûn keya. Jinên Helebceyê her dem xwedî hêz in û hewl didin karek baş ji bo jinan bikin. Em kar li ser zagonên tundiyê dikin û hewl didin vê hêza xwe bigihîjînin jinên bajarên din û kar bikin. Ger jin hêza xwe bi kar bînin, dikarin civakeke bi hêz ava bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku 54 namzedên partiyên siyasî li bajarê Helebceyê ji bo Parlamentoya Kurdistanê namzed in ku 22 ji wan jin in, tenê jinek rêvebera lîsteya Tevgera Îslamî ye